Zêdekirina ceza ji bo pêşîgirtina sûc têrker nîn e
Rêvebera cîbicîkar a saziya "Bint Al-Nil", Asma Dabees got ku berteka tund û zêdebûna cezayan rengek astengkirinê ye lê mekanîzmayên ku divê dewlet wan li ber çavan bigre hene, mînak rûtîna tedbîrên ku di qanûna Misrê de di meriyetê de ne, nabîne ku sûcên tacîzê tawanên şîdeta cinsî yên li dijî jin û keçan de tên kirin in.
ÎNAS KEMAL
Qahîre- Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî çend qanûnên ku di rojnameya fermî, Al-Waqa'a-Mesryah de hatine weşandin, hefteyek berê erê kir. Di nav de guhestina hin bendên qanûna ceza ya ji bo zêdekirina cezayên ji bo tacîza zayendî heye.
Di guherandinê de sûcê tacîzê ku wekî "neheqiyek" hat hesibandin û cezayê wê ne zêdeyî du sal cezayê girtîgehê ye, bû "sûc" ku ji pênc salan ne kêmtir e. Di hin rewşan de ji bo kesê /a ku li cihek giştî yan jî taybet, bi kesên din re hatibe xuyakirin an jî bi pêkanîna mijarên cinsî tên tewanbarkirin, cezayê 7 salan tê birîn.
Qanûn di heman demê de bikaranîna pêwendiyên bi têl, bêtêl, an elektronîkî, yan jî amûrek din ên teknîkî wekî amûrek ji bo tacîza cinsî sûcdar dike. Ceza dê ji sê heya pênc salan derbas neke her wiha li kêleka wê ne kêmî du sed hezar lîre (diravê Misrê) dê were dayîn.
Gelo zêdebûn û giraniya ceza û ferzkirina cezayê ku 10 qatê berê dihat sepandin têr dike ku rê li ber sûc bigre? Hejmarek femînîstên Misrî bersiva vê pirsê dan û der barê guhertina qanûnê de dîtinên xwe anîn ziman.
“Zagonên li Misirê di meriyetê de ne sûcên tacîzê û yên şîdeta cinsî nabînin”
Zagona Misrê ya li ser tawanên şîdeta cinsî ji bo tawan, mexdûr û sûcdaran formeke diyarkirî diyar kiriye. Her çendî ku divê tawanên şîdeta cinsî li ber çavan werin girtin ku ne formek taybet û ne jî rêbazek taybet a pêkanînên ji bo wê heye.
Asma Dabees bang li qanûndanêrên Misrî kir ku di danasîn û qanûnîkirina qanûnên tawanên şîdeta cinsî û şêwazên wê û naskirina kiryaran de nerm nebin û got: “Her dem mexdûr bi barê îsbatkirina sûcê yekser piştî bûyerê bêyî girtinê tê tawanbarkirin.”
Di heman demê de ew dihesibîne ku di dadrêsiya Misrê de pergalek tune ye mirov bi bûyerên ku hatine qewimandin re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê sûc tenê ji bo parastina keç û jinan têr nake û pêdivî heye ku tevahiya pergala dadrêsiyê li ber çavan were girtin.
“Li Misirê pirsgirêk bi cihên girtina tacîzkar re heye”
Li aliyê din, damezrîner û rêvebera însiyatîfa "Superwoman", Aya Mounir, bawer dike ku li Misrê di bingehê de pirsgirêk bi cihên girtina tacîzkar re heye û ceza çiqas giran bin jî ew hîn di xefikê de ne û dibêje: “Em xwe li pergalek ku pênaseyek wê ya tam û zelal ji tacîz an tacîzkar re tune ye, digrin û heta rewşa mexdûr di ber çavan de nayê derbaskirin. Ew tenê ji aliyê cil û bergên keçan ve lê dinêrin û bi vê yekê keç sûcdar tên dîtin.”
Aya Mounir her wiha dibîne ku pirsgirêkek Misrê ya mezin heye, ew jî navendên ragîhandin û binçavkirinê yên tacîzkaran in û wiha dibêje: "Em bi hewceyî cihên taybet ên ji bo agahdarkirina sûcên tacîzê ne. Divê ev der hebin ku keç bikaribin serî li wan navendan bidin.”
“Ji ber ku berpirsyar rola xwe bi cih naynin kesa qurban ditirse rewşê ragihîne”
qurAya Mounir ji bo kesên ku zextê li mexdûr dikin, dozê li wan venekin, banga ferzkirina cezayê giran dike û dibêje: "Divê ku ceza ji bo hemû kesên ku bi rola xwe ranabin hebe. Pêdivî heye ku keç raporek ji bo wê demê li dijî sekreterê polîs bide û jixwe ew mafê wê ye. Ji ber ku ew rola xwe bi cih nayne û tirsa qurban di ragihandina bûyerê de zêde bibe.”
Aya Mounir axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li gorî min, heta ku cezayê zindanê nebe 25 sal ger ku navendên me yên pêşwazîkirina van sûcan tune bin dê sûc hîn jî li kolanê çêbibin û rê li ber wan neyê girtin. Ji ber ku sûcdar bawer dike ku ew bikeve qereqola polîsan jî ew ê bikaribe ji wir derkeve.”
Li aliyê din, Rêvebera Navenda Kodkirinê, Amal Fahmy got ku guhestinên di qanûnê de çêbûne ji ber gelek sedeman tên sînorkirin, di nav de bilêvkirina pênaseyên nû yên tacîzê û cudahiyek di cezayan de di navbera kesên xwedan hêz û yên bêhêz de heye. Lê çend pirsgirêk hene ku bi xurtkirina ceza ve girêdayî ne. Hişmendiya têr ji guheztinên zagonî û têgîna tacîzê bi xwe tune ye ku ji hêla gel ve bi gelek sûcên din ên wekî "destdirêjiya bêedeb" ve tê tevlihevkirin.+-
“Divê bi sûcê destdirêjiya zayendî were naskirin”
Amal Fahmy lê zêde kir û got: "Bi taybetî guheztina zagonan berpirsyariya dewletê ye û ew pêngaveke girîng e ji bo parastina jinan lê ev pêngava ku wê wekî hêsan hesiband, ne tenê riyek e ji bo rêligirtina sûc e.”
Amal Fahmy destnîşan dike ku hin dadger carna ji ber hebûna pejirandina civakê û hevkariya parastina tacîzkaran serî li prensîba dilovanîyê didin di vê rewşê de, cezayê dijwar dibe sedemek sereke û astengî ji bo pêşketina raporan û dibe ku keç ji ragihandinê bêzar bibin. Her wiha qanûn û polîs bi hewceyî perwerdeyê ne da ku wan raporên tacîzê biçûk nebînin û piştgiriyê ji jinan re peyda bikin.
Li ser vê bingehî, Navenda Kodkirinê 12 pêşniyar der barê çalakirina serkeftî ya guheztinên di bendên nû yên qanûnê de weşand, wek; sazkirina deriyek serbixwe bi navê (Sûcên Tundiya Zayendî) heya ku qanûnek serbixwe ji bo şîdetê derbikeve û bi "destdirêjiya zayendî" were naskirin hebe.
“Di tesbîtkirina sûcê destdirêjiyê de valahî hene”
Desteya Rêveber a Komeleya Sabya ya Jin û Zarokan, Nehla El-Dabaa jî dibîne ku dijwariya ceza tenê ne têrker e, ji ber ku di tesbîtkirina sûcê destdirêjiyê de gelek valahî hene ji yekemîn nebûna şahidên sûc, ya din jî çanda civakê ku sûcekî bi vî rengî vala derdixe. Jixwe zêdebûna ceza yan dijwariya wê vê pirsgirêkê çareser nake.
Nehla El-Dabaa, teqez kir ku sûcê destdirêjiyê tu eleqeya wî bi kincên keçikan re tune ye û got: “Destdirêjî li zarokan jî tê kirin. Di vir de du tiştên girîng hene, yek hebûna materyalan e ku bi zarokan bide naskirin çawa parastina xwe bikin dema ku rastîdestdirêjiyê hatin. Ya din jî teşwîqkirina keçan ji bo ku bi nivîsgehên taybet re bikevin pêwendiyê. Wek nivîsgeha giliyên komîteya neteweyî ya jinaa an jî xeta germ a bazarganiya mirovan.”
Di dawiya axaftina xwe de, teqez kir ku divê tundkirina ceza bi guheztinek hişmendî û çanda civakê li hember keç û jinan pêk were da ku civak dev ji sûcdarkirina kesa rastî tacîzê hatiye berde.
https://www.youtube.com/watch?v=1boyiJz6Feg
https://www.youtube.com/watch?v=lOOKO0ZtZpU