Atefeh Tamjardîn: Divê bêdengiya li dijî êrîşên zayendî bê şikandin

Cîgira Seroka Komeleya Jinan a Demokratîk a Mexribê Atefeh Tamjerdine, diyar kir divê bêdengiya li dijî êrîşên zayendî yên li dijî jin û zarokan bê şikandin û xwest tedbirên lezgîn bên girtin.

HANAN HARITE

Mexrib- Wek li gelek welatan, li Mexribê jî tundiya li dijî jin û zarokan berdewam dike. Bi taybetî ji ber ku daneyên îstatîstîkî yên êrîşên zayendî nayên girtin, rêjeya tundiyê nayê zanîn. Cîgira Seroka Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê Atefeh Tamjerdîne ya pirsên ajansa me bersivand, diyar kir ku divê daneyên tundiyê bên tesbît kirin û da zanîn ku divê bi taybetî bêdengiya li dijî êrîşên zayendî bê şikandin.

Hûn zêdebûna êrîşên zayendî yên li dijî zarokên keç û jinan a di civaka Mexrivê de çawa eşkere dikin?

Ya yekemin, mijara destdirêjî û tacîzê ne têne ji bo Mexribê ji bo gelek welatan, mijarek zehmet e. Ev sûc ne nû ne, diyardeyek e ku ji demên berê ve heye ye. Dema behsa zêdebûna dozên êrîşa zayendî ya li dijî zarok û jinan tê kirin, pir zehmete ku em bizanibin ka rêjeyê zêde dibin an ne. Lê divê bi giştî perdeya di mijara tundiya zayendî û bi taybetî êrîşên zayendî de bê rakirin û bêdengî bê şikandin. Divê îstatîstîkên ji tacîza devkî heta destdirêjiya di nava zewacê de tesbît dike bê pêkanîn. Di sala 2019’an de nêzî 7,6 mîlyon jin û zarokê keç ên di navbera 15-74 salî de rastî tundiyê hatin, ji sedî 57,1’ê wan herî kêm carek rastî tundiyê hatin, reqeman nîşan didin ku tundiya derûnî ji sedî 47,5 û tundiya dîjîtal jî ji sedî 13,8 belav bûye.

'Jin û zarokên keç ji aliyê darazê ve nayên parastin'

Hûn weke tevgerên jinan, cezayên sivik ên di sûcên tecawîzê yên li dijî zarokên keç tên dayîn, çawa dinirxînin?

Di rastiyê de biryarên darazê yên hin dadgehan rastî bertekên komeleyên jinan û raya giştî hat. Mînak, cezayê ku di doza “Tiflet Kızı” de ji bo tecawizkaran wek du sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn û ji bo du tawanbaran tenê di nav sînorê 18 mehan de derbasdar dibe, nîşan dide ku jin û zarokên keç ji aliyê qanûn û dadwerî ve ji tundî û destdirêjiyê nayên parastin. Ev jî nîşan dide tu polîtîkayek sûcê ya pêkanîna qanûnê rast û adil misoger bike tine. Di encamê de komeleyên jinan û mafên mirovan kampanyayek da destpêkirin û daxwaza biryareke adîl kir ku ji nû ve şert û mercên sivikkirina cezayên destdirêjî û sûcên din ên li ber çavan bê derbas kirin.

'Hin xalên diyar ên mevzûta cezayê bersîv nade standarên navneteweyî’

Tevî ku Mexrib peymanên navneteweyî yên zarokan diparêzin erê kir û qanûnek ku tacîza zayendî ya li dijî jinan sûc dihesîbinê derxist jî, sedema berdewamiya êrişa zayendî ya li dijî jin û zarokên keç çiye?

Beriya her tiştî zehmet e ku mirov li tundiya li ser jinê bi hemû reng û şêwazên xwe dawî bike, lê ji bo Mexribê komek stratejiyên ku li gorî şert û mercên ku pêşkeftina wê bi rê ve dibin hat pêşxistin. Lê belê hêj jî pêdiviyên mexdûran re bersîv nayê dayîn. Qanûna bi hemjara 103-13’an ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê, tevî ku ji bilî saziyên civaka sivîl û saziyên giştî, gelek çavdêrî û pêşniyarên raportorê taybet li ser tundiya li ser jinan, sedem û encamên wê û her wiha "Koma xebatê ya cudakiriya li dijî jinan di qanûnê de û di pratîkê de ji holê were rakirin”, bêyî hin xalên diyar ên mevzûta cezayê bersîv bide standarên navneteweyî, bi berçavgirtinê hat sînordar kirin.

Standarta "lêkolîna rast" ya ku hemû rayedarên peywendîdar pêwîst dike ku tacîzkaran lêpirsîn dike û zirarên mexdûran careser bike jî nake hesabê; bi taybetî di qonaxa gilîkirinê de barê îsbatkirina sûcên ku bandorek astengker li ser mexdûran hebû, ji holê ranekir. Pêwîst nake der barê dezgehên rayadar ku li gorî bendên zagona jimare 103-13 tevnagerin an jî pêkanîna wan red dikin, ceza were dayîn.

'Têkoşîna li dijî bandorên êrîşa zayendî berpirsiyariya hikûmetê ye’

Ji kesên rastî êrîşa zayendî tên re piştgiriyên bi çi awayî dikare bê dayîn?

Divê ji mexdûrên êrîşa zaynedî re, piştgiriya derûnî, bijîjkî, darayî, aborî, perwerdehî û stargeh jî di nav de gelek piştgirî bê dayîn. Berpirsiyariya hikûmetê ye ku li dijî bandorên tund ên êrîşên zayendî ya li ser mexdûran têbikoş e. Ji bo ku ev bûyer bên kontrolkirin divê di çarçoveya "Tora Xizmetê" de lêkolîn bên kirin. Gelek girîng e ku dozên diçin navendên nexweşxane, polîs, cendirme û dadgehan bên raporkirin û lêkolînkirin. Divê alîkariya hiqûqî ji jinan re bê dayîn û dadgeh hemû hewldanan ji bo xizmeta parastina jinan bikin. Divê bi navendên bihîstinê re koordînasyon bê avakirin û bi hevpar tevbigerin.

‘Divê ji bo gihandina edaletê ya jinan tedbîrên taybet werin pêkanîn’

Hûn wek tevgera jinan, ji bo piştgirîkirina kesên rastî êrîşên zayendî tên û bêceza nehiştina kiryaran daxwazên we çi ne?

Divê qanûnek berfireh li dijî cudakariya rasterast û nerasterast were pejirandin û bi bandor were pêkanîn. Divê Mexribê erkên xwe yên navneteweyî bi cih bîne, divê koordînasyona di navbera beşan de pêk were, pêkanîna polîtîkayên giştî yên di vî warî de bên şopandin û nirxandin. Divê mekanîzmayên sazî yên ku ji wekheviya zayendî berpirsyar in, bên avakirin. Divê Komîsyona Wekhevî û Têkoşîna Li Dijî Cudakariya Hemû Curê, divê hêzên wê yên parastin, pêşîgirtin û baştirkirinê bi pêkanîna hemû qanûn û polîtîkayên giştî li gorî daxwazên destûrî û Prensîbên Parîsê misoger bike. Divê Destûra Bingehîn û xala 4’an a Peymana Rakirina Hemû Cûdahiyên li Dijî Jinan bên guherandin da ku hêz û şiyanên pêkanîna tedbîrên demkî yên taybet peyda bike.

Divê zagona ceza û qanûna hejmara 13-103 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi lez û bez li gorî pîvanên navneteweyî bên nirxandin. Her wiha divê tedbîrên taybet ji bo hêsankirina gihandina edaletê ya jinan bi peydakirina îmkanên mirovî û maddî yên têr bên kirin. Divê li ser xaka neteweyî ya Mexribê, zincîrên xizmeta sazûmanan bên pêkanîn. Divê hişmendiya civakî ya li ser tundiya li ser bingeha zayendî bê zêdekirin, tevlî pirtûkên dibistanan bên kirin, hemû aktorên civakî û wezîfedarên hiqûqê bên perwerdekirin û Qanûna Cezayê bi awayekî berfireh berçavan bê derbas kirin. Em dixwazin rewşên ku asteng dike komeleyên jinan di dozên tundiya li ser jinan de rola xwe bi cih bînin, bên rakirin.