Înisiyatîfa Safîna ji bo jinên Misrê piştgiriya hiqûqî dide

Di demen dawî de bi armanca pêkanîna piştgiriyên pir alî ji bo jinên li bajarên Misrê, hinek rêze hewldanên ciwanan dest pê kirine. Înisiyatîfa Safîna ku sala borî hat avakirin ji bo jinên li Îskenderiyeyê piştgiriya hiqûqê pêk tîne.

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Parêzer Salwa Beşîr ji bo piştgiriya jinan di aliyê hiqûqî de û ji bo bibe alîkarê derbaskirina krîzên di darazê de û asankirina prosedûran, li bajarê Îskenderiyeyê dest bi Înisiyatîfa Safina kir. Înisiyatîf li Misrê û bi taybetî li bajarê Îskenderiyeyê xebatan dide meşandin, parêzer Salwa Bashir a ku dest bi hewldanê kiriye, der barê xebat û hedefên hewldanê de bersiva pirsên ajansa me da.  

*Di nava hedefên înisiyatîfê de çi hene û ji bo jinan kîjan xizmetê dike?

Ên ku ji înisiyatîfê berpirsyar in, ji bo jinên li bajarê Îskenderiyeyê, heta şopandina hinek dozan bi awayên cuda bi taybetî piştgiriya hiqûqî didin. Ji ber prosedur, ji bo jinên ku daxwaza mafên madî dike gelek giran in. Jinên ku piştî dizewicin demek dirêj a jiyana xwe di malê de derbas dikin û piştî demekê dikarin xwe li kolanan bibînin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bimînin. Ev jî ji bo alîkariya jinan, mafên mirovan û mudaxeleya zagonî pêwîst e.  Ji ber em xelkê bajarê Îskenderiyeyê ne, înisiyatîfa ku me daye destpêkirim pêvajoya piştgirîkirina jinan asan kir. Tîma me ya xebatê ji ber pîranî ji parêzerên jin pêk tê, me bala xebatên xwe daye asta hiqûqî û vê xizmetê di sala 2013’an de dest pê kir. Mijar tenê bi proseduran ve ne sînordar e, hewldan di heman demê de peymana ku mafên mexdûran dixe bin temînatê îmze dike, ji bo çareserkirina hinek rewşên lihevnekirî bi awayekî dostane mudaxele dike.

*Navendkirina li Qahîreyê bandoreke çawa li bajarên din dike?

Bi rastî ev navendbûn, bandorek girîng li ser pirsgirêkên bi taybetî yên ku girêdana wan bi çareseriyên hiqûqû re nîn e dike. Di vê demê de ji bo çareserkirinê piştgirî û rêbazên cuda di vê derê de tê avakirin. Mînak mijarên ku bandorek li ser dozê bike û bi taybetî di platforma medyaya dîjîtal de bi awayekî berfireh were weşandin hene. Dema hûn li Qahîreyê bin wê dengevdanek mezin û têkiliyê bibînin. Li bajarên din jî ev rewş di asteke zêde de tê guhertin. Kêmaniya xizmetê jî heye, di gelek rewşan de dişînin saziyên Qahîreyê, heta perwerde, konferans, asta xebatê ya beşdaran jî ev hemû li Qahîreyê bi zêdehî hene û êdî em dikarin bibêjin navendbûn hê zêdetir heye.

*Gelo vê rewşê xizaniya li bajarên din zêde kiriye. Înisiyatîfa Safîna bajarek xwedî çêkerek taybet dike hedef, li vê derê qeyranên herî diyar ên ku jinan jiyane çi ne?

 Ji ber hebûna turîstan zivistan û havînê li vê derê, cudahiyê dixe nava krîzên ku jin dijîn yek ji pirsgirêkên herî girîng ên ku jin dijîn tacîza dîjîtal û piştre şantajên ku di astên cuda yên perwerdeyê de li dijî zarokên keç tên kirin e. Ji derveyî tacîz, êrîş û binpêkirinên din ên ku jin rastî wan tên, hema bibêje her dem ev rewşa ku derdikeve, dibe sedema tirsa zarokên keç li herêmê, sînordarkirina tevgerên wan û gelek deman bandorê li pêşeroja wan dike. Li Îskenderiyeyê beşek jê ji Misra Jor, beşek jê ji taxên çolwar tên hejmarek zêde ya biyaniyan heye. Ji ber vê çanda serdest li vê derê ne gelek cuda ye. Jin rastî tundî û zexta civakê tên û gelek deman ev rewş bandorê li jiyana wan a perwerde û xebatê dike.

*Xebatên saziyên jinan ên li bajarên dûr ne weke tê xwestin e înisiyatîf wê vê kêmasiyê telafî bikin?

Li Îskenderiyeyê qasî tê xwestin hewl dide bi taybetî bi pirsgirêkên jin, zarok û civakê re eleqedar bibe. Gelê Îskenderiyeyê, di rêbaza doz vekirinê de, xwezaya rûniştvanan û der barê awayê têkiliyên wan de xwedî zanîn e, di esasê xwezaya civakê de dikare were gotin ku hebûna mafên mirovan li herêmê hebe. Hewldanên bi ciwanan ve girêdayî îsbata vê yekê ne. Ji ber ku dilxwazên li vê derê di heman demê de xwezaya civakê, pêwîstî, kevneşopiyên endamtiya wan û terzê jiyana wan fêr dibin û ev jî bandorek dirêj û kurt dike.

*Bi taybetî ji bo piştgiriya jinan planên we yên pêşerojê çi ne?

Hem bi riya xebatkarên dilxwaz ên înisiyatîfê û hem bi riya rênîşandana hevkaran, bi armanca her alî de piştgiriya jinan saziyên jinan û hewldanên ciwan gelek hevkariyên me hene. Vê salê jî bi înisiyatîfa Bar Aman em bê sebir li benda xebatên atolyeya ku were lidarxistin û di bernameyên me yên xebatê ne. Bi armanca piştgiriya psîkolojîk ji bo mexdûrên tundiyê, me têkilî bi derûnînasek re danî. Di heman demê de ji bo yên ku riya doz û giliyê nehilbijêrin pêkanîna zanîna hiqûqî û der barê rêbaz de bi armanca zêdekirina hişyariyê  bi aramca amadekirina saloneke hiqûqê, li gel hevkarên din em amadekariya hevkarîkirinê dikin.

*Herî dawî ji bo jinên parêzer qeyranên ku herî zêde di jiyana xebatê de rast tên çi ne?

Piraniya van krîzan, ji ber em jin in vê pîşeyê dikin çêdibin. Di civakê de parêzeran mohr dikin, gelek fikrên ku ziyanê didin wan hene û di dozan de hinek jinên ku serlêdan dikin, weke ku jinên parêzer di vê pîşeyê de ne xwedî zanyariya pêwîst in, ji ber mêr nehatine tayînkirin dibin mijara henekê. Parêzerên jin bi giştî li dadgehan, li qereqolan, heta hevdîtinê rasterast bi hemwelatiyan re rastî gelek binpêkirinên ku tên serê wan tên.”