Çalakvana mafên jinan a Tûnisî: Desthilatî bi tawanbariyên sexte krîzan vedişêre
Li Tûnisê zextên sîstematîk, talana jîngehê û kampanyayên reşkirinê yên li dijî çalakvanên jin, gihîştine asteke xeternak. Çalakvan Mewadda El-Camaî diyar dike ku desthilatî bi tawanbariyên sexte krîzan vedişêre.
ZIHÛR EL-MEŞRQÎ
Tûnis – Di ronahiya guhertinên siyasî û binpêkirinên mafan ên ku li Tûnisê bi lez zêde dibin de, nîqaşên dawî yên li ser mafên mirovan, wek sînyalek e. Ev alarm asta zexta sîstematîk a ku parêzvanên mafan û çalakvanên jin pê re rûbirû dimînin eşkere dike. Ev zextên rejîmê tenê bi şopandina ewlehiyê ya rasterast sînordar namînin; di heman demê de bi stratejiyên medyayî yên qirêj hewl tê dayîn ku têgihîştina raya giştî bixapînin û navê çalakvanan reş bikin.
Şahidiyên li qadê ne tenê belgekirina binpêkirinan in, di heman demê de li dijî gotina nefretê û teşwîqkirina tundiyê ku di bin navê "berjewendiya neteweyî" de tevna civakî hildiweşînin, bangeke eşkere ya berxwedanê ne. Ev atmosfera zextê ku hevsengiya hêzê guherand, çarçoveya beşdariya siyasî û azadiyên giştî yên ku bi salan e ji hêla gelê Tûnisê ve hatine bidestxistin, teng kiriye. Veguhestina ji “modela demokratîk a bendewar” ber bi rewşek nezelal a siyasî ve, nîşan dide ka destkeftiyên azadiyê dema ku bi aboriyeke rastî û saziyên azad neyên parastin, çiqas di bin xetereyê de ne.
Li dijî dengê azadiyê polîtîkayên ‘xiyanetê’ û dorpêça dadwerî
Mewadda El-Camaî, çalakvana jin û mafên mirovan e, ji bo mafên jin û kêmneteweyan têdikoşe. Mewadda, bal kişand ser rewşa çalakvaniya sivîl a li Tûnisê. Wê destnîşan kir ku rûbirûbûna wan ne tenê bi zehmetiyên xebata meydanî re ye, di heman demê de veguheriye hedefgirtineke rasterast û zexteke sîstematîk.
Mewadda El-Camaî bi tundî rexne li pênaseya sexte ya “serweriya qanûn û saziyan” girt û diyar kir ku desthilatdariyê rastiyek wisa afirandiye ku tê de zexta li dijî muxalifan her ku diçe zêde dibe, pêvajo tên astengkirin û çalakvan bi rêya darizandinên dadwerî tên girtin. Mewadda rewşa heyî ya welat mîna “bombeyeke demkî” pênase kir û tekez kir ku civak, bi taybetî jî zarok û jin, ji encamên krîzên rewşenbîrî, fîzîkî û psîkolojîk ên van polîtîkayan bi bandor dibin.
Derbarê astengiyên yasayî de, Mewadda ragihand ku dema ew hewl didin li dijî saziyên mezin ên dewletê dozê vekin, bi tohmeta “astengkirina karê saziyan” tên şopandin û dozên wan ên lezgîn bi zanebûn tên paşxistin. Li aliyê din, di warê mafên civakî de, li gelek deveran nexweşxane û navendên tenduristiyê hatine rûxandin an jî bêkar hatine hiştin. Ev yek mirovan neçar dike ku ji bo dermankirinê koçî bajarên din bikin. Bi vî rengî, hejmara rastîn a nexweşiyên ku ji ber qirêjiya hawîrdorê dertên holê, ji raya giştî tê veşartin û îstatîstîkên nerast tên pêşkêşkirin.
Ji malbatan heta çalakvaniya jinê
Mewadda El-Camaî retorîka rayedaran a ku her kesê rexnegir wekî “dij-dewlet” an “dijminên welat” dabeş dike, şermezar kir û got ku “Ev tenê perdeyek e ji bo tepeserkirina daxwazên rewa yên jîngehî û civakî. Hikûmet siyaseteke li ser bingeha ‘tawanbarkirin û sîxuriyê’ dimeşîne û kesên ku jiyaneke rûmetdar dixwazin, hedef digire. Ev nêzîkatî, berjewendiyên aborî yên pergalê di ser jiyana welatiyan re digre. Têkoşîna ji bo mafan û jîngehê ne têkoşîneke nû ye, raboriyeke wê ya bi salan heye, lê îro derdorên desthilatdar hewl didin van destkeftiyan bêdeng bikin.”
Rayedarên dewletê ne tenê çalakvanan ‘fesat’ nîşan didin, di heman demê de malbatên wan jî hedef digirin û zextê li ser jiyana wan a pîşeyî û kesane dikin. Îro endametiya komeleyan û çalakiyên civaka sivîl ji bo tirsandin û bêrûmetkirina muxalifan wekî hincet tên bikaranîn. Di vê pêvajoyê de, Mewadda girîngiya hevgirtina jinan û parastina rêbazên şoreşgerî yên têkoşînê tîne ziman.
Zextên li ser çalakvanan li gorî zayendê jî tên pênasekirin. Çalakvanên jin bi taybetî li ser bingeha “şeref, zayendperestî û tundiya cinsî” di medyaya dîjîtal û civakî de rastî kampanyayên reşkirinê tên da ku vîna wan bê şikandin. Ji bo mêran jî rêbaza “stigmatîzasyonê” (şermezarkirina civakî) û pirsiyarkirina nasnameyê wekî zexta psîkolojîk tê bikaranîn.
Kapitalîzma kujer
Mewadda bal kişand ser rewşa herêma Gafsa û êrîşên li ser jîngehê yên ku ji ber derxistina fosfatê pêk tên. Wê ev talana hov û neasayî wek “kompleksa mirinê” pênase kirin û got: “Ji ber ku rayedar ne li tenduristiya welatiyan û ne jî li parastina xwezayê xwedî derdikevin. Her wiha pejirandina projeyên mîna “hîdrojena kesk” ku bêyî zelalî û bêyî agahdarkirina raya giştî tên meşandin, fikarên mezin çêdikin. Nêzîkatiya ewlehiyê ya navendî ya li hember xwepêşandanên hawîrdorparêzan, bûye sedema girtina bi dehan çalakvan û parêzeran. Pirsgirêk ne tenê bi kesan re ye, pirsgirêk bi pergalê bi xwe re ye ku tenê bi mekanîzmayên tepeserkirinê dixebite.
Şerê taybet ê medyayê û rastiya kuştina jinan
Di analîza medyayî de, wê destnîşan kir ku armanca dezenformasyonê (agahiyên şaş) veşartina gunehên desthilatdariyê û sîstema baviksalar e û wiha domand: “Bi taybetî zêdebûna hejmara kuştina jinan (femicide) bi zanebûn ji aliyê medyaya fermî ve tê veşartin. Medya îro ne tenê rastiyê ji çavan dûr dixe, di heman demê de rasterast tundiya li dijî çalakvanan di nav civakê de rewa dike û teşwîq dike. Di vê serdema ku tirsa ji zordariya dadwerî û ewlehiyê bûye astengiya herî mezin de, şerê li dijî ‘gotara medyayê ya jehrîn’ wekî wezîfeyeke sereke li pêşiya jinan.”
Banga ji bo têkoşîna kolektîf
Di dawiya nirxandina xwe de, Mewadda El-Camaî banga dûrketina ji ramana takekesî ber bi çareseriyên kolektîf ve kir û wiha got: “Rewşa heyî ya li Tûnisê "çerxa dojehê" ye û çareseriyên rûberî koka krîzê çareser nakin. Têkoşîna li dijî binpêkirinên mafan îro di nav atmosfereke giştî ya tirsê de dimeşe, ku gelek kes ji ber gefên girtinê neçarî xwe-sansurê dibin. Tedbîrên ewlehiyê tenê ji bo hedefgirtina nasnameyên siyasî tên bikaranîn.”
Lê belê tevî vê reşbîniyê jî, xwepêşandanên dawî yên li bajarê Gabesê nîşan dan ku gelê Tûnisê û pêşengiya jinan hê jî xwedî wê hêzê ne ku dîwarên tirsê yên ku rejîmê ava kirine hilweşînin. Mewadda got ku divê her kes ferqê bike navbera “têkoşîna rastîn” û “xeyalên ku ji aliyê rayedaran ve tên belavkirin” û li ser vê bingehê eniya berxwedanê ya kolektîf xurt bikin.