‘Şahidiya du jinan wekî ya yek zilamî ferasetek şaş e’
Parêzer Aştî Abdullah destnîşan kir ku yasayên başûrê Kurdistanê di hemû warên cuda yên dadweriyê de tu cudahiyan nake navbera jin û mêran û got ku “Nêrîna giştî ya ku dibêje şahidiya du jinan di dadgehan de wekî ya yek zilamî tê hesibandin şaş e.”
MEHRÎBAN SELAM
Helebce – Di nav hawirdorên civakî û di hinek nêrînên giştî de wiha tê zanîn ku ji aliyê qanûnî û dadwerî ve, şahidiya jinê nîvê şahidiya zilamekî ye. Ev yek jî dibe sedema ferasetek ku divê du jin bi hev re şahidiyê bidin da ku li hemberî zilamekî bê hesibandin. Ev mijar gelek caran di asta mafên jinan û wekheviya qanûnî de di nav civakê de dibe cihê nîqaşan.
Di şîrovekirineke yasayî ya li ber dadgehên Herêma Kurdistanê de, parêzer Aştî Abdullah rastiyeke girîng di metnên yasayî de destnîşan dike û her cudakariya zayendî ya derbarê şahidan de red dike.
‘Di şahidiyan de tu cudahî di navbera jin û zilaman de tune ye’
Aştî Abdullah di berfirehiya nirxandinên xwe de diyar kir ku qanûnên Herêma Kurdistanê di hemû warên dadweriyê de (sivîl, ceza û barê kesayetî) tu cudahiyê nakin navbera şahidiya jin û zilam. Aştî wiha got:“Her du alî bi wekhevî tên hevsengkirin. Di nav civakê de dîtineke belavbûyî heye ku qaşo du jin li hemberî zilamekî ne. Gelo ev rast e? Bersiva me ji bo hemû van pirsên ku ji aliyê civak û hemwelatiyan ve tên kirin, pir zelal e: Di nav dadgehan de bi şêwazekî wekhev hatiye nihêrtin; çi di dadgehên sivîl û barê kesayetî de, çi jî di dadgehên ceza de, tu cudahî di navbera jin û zilaman de nayê dîtin.”
‘Di belgeyên fermî de wekhevî heye’
Aştî Abdullah bal kişand ser belgeyên yasayî û wiha dewam kir: “Ger em li wan belgeyên qanûnî binhêrin ku rojane tên dîtin, di wê şahidiya ku tê kirin de, di belgeyên zewacê, mirin û jidayîkbûnê de em tu cudahiyê nabînin. Di navbera du jin û zilamekî de bi tu şêwazî tu cudahî nayê kirin. Çendîn caran ez li dadgehê amade bûme, min dîtiye ku ferqa jin û zilam nîne. Tenê di mijara dabeşkirina mîrateyê de ku taybetmendiyên wê yên olî û hiqûqî hene, hinek pîvanên cuda hene, lê di warê şahidiyê de maf wekhev e.”
Şertên şahidiyê yên yasayî çi ne?
Di berdewamiya axaftina xwe de, Aştî Abdullah destnîşan kir ku derbarê derxistina belgeyan ji dadgehê (wekî jidayîkbûn, mirin, zewac û mijarên kesayetî) ku pêdiviya wan bi îsbatkirinê heye, hinek şertên yasayî ji bo şahidan hene.
Aştî ev şert wiha rêz kirin:
Temen: Divê temenê şahid ji 18 salî mezintir be.
Tenduristiya Hişî: Divê di warê hiş û derûniyê de kesekî aqilmend û kamil be.
Sondxwarin: Ji ber ku şahidî bi şêwazekî devkî ye, ew kes sond dixwe ku ew tiştê dîtiye rast û dirust be. Divê ji aliyê dadwer ve dema sond xwar, bêje: ‘Ew tiştên min dîtine rast û dirust in’.
Zanyarî: Di dema wergirtina gotinên şahidiyê de, divê hemû zanyariyên kesayetî yên şahid bi rêkûpêk bên nivîsandin.
Aştî Abdullah di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya vê mijarê û wiha got: “Mijara şahidiyê mijareke pir girîng e û hinek kes di dadgehan de ji rûyê qanûnî yê vê mijarê agahdar nînin. Divê şahid rast biaxive, tiştê dîtiye û bihîstiye bêyî derew behs bike û tu carî sonda derew nexwe.”