Însiyatîfa Sit Eman li Misrê dibe hêvî ji bo jinên cotkar

Esma Mehran bi xebat û hewldanên xwe astengiyên civakî yên li pêşiya mafê mîrasê derbas kir. Bi avakirina însiyatîfa "Sit Eman" gelek gavên girîng avêt û niha bûye dengê bi dehan jinên cotkar ên li Seîda Jorîn.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Esma Mehran piştî mirina bavê xwe, bi carekê xwe di nava nakokiyeke malbatî ya li ser mîrasê de dît. Wê fêm kir ku riya gihîştina mafê wê yê li ser erdê çandiniyê ne hêsan bû. Kêşe bi qasî ku civakî bû ewqas hiqûqî nebû. Ji ber ku hinek dab û nêrîn hê jî daxwaza jinan a ji bo mafê mîrasê wekî derketina ji rê û resman dibînin her çendî ev maf ji aliyê qanûnê ve hatibin misogerkirin jî.

Esma Mehran di hevpeyvînekê de li gel nûçegihana ajansa me diyar kir ku ev nakokiyên mîrasê û rêûresmên civakî jiyana jinan asteng dikin.

Esma Mehran di destpêka axaftina xwe de got ku di dema tevlîheviya di warê mîras de, dayîka wê piştgirî dayê û wiha berdewam kir: "Lê belê kesên derdorê û civak di vî warî de piştgirî nedan. Ez bi rexne û tawanbariyan re rûbirû mam. Civakê min tawanbar dikir, digotin dibim sedem ku jin li dijî malbatên xwe derbikevin. Hinek jinên extiyar gotin ku axaftina min a li ser mafên jinan dibe ku bibe sedema hilweşîna malbatê û derxistina nakokiyan di navbera xwişk û birayan de."

Însiyatîfek ji bo piştgiriya jinên cotkar

Esma Mehran tekez dike ku tevî vê yekê jî wê gav paşve navêtiye, di Çileya 2025'an de, bi komek ciwanên keç û kur re li hev civiyane da ku însiyatîfa "Sit Eman" (Xanim Eman) damezirînin,. Her wiha diyar kir ku armanca wan ew bûye ku bi însiyatîfê piştgiriyê bidin jinên cotkar ên ku ji mafê xwedîderketina li erdên çandiniyê tên bêparkirin, an jî di dema xebata çandiniyê de rastî tundî û cudakariyê tên.

Esma wiha pê de çû: "Însiyatîfê bi tîmeke biçûk ku ji pênc kesan pêk dihat dest pê kir. Gava me ya yekem organîzekirina rûniştinên guhdarîkirinê li gundê 'El-Belayîze' li Asyûtê bû. Li wir, min guhdariya çîrokên jinên ku cesareta daxwazkirina mafên xwe nedikirin kir. Ji tirsa ku malbatên xwe winda bikin an jî ji aliyê civakê ve bên tecrîdkirin. Di dema van rûniştinan de, min fêm kir ku pirsgirêk tenê bi bêparkirina jinan ji mîrasê namîne, sîrayetî jiyana wan a çandiniyê û rojane dike. Gelek jinên cotkar di dema kar de rastî tacîzê tên. Her wiha di gihîştina xizmetên çandiniyê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Di heman demê de girîngî û pêşengî ji bo dabeşkirina pêdiviyên hilberînê ji mêran re tê dayîn. Tevî ku jin di karên çandiniyê de dixebitin û wekî çavkaniyeke bingehîn a dahatê xwe dispêrinê."

Esma Mehran diyar dike ku ji bo rûbirûbûna van rûdanan, qada xebata însiyatîfê berfireh kiriye, rûniştinên hişyariya qanûnî, kampanyayên xwecihî û hevdîtinan bi xizmetkarên çandiniyê re pêk anîne da zanîn ku hewl daye balê bikşîne ser mafê jinan ê girtina xizmetan.

‘Min jinan li ser teknîkên nûjen perwerde kir’

Esma Mehran da zanîn ku bi zêdebûna bandora guhertinên avhewayê li ser çandiniyê re, me dît ku bernameyên perwerdeyê yên taybet bi adaptasyona avhewayê piranî mêran armanc dikin û jin jê bêpar dimînin û got: “Ji ber vê yekê, min mijarek nû li însiyatîfa xwe zêde kir ji bo perwerdekirina jinên cotkar li ser teknîkên nûjen ên çandiniyê. Weke çandiniya li ser rûbaran (terraces) û vezîvirandina bermahiyên çandiniyê û ajalan ku ev yek dibe alîkarî berhemên xwe biparêzin û hilberîna xwe baştir bikin. Yek ji wan ezmûnên ku herî zêde bandorê li ser giyanê min hişt, çîroka jinek bû. Însiyatîfê alîkariya wê kir ji bo mafê xwe yê qanûnî li ser erdê xwe yê çandiniyê vegerîne. Piştî hewldanên lihevanînê, wê piştgiriya qanûnî ya pêwîst girt û dikaribû dozê qezenc bike erdê xwe vegerîne, tevî ku paşê ji ber daxwazkirina mafê xwe rastî gefan hat jî."

Esma Mehran vê dozê wekî delîlek dibîne ku zanîna qanûnî û piştgiriya civakî dikare guhertineke rastîn di jiyana jinan de çêbike.

Hişyarî û biryardarî gavên yekem in

Esma Mehran dikaribû prosedurên xwedîderketina li erdê xwe yê çandiniyê bi dawî bike û bû xwediya peymana fermî ya xwedîtiyê ligel karta xwedîtiya çandiniyê. Ew vê gavê wekî xaleke guhertinê di jiyana xwe de bi nav dike, ji ber ku wê bawer kiriye û nîşan daye ku maf dikarin werin girtin dema ku hişyarî û biryardarî hebe.

Îro, ew xeyal dike ku "Sit Eman" bibe saziyeke pispor ku xizmeta jinên cotkar li bajarên cuda yên Sûda Jorîn (Seîd) a Misrê bike û piştgiriya zagonî, civakî û geşepêdanê ji wan re peyda bike. Ew tekez dike ku peyama wê tu carî ne bangewaziya ji bo nakokiyê bûye, ji bo bihêzkirina jinan e da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û li ser erdên xwe bi ewlehî û rûmet bixebitin.

'Em dixwazin xwediyên erdê xwe bin'

Esma Mehran axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî dike: "Em li pirsgirêkan nagerin, em li mafên xwe nagerin. Em dixwazin xwediyên erdê xwe bin, em dixwazin wî biçînin û bi ewlehî tê de bixebitin. Ji ber ku jinên cotkar şirîkên bingehîn in di geşepêdana çandiniyê de û mafê wan heye derfet, naskirin û dadweriyê bi dest bixin."