Întîsar El-Saîd: Pêwîstiya me bi pêşxistina zagoneke yekgirtî heye

Parêzera Parastina Mafên Jinan û Seroka Desteya Rêveber a saziya Qahîreyê ji bo pêşketin û Zagonê, Întîsar El-Saîd der barê binpêkirinên li dijî jinan de got ku ew ê xebatên têkildarî, têkoşîn û girîngiya mafên jinan bidomînin û bêdengiyê bişkînin.”

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Saziya Qahîreyê, ji bo pêşketin û hiqûqê rêxistinek ne hukmî ya femînîs e. Ev sazî bi fikrên jîngehek zagonî ya piştgiriya ji jinan re di her astî de hatiye sazkirin. Di heman demê de bi komên marjînal û xizan re têkildar e û ji bo wan rêze kampanyayan dide destpêkirin. Kampanya wan a herî dawî jî parastina mafê jinan bi dirûşma “Tenduristiya wê, mafê wê ye” dan destpêkirin. Saziya Qahîreyê pêşî li hemberî binpêkirinên jinan digre û di her alî de piştevanî dike. Sazî di sala 2021’ê de zagona jinan derxist. Der barê kar û xebatên saziyê de, parêzera Parastina Mafên Jinan û Seroka Desteya Rêveber a saziya Qahîreyê ji bo pêşketin û zagonê, Întîsar El-Saîd bi riya gotibejêk bersiva pirsen ajansa me da. 
Kampanya herî dawî ya ku we bi dirûşma “Tenduristiya we, mafe wê ye” yek ji kampanyayên saziya Qahireyê ye hûn dikarin behsa kampanya xwe bikin?
Kampanyaya ku me bi dirûşma “Tenduristiya we, mafê we ye” ji aliye saziya Qahîreyê ve ji bo pêşketin û zagonê di sala 2021’ê de hat destpêkirin. Kampanyaya me di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî û li ser jinan hatiye destpêkirin. Kampanyayê ji bo parastina mafê jinan di warê tenduristiyê de roleke mezin lîst û xizmetguzariyên bijîjkî bi pêş xist. Beriya em vê kampanyayê li dar bixin, sê sal di ser bernameya lênêrîna bijîjkî ya ewlekar de ji bo jinan kar û xebat hatiye meşandin. Bi riya wê em alîkariya bijîjkî, şêwirdariyên hişyariyê û avakirina kapasîteyê ji bo pêşkêşkirina kar û barên bijîşkî peyda dikin. Dema em nexweşan mûayene dikin, em dibin şahidên serpêhatiyên wan. Di serpêhatiyên wan de tacîz, binpêkirina maf, heqaret û biçûkxistin hene ku me li wan kesan bi xwe guhdar kiriye. Hin ji wan jinan dizanin ku rastî destdirêjiya zayendî hatine lê ji tirsa paşverûtiyên civakê û bandora wan li ser jiyana wan, bêdengiyê hildibêjêrin. Em jî wek saziya Qahîreyê bi kampanyaya xwe alîkariya van jinan dikin û li dijî bûyerên wiha têdikoşin. Di van demên dawî de hemşîrekî mêr ku tacîzî nexweşekî di dema muayeneyê dike ket rojevê. Der barê vê mijarê de me darizandinek bi dest xist û ev mêrê hemşîr hat girtin û cezayê pere jî da.
Hûn dikarin behsa kampanyayên din ên ku di salên borî de we dane destpêkirin bikin?
Di nava civakê de li dijî jinan êrîşên mezin berdewam dikin. Gelek jin ji ber tirsa paşverûtiya civakê dest ji mafên xwe berdidin. Me di sala 2015’an de bi hevkariya Însiyatîfa Misrê ya ji bo mafên kesan û navenda Tadawun ji bo lêkolînên zayendî, kampanya bi navê “Ne şerm e” da destpêkirin. Jinên ji her beşê rastî paşverûtiyên civakê tên, jinên hatine sinetkirin hene û jin rastî tundiyên mezin tên. Der barê van mijaran de xebatên me hene. Em kêliyek jî ranawestin da ku mafên jinan bi dest bixin. Em bi kampanyayan kar û xebatên xwe dimeşînin, armanca me ew e ku em paşverûtiya civakê û tundiya li ser jinan ji holê rabikin. 
Di saziya Qahîreyê de hin zagon hatine derxistin hûn dikarin qala zagonên ku mafên jinan diparêzin bikin?   
Em dikarin bêjin ku bi zagonên têkildarî tundiya li ser jinan re, pêşketin li ser mijarê çêbûye. Ji bo parastina mafên jinan ên ku rastî tundiya zayendî hatine, zagonek taybet hat derxistin. Di heman demê de zagon li ser tundiya sinetê jî heye. Di destpêka sala borî de cezayê wan kesên ku tundiya sinetê li dijî jinan pêk tînin gihîşt deh salan. Lê ev zagon têrê nake divê hîn zêdetir kar were meşandin da ku jin ji tundiyê xilas bibin. Ji lewre ya herî girîng ew e ku divê tundiya li dijî jinan pêk tê bi riya agahdarkirin, şahid û pisporan temam bibe. Ji ber ku gelek ji wan bi taybetî di dozên çewisandinê de rastî gefan tên. Her wiha di zagona mîrasê de em hê jî zehmetî dijîn. Ji ber çanda serdest hin ji wan naxwazin bira yan kurekî bişînin dadgehê. Em dikarin bêjin ku çanda gelêrî yek ji faktorên sereke ye ku dibe sedema cudahiya li dijî jinan û gelek mafên jinan di nava civakê de winda bibe. Bi taybetî di sala borî de guhertin di zagona sinetê de hat kirin. Di heman deme de tayînkirina jinan ji bo meclisa dewletê hat kirin. Lê dîsa jî zehmetî hene. Pêwîstiya me bi zagoneke şexsî ya dadmend a jinan heye. Ji ber zagona heyî nîşan dide ku bi wan re ye lê di rastiyê de newisa ye. Ji ber ku yên ava dikin mêr in û yên ku pêk tînin jî mêr in. Ev mêr pirsgirêkên mezin li pêşiya jinan derdixin. Ji bo tundiya li ser jinan hê jî pêwîstiya me bi pêşxistina zagoneke yekgirtî heye, ji ber ku di zagona ceza de xalên cuda hene. Pênaseya tawana destavêtinê hê ji ber paşverûtiyê baş nayê vegotin û di zagona Misrê de kêmasiyên xwe hene û destavêtina zewacê sûcdar nake. 
Sazî û dezgehên ku alîkariya kampanyaya we dikin kî ne?
Di zagona Misrê de, dema jinek rastî tacîzê tê, li cihê bûyerê li tacîzkar 5 sal zindan û 50,000 lîre ceza dibire. Lê em dîsa jî bi tirsê re rû bi rû ne. Her wiha kiryarên tacîzê dema jin li ser kar bin jî pêk tê. Tirsek jinan li cihê kar jî heye ku rastî destdirêjiyê werin. Di heman demê de sazî û dezgehên li dijî tacîz û tundiya li ser jinan ne xwedî polîtîkayên têkoşînê ne. Em dixwazin jîngehek bi ewle ji bo jinan ava bikin û hin kargeh hene ku berê jî bersiv dane daxwazên jinan û dest bi polîtîkayên pêwîst kirine. Rêxistinên civaka sivîl siyasetek ji bo parastina jinan li cihê kar pêş xistine. Saziya me bi xwe jî di sala 2020’an de komxebatek bi navê “Cîhanek ewle ya kar” li dar xist. Komxebat li ser bilindkirina hişmendiyê, li ser pêwîstiya xebatê, li ser pêşxistina polîtîka û prosedûrên taybet di saziyan de û tundiya li ser jinan bû. Ji bo avakirina jîngehê ji bo jinan dema wê ne diyar e lê em hêvîdar in ku metnên zagonî der barê pêşxistina van siyasetan de bipejirînin da ku bingeha jîngeha ku em ava bikin bi ewle be û jin tê de bê tirs bijîn.
Xwekuştina Basant Xalid, di dema borî de bû sedema gengeşiyê, saziya we çawa bi vê dozê û mijarên mîna wê re mijûl dibe?
Em dixebitin ku şîretên zagonî yên têkildarî destdirêjiya zayendî ya elektronîk ji bo jinên ciwan peyda bikin. Piraniya jinên ciwan naçin navendên polîsan, ji ber ku nizanin wê rastî çi zehmetiyan werin. Me weke sazî dosyayên şantajê dane rawestandin, ji ber ku di gelek rewşan de bijarteya zagonî ji bo jinên ciwan ne baş bû. Mixabin civaka Misrê zextê li jinan dike, weke ku me di mijara Basant Xalid de dît ku neçar ma xwe bikuje. Me di peyama wê de dît ku ji dayika xwe re gotibû ew ne xwediyê wêneyên belavbûyî ye. Ez bang li hemû malbatan dikim ku piştgiriyê bidin zarokên xwe û li cem wan bin. Divê jinên ciwan hîs bikin ku malbatên wan li kêleka wan in. Ji bo doza Basant Xalid jî diyar e ku kesek nebû ku ji gotinên wê bawer bike û guh bide wê loma ev yek jî wê neçarî mirinê kir. Ez daxwaz dikim ku kesên şantajkar bên darizandin û divê dayik û bav piştgiriyê bidin zarokên xwe û wan zêdetir hişyar bikin. 
Yek ji zagona herî bi hêz û piştgiriya mafên jinan dike û beşeke mezin ji wan ji îstîsmar û şantajê diparêze, zagona bazirganiya mirovan e. Hûn dikarin qala vê zagonê bikin?
Gelek jin, agahiya wan ji hebûna zagona bazirganiya mirovan nîn e. Heta hin parêzer jî dibêjin ku di hinek aliyan de têgihîştineke şaş heye. Hinek jî di wê baweriyê de ne ku tenê bi firotin  û bazirganiya organên mirovan sînordar e. Ji bo keçen ku bi navê “Keçên tiktok” dihatin naskirin, ji destpêka dozê ve em piştgiriya wan dikin. Me gelek daxuyaniyên piştgirî da van jinên ciwan ku me tê de diyar kir li ser tora civakî jin û jinên ciwan rastî tundiyê tên. Bi rastî em dibînin ku qeyrana nehevsengiyê di vê mijarê de heye. Em wek sazî û dozê dişopînin û ez hêvîdar im ku ew ji vê dozê bê xisar û kêmasî derkevin. 
Însiyatîfên ciwan hene ku di van demên dawî de dest bi xebatê kirine, hûn bandora wan li ser mijarên femînîst çawa dibînin û nêrîna we li ser tevgera femînîst a Misrê re çi ye?
Hebûna însiyatîf, sazî û rêxistinan tiştekî pir girîng e ku em bi riya wê di tevgera femînîst de kadroyên femînîst ên nû bi dest bixin. Gelek parêzer hene ku ji bo li gorî hewcedariyên wan ên cuda, piştgiriyê bidin jinan, pêwîstiya wan bi xebata sazî û însiyatîfan heye. Tevgera femînîst a Misrê bi hêz e û xwedî tecrubeyên dirêj e. Di hin dosyayan de serkeftin bi dest xistiye. Ji bo bidestxistina serkeftinên jinan, em her dem têdikoşin û rewşa tevgera femînîst li Misrê ne kêmî ya hemtayên wê yên li welatên Ereb e.
Salek bi gelek pirsgirêk, bûyer, biryar û heta qeyranan bi dawî bû, zehmetiyên herî girîng ên ku hûn pê re rû bi rû mane çi ne û ji bo sala nû çi planên we hene?
Pirsgirêkên herî girîng ên ku em di sala borî de pê re rû bi rû man, mîrasa çandî ya ku tundiya li dijî jinan berdewam kir û her wiha nebaweriya bi girîngiya zagonê ji bo gelek kesan bû. Yek ji wan pirsgirêkan jî ew e ku gelek jin haya wan ji bo bidestxistina mafên xwe li gorî zagonê nîn e. Em piştgiriya jinan dikin, biryara wan çi dibe bila bibe lê em rastî nerazîbûna hinekan ji bo çûyîna dadgehê hatin. Tevî ku gelek ji wan rastî tundiyê hatin, hinek ji wan rastî destavêtinê hatine. Piştgiriya jinên rizgarbûyî yek ji wan pirsgirêkên ku rastî rêxistinan tê. Di bernameya xebatê ya sala 2022'an de em ê xebat, têkoşîn û girîngiya mafên jinan û şikandina bêdengiya li ser jinan bidomînin.