Çalakiya xwendekarên zanîngehên Tûnisê ya li hemberî îstismarê

Xwendekarên jin ên Fakulteya Zanistên Hiqûqî, Siyasî û Civakî yên Tûnisê, li dijî tabûya bêdengiyê û tirsa têkoşîna li dijî çanda "şermikirinê" ya li hemberî tacîza zayendî ya li zanîngehê, bi çalakiyek bêdeng protesto kirin.

ZİHÛR EL-MEŞRİQÎ
Tûnis – Di çarçoveya kampanyaya li dijî destdirêjiya zayendî ya li zanîngeha Tûnisê hatibû kirin ku di 11'ê Mijdarê de ji aliyê xwendekarên jin ên zanîngehê ve hatibû destpêkirin, duh xwendekarên jin ên Fakulteya Zanistên Hiqûqî, Siyasî û Civakî li Tûnisê xwepêşandanek bêdeng li dar xistin. Xwendekarên jin cilên reş li xwe kirin û pankartên bi nivîsa "Tacîzkar bi me re naxwîne" hilgirtin. Komek ji mamosteyên mêr û xwendekarên zanîngehê beşdarî protestoyê bûn, ji bo piştevaniya bi jinên li zanîngeh rastî destdirêjiya hatî ku niha di şert û mercên dijwar ên derûnî de dijîn.  Xwendekara zanîngehê û koordînatora kampanyayê Gufran El-Rajhî ji ajansa me re axivî.
Gufran El-Rajhî diyar kir ku dê kampanya berdewam bike û armancên ku ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeya ku metirsiyê li ser ewlehiya xwendekarên jin çêdike, nayên rawestandin. Gufran destnîşan kir ku gelek protestoyên din bi gelek rê û rêbazan dê bên li dar xistin.  Gufran El-Rajhî diyar kir ku beriya hefteyekê wan li rêveberiya zanîngehê gilî kirin û heya nih ew li bendê ne ku kesê tacîzkar bê lêpirsînkirin û li meclisa disîplînê wer ceza kirin.
"tecawizkar wê li gorî madeya 58 a tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê ceza bigrt"
Gufran destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku hemî gavên ku xwendekar ji bo cezakirina kesê tecawizkar avêtine biqedînin û wê tecawizkar radestî darazê bikin da ku cezayê xwe bigre li gorî qanûna jimara 58 ku di sala 2017'an de ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Tûnisê derketiye.
Gufran El-Rachî tekez kir ku destdirêjî cureyek tundûtûjiyê ye ku nayê qebûlkirin û li ser vê mijarê bêdengî heye ji ber tirsa ji berteka civaka baviksalarî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Pêwîste li ser hemû mijarên binpêkirin û tundûtûjiyên ku jin rastî tên bê axaftin û bandora tirsa tecawizkar li ser jinên ku rastî tacîzê hatine bê şikandin. Ji bo jinên ku tecawizkar ew bêdeng kirine, ji bo her mexdûrek ku ji hêla civaka baviksalarî ve hatiye binpêkirin, ji bo her mexdûreke ku bêdeng maye û ji bo her mexdûrek ku tu piştgirî nedîtiye em livirin."
her wiha tê zanîn ku kampanyaya li dijî destdirêjiya zayendî li zanîngehê dê berdewam be ji bo komkirina hejmarek zêde ji şahidiyên xwendekarên keç ên ku rastî tecawizê û tundûtûjiyê hatine û tawanbar bê ceza kirin. Di nava kampanyayê de wê xwendekarên jin ên zanîngehê  li zanîngeh û peymangehên Tûnisê çalakiyan bidomînin û pirotestoyan despêkirine.
Hêjaye gotinê ku xwendekarên Fakulteya Zanistên Hiqûqî, Siyasî û Civakî yên Tûnisî li dijî îstîsmara zayendî kampanyek li ser tora civakî Facebook di 11'ê Mijdarê piştî ku xwendekarên jin gilîname pêşkêşî rêveberiya zanîngehê kirin û îsbat kirin ku ew rastî tacîz û îstîsmarê hatine, çalakiyek bi hêrs organîze kirin. Femînîstan jî piştevaniya çalakiya xwendekaran a rawestanê kirin.