ÇYDD Li dijî Şûraya Dewletê doz vekir

ÇYDD'ê bi daxwaza rawestandin û betalkirina "Modela Perwerdehiya Sedsalê ya Tirkiyeyê" ku ji aliyê gelek derdoran ve bertek hat nîşandan li dijî Şûraya Dewletê doz vekir.

Navenda Nûçeyan-Bertekên li dijî "Modela Perwerdehiya Sedsalê ya Tirkiyeyê" ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin dewam dikin.

Komeleya Piştevaniya Jiyanê ya Hemdem (ÇYDD) li dijî "Modela Perwerdehiya Sedsalê ya Tirkiyeyê" ku mamosteyan weke "Li dijî nirxên laîk û demokratîk" binav kirin, serî li dadgehê da. ÇYDD'ê bi daxwaza rawestandin û betalkirina modela ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hatiye amadekirin serî li Şûraya Dewletê da.