Aktivîstên jin ên Iraqî: Li dijî krîz û şeran divê jin xwe bi hêz bikin

Jinên Iraqî ji ber şer, krîzên siyasî û aborî bi gelek zoriyan re rûbirû ne. Vê rewşê, bi zêdebûna gotinên mezhebperest re, dibe sedem ku di nava civakê de şikestinan zêdetir bike. Li hemberî vê pêwîst e jin ji bo xwe û malbatên xwe hêza xwe mezin bikin.

RACA HAMID REŞÎD

Iraq –  Jinên Iraqî yên aktivîst, ji ber mercên heyî, krîz, şer û tevlîheviyên civakî bi awayê neyînî bi bandor dibin. Ji bo ku jin bi van zoriyên aborî, civakî û siyasî re derbikevin serî divê hêza xwe mezin bikin lewre rola jinan di avakirina îstîqrarê û ji nûveavakirinê de pir mezin e.

Di têkoşîna bi krîzan re bihêzkirina jinan şert e

Akivîsta mafên mirovan Îsra Selman, diyar kir ku yên herî zêde jin bi şer û krîzên civakî re rûbirû dimînin jin in û wiha domand: “Li gorî beşên din ên zêde zirarê ji krîzên aborî dibînin jin in. Rewşa siyasî ya heyî û pevçûnên ku pê re çêdibin, rasterast bandorê li ser jiyana aborî ya jinan dikin, barê wan ê jiyanê girantir dikin û zextên derûnî û civakî kûrtir dikin. Bi taybetî di pêvajoyên şer de ji bo jin bikaribin xwe biparêzin û bi mercên derasayî re derbikevin serî, divê di her warî de xwe bi hêz bikin. Jin çawa ku dikarin karê xwe bimeşînin, dikarin fêrî rêbazên parastina binehîn bibin. Bi van kêrhatiyên xwe dikarin li ser civakê bandorên baş çêbikin. Di van mercên zor de ev pêdiviyeke jiyanî ye.”

‘Divê plankirina perwerdeyê hebin’

Îsra Selman diyar kir ku gotinên mezhebperest zoriyên ku jin dikşînin zêde dikin, bi taybetî ji bo jinên di mercên zor de dijîn rewş girantir dibe û got: “Ji bo ku bi van zoriyan re derkevin serî divê ku jin bikaribin kêrhatiyên xwe bi pêş bixin. Tenê bi vê yekê jin dikarin li dijî gotinên mezhebperest rawestin, xwe û malbatên xwe ji xeterên heyî biparêzin. Ji bo ku bizanibin xwe û malbatên xwe li dijî krîzan biparêzin divê ku planên perwerdeyê hebin. Ji ber aloziyên herêmî û bêîstîqrariya hundir a siyasî ev yek şert e. Bi taybetî di civakên ku gotinên cudakar û mezhebperest li wan zêde ye, jin zêdetir ji krîzan bi bandor dibin.”

Îsra Selman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku ji bo bihêzkirina jinan divê planên neteweyî yên berfireh û bernameyên perwerdeya taybet hebin û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku jin bikaribin bi koçberî, tunebûna çavkaniyên debarê û ewlehiyê re derbikevin serî, divê ji her alî ve kêrhatiyên xwe bi pêş bixin. Divê ku hikumet û saziyên civaka sivîl di vê mijara krîtîk de bi hev re bixebitin.”

Zanîna jinan xeta yekem a parastinê ye

Aktivîst Cuman Samerraî jî bal kişand ku têkoşîn tenê şer û girtina çekê nîn e diyar kir ku zirara jin dibînin gelek e û wiha got: “Di gelek waran de jin di bin zextê de ne. Pêkanînên civakî û çandî jî hene. Bi taybetî krîzên mezhebi û aborî pevçûnên civakî kûrtir dikin. Jin çawa ku berê pêşengên civakê bûne, niha jî di avakirina civkê de hevkarên sereke ne. Bi taybetî jinên Iraqî tevî krîzên ku bi dawî nabin û gotinên mezhebperest jî hêz û berxwedêriya xwe îsbat kirine.”

‘Divê jin malbatên xwe û derdora xwe şiyar û zana bikin’

Cuman Samerraî peyam da jinan û bang kir ku zana û serbixwe bin, nebin perçeyê mezhepperestî û cudakariyê û wiha bi dawî kir: “Jin weke rojnameger, dayîk û mamoste di avakirina civakê û gihîştina nifşên nû de roleke girîng dilîzin. Ez bang dikim ku nirxên aştiyê zêde bikin, perçebûnê red bikin û aydiyeta neteweyî biparêzin. Divê jin malbatên xwe û derdora xwe şiyar û zana bikin. Li dijî zoriyên heyî, ji bo îstîqrarê roleke çalak bilîzin.”