Zarokê ku bi lêdana wesayîda leşkerî jiyana xwe ji dest da ‘bi qusûr’ hat dîtin!

Li gorî raporên ATK’ê û pisporan, zarokê bi navê Îbrahim Kirtay ê 10 salî ku li navçeya Xelata Bedlîsê di encama lêdana wesayîda leşkerî de jiyana xwe ji dest da “tam bi qusûr” dîtin, ajokarê wesayîdê jî “bê qusûr” hat dîtin. Dozgeriya ku raporan li ber

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs - Di 24’ê Tebaxa 2021’ê de li Taxa Sanayiyê ya giredayî navçeya Xelata Bedlîsê maşîneya leşkerî ya bi plaqeya sivîl dema zêde bi lez diçû li Îbrahîm Kirtay ê 10 salî yê derbasê aliyê din dibû qelibî. Lêpirsîna ku der barê Îbrahîm Kirtay ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da û bi metreyan hat xirikandin hat destpêkirin, bi raporên pispor û ATK’ê bersûc Yaşar Yuksel "Bê qusûr" û Îbrahîm Kirtay ê jiyana xwe ji dest da “tam bi qusûr” hat dîtin û doz bi neşopandinê bi encam bû.

Şahidên bûyerê gotin ku wesayîd gelek bi lez diçû

Wesayîda bi plaqeya 25 SH 249 a ku ji çalakiya bi navê "Cejna Serkeftinê" ya 24’ê Tebaxê piştî nîvroyê li Manzikertê hat lidarxistin vegeriya û hat diyarkirin ku di nav de Fermandarê Artêşa 3’emîn a Erziromê hebûye, li gorî îfadeyên şahidên bûyerê, wî li Îbrahîm Kirtay ê 10 salî ku sêvên ji darê ketine kom dikir, qelibî. Wesayîda ku hat diyarkirin gelek bi lez diçû, Îbrahîm Kirtay bi metreyan bi erdê ve xirikand.

Zarokê ku bi metreyan hat xirikandin “tam bi qusir” hat dîtin!

Dema ku lêpirsîna bi sûcdariya “bi texsîrê bûyîna sedema mirinê” li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsên ku li cihê bûyerê lêkolîn dikirin, diyar kirin ku di navbera cihê ku wesayîd li Îbrahîm Kirtay qelibî û cihê cenazeyê wî lê hatiye dîtin de 53 metre hebûye. Di dosyayê de dîmenên cihê bûyerê nehatin zêdekirin û hat hînbûn ku raporên pispor û ATK’ê ya di dosyaya lêpirsînê de cih digrin, Îbrahîm Kirtay ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da "tam bi qusûr” dîtiye.

Serdozgeriya Komarê ya Xelatê bi rapora ku tevlî dosyayê bû li ber çavab girt, lêpirsîna ku hat vekirin bi neşopandinê girt.

Di biryara neşopandinê de wiha hat gotin:

“Dema ku bi wesayîda bi tîpa hêzên çekdar ên tirk li pişt wesayîda eskorte aa cendirmeyan li Bulvara Devlet Bahçelî li ber ji riya Elcewazê ber bi Tetwanê ve ajot, hat pêşiya tesîsa bêhnvedanê ya Goktaşlar û kargeha bi navê 1071 Malazgirt Cafe lê ye li rêwiyê bi navê Îbrahîm Kirtay ê ji nişka ve ji derket rê qelibî. Di lêpirsîna ku der barê bûyera Îbrahîm Kirtay jiyana xwe ji dest da hat destpêkirin de, hat diyarkirin ku bersûc bê qusûr, maxdûr jî tam bi qusûr hatiye dîtin. Dema tevahiya dosyayê bi hev re hat nirxandin, hat fêmkirin ku der barê mirina Îbrahîm Kirtay de tu sûcê gumanbar tune ye.

Îtîraza parêzaran hat redkirin

Tevî ku îtîraza parêzeran a li ser biryara neşopandinê jî hat redkirin, parêzerê malbatê der barê bûyerê de doza tezmînatê vekir.