Şoreşa 19`ê Tîrmehê serxwebûn û vejîna gelên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye

Çirûska azadiyê ji Kobanê bi rê ket, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gihîşt lûtkeyê Bajarê Kobanê pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir. Gel xwe li dijî desthilatdariya rejîma Baasê birêxistin kirin û di şeva 19`ê Tîrmehê de bûn volkan û çirûska ber bi serxwebûnê ve. Leyla Ehmed dibêje ku ev şoreş vejîna gel û jinên Rojavayê Kurdistanê bû.

Çirûska azadiyê ji Kobanê bi rê ket, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gihîşt lûtkeyê
Bajarê Kobanê pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir. Gel xwe li dijî desthilatdariya rejîma Baasê birêxistin kirin û di şeva 19`ê Tîrmehê de bûn volkan û çirûska ber bi serxwebûnê ve. Leyla Ehmed dibêje ku ev şoreş vejîna gel û jinên Rojavayê Kurdistanê bû.  
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dawiya sala 2010`an û destpêka 2011`an, demeke ku wê heta çend sedsalên din jî behsa wê bê kirin. Dîrokeke ku wê di mêjiyê hemû kesên para xwe ji serhildanên wê demê girtine, bimîne. Di wê demê de raperîn û şoreş li gelek welatên Ereban weke Misir, Lîbya, Tûnus, Cezayîr, Sûriye û Yemenê dest pê kirin. Ev qonax bi nave Bihara Ereban hat naskirin lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Bihara Gelan bi nav dike. Di destpêkê de serhildanên gel ji bo pirsgirêkên aborî hatin ragihandin lê piştre xuya bû ku êdî gel netehmulkirina li hember desthilatdariya pergala serokên dewlet-neteweyan nîşan dan.
Raperîna Sûriyeyê ji naveroka xwe derket 
Raperîna Sûriyeyê ku niha bi aloziyê têbinavkirin, bi dirûşma "Gel dixwaze pergal hilweşe"di 15`ê Adara 2011`an de dest pê kir. Li gelek bajarên Sûriyeyê gel bi daxwaza rizgarkirina girtiyên sivîl û siyasî daketin qadan. Di meha Tîrmehê de şêwazê meşan bi pêş ket û êdî mitîng hatin lidarxistin. Opozîsyona Sûriyeyê ragihand ku hêzên rejîma Baasê êrîşî xwepêşandanan kirine. Li aliyê din jî rejîma Baasê ragihand ku wan êrîşî komên çekdar û terorîst kirine. Di wê navberê de bi hezaran ji gelên Sûriyeyê koçberî Tirkiye, Lubnan û Urdinê bûn. Bi pêşketina aloziyê re bi sedan ji leşkerên rejîma Baasê dest ji hêzên xwe berdan. Li ser vê bingehê di meha Tebaxê de Artêşa Azad a Sûriyeyê hat raghandin. Bi vî rengî jî êdî şerê çekdarî di navbera hêzên rejîma Baasê û Artêşa Azad a Sûriyeyê de dest pê kir. Bi vî rengî jî di sala 2012`an şerekî giran ê navxweyî ku di nav de hemû çekên giran, tang û balafirên şer hatin bikaranîn, rû da. 
Gelê Kobanê hebûna xwe parastin
Bajarê Kobanê yek ji herêmên Rojavayê Kurdistanê ye lê rejîma Baasê navê wê veguheriye û kiriye Eyn El-Ereb. Ev bajar bi zext û zordariyeke dijwar a rejîma Baasê re rû bi rû dima. Lê tevî vê yekê jî gelê wê bi awayekî veşartî xwedî li çand û nasnameya xwe derketin û hebûna xwe parastin. Bi rengekî dizî mamoste hatibûn amadekirin û dersên zimanê kurdî dihatin dayîn. Her wiha Yekitiya Star ku di 2005`an de hatibû birêxistinkirin, jinan di bin sîwana wê de kar û xebatên xwe dikirin. Her wiha ciwanan jî rola xwe dilîstin û rêxistinbûna xwe ava kiribûn. Meclisên gel û hêzên parastina rewa hatibûn avakirin. Dayikan kar û xebatên cebhewî dikirin. Ji bo rojên taybet ên weke 8`ê Adarê, 21`ê Adarê, 27`ê Mijdarê, 15`ê Tebaxê, 4`ê Nîsanê û hwd. çalakî û pîrozbahî dihatin lidarxistin û amadekarî bi dizî dihatin kirin. Her çend rojan wê çend kes bi bihaneyên xebatên siyasî yên li dijî ewlehî û aramiya Sûriyeyê, dihatin girtin û wan davêtin girtîgehên Şam û Helebê. Kobanê ji aliyê xebatên xizmetguzarî ve hatibû paşguhkirin, ji ber vê dar, park, baxçeyên zarokan, ziftkirina riyan, dirêjkirina xetên avê lewaz bû. Ji lewra heger mirov bala xwe bide dîmen û wêneyên Kobanê yên beriya şoreşê, wê paşguhkirina Kobanê ji aliyê rejîma Baasê ve baş bibîne. 
Amadekarî li Kobanê bi ser ketin û şoreşê dest pê kir
Gelê Kobanê amadekariyên lidarxistina şoreşê kiribûn. Ji ber vê rêxistin û saziyên ku hatibûn avakirin her wiha gel û bi taybetî jinan di şeva 19`ê Tîrmeha 2012`an de bi rengekî plankirî êrîşî sazî û dezgehên rejîma Baasê kirin û dest danîn ser. Li ser vê bingehê di 19`ê Tîrmehê de rizgarbûna Kobanê ji pergala rêjîma Baas`ê hat raghandin û bi vî awayî çirûska destpêkê ya şoreşê ji Kobanê dest pê kir. Pişt re di 20, 21 û 22 Tîrmehê de hersê herêmên Rojavayê Kurdistanê Kobanê, Efrîn û Cizîr bi temamî ji desthilatdariya rejîma Baasê hatin rizgarkirin û serxwebûna Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. 
Ji berhemên şoreşê… Neteweya Demokratîk û hevgirtina gelan 
Mirov dikare cudabûna şoreşa 19`ê Tîrmehê ji şoreşên Rojhilata Navîn û yên cîhanê ji gelek aliyan ve binirxîne. Ev şoreş li ser bingeheke bîrdozî hat destpêkirin. Gelê Kurd pêşengiya rizgarkirina tevahî pêkhatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ereb, Suryan, Turkmen, Ermen, Asûr, Çerkez û hwd. ji pergala rejîma Baasê ya netewperest, desthilatdar û qirker kirin. 
Pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ku alternatîfa pergala rejîma Baasê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin. Her pêkhateyek bi reng, ziman, çand û nasnameya xwe beşdarî vê rêveberiyê bûye û jiyana xwe birêve dibe.
Jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengên azadî, têkoşîn û serkeftinê ne
Aliyê din ê ku ji tevahî cîhanê re balkêş hat, hebûna jinan a di nava şoreş û pergalê de ye. Jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji beriya şoreşê ve di bin sîwana Yekitiya Star de birêxistin kirin. Ji ber vê jin bi rengekî çalak rola xwe di şoreşê de lîstin. Her wiha di nava pergala Rêveberiya Xweser de rêbaza hevserokatiyê tê meşandin. Ev model jî wekheviya di navbera herdû zayendan de di aliyê birydardarî û rêveberiyê de nîşan dide. Di asta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi herêm, kanton, encûmen, meclis, deste û buro hevserokatî tê meşandin. Her wiha Desteya Jinan a Serbixwe jî heye. Li rex hebûna jinan a di qada giştî de, jinan sazî û rêxistinên xwe yên taybet weke Kongreya Star, Mala Jinan, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), HPC-Jin, Hîlala Zêrîn, Yekîtiya Jinên Ciwan, ekademî, navenda lêkolînên Jineolojî û Meclisa Jinên Sûriyeyê ava kirin. Her wiha di nava saziyên civaka sivîl de, partiyên siyasî, qada tenduristî, çandî, civakî, leşkerî, perwerde, diblomasî û hwd. xweserî û hebûna xwe diparêzin. Li ser vê bingehê heta niha di tu pergalên dewlet-neteweyan de proje û pergaleke bi vî rengî nehatiye bikaranîn.
Piştê serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistan û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi gelek êrîşan re rû bi rû man. Êrîşên Cebhet El-Nusra, Çeteyên DAIŞ`ê, Dewleta, tirk, dagirkerî, koçberî, komkujî û şerê taybet bi pêş ketin. Lê van êrîşan bi tu şêwazî jî nikaribûn çirsûka şoreşê vemirînin, berovajî di her gefxwarin ango êrîşê de, agirê şoreşê gurtir dibe. 
Jina bi navê Leyla Ehmed a 45 salî ji 15 saliya xwe ve dest bi kar û xebatên cebhewî kiriye û weke pêşengek cihê xwe di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de girt. Leyla ji ajansa me re behsa heyecan û rûdana şoreşê kir.  
"Me şoreş bi eşqeke mezin pêşwazî kir"
Leylayê zextên rejîma Baasê bi lêv kir û wiha got: "Ew roj xewn û xeyala her welatiyek Rojava bû, ji ber vê me bi eşqeke mezin pêşwaziya  oreşê kir. Min beriya şoreşê kar û xebatên cebhewî dikir, ji ber vê me zordarî û zexteke mezin ji aliyê rejîma Baasê ve dît. Di dema çalakiyan de ji zarokên heft salî û heta kesên 70 salî li kolanan bûn. Jinan bi tilîlî û çanda xwe ya resen pêşengiya çalakiyan kirin û gotin êdî bes e ji zordarî û qirkirinê re."
"19`ê Tîrmehê vejîna jinên Rojava ye"
Leyla Ehmed ziraviyên çalakiyan anî ziman wiha pêde çû: "Di dema ku li tevahî bajarên Sûriyeyê şer û pevçûn hebûn, me li Kobanê meş û mitîngên xwe ranediwestandin. Me azadî, nasname û serxwebûna xwe xwest. Me xwe bi rengekî veşartî birêxistin kiribû, dema ku derfet çêbû me êrîşî saziyên rejîma Baasê kir, me dest danî ser cihên wan û me alên xwe hildan. Em vê şoreşê weke vejîna me jinan pênase dikin. Hestên wê demê hîna zindî ne û roj bi roj nû dibin. Me wê demê hîs kir ku em hene û li ser axa Rojava dijîn. Ew roj ji bo me cejn bûn û me kêfxweşiya xwe bi tu tiştî nedida."