Zagon mafên rojnanevanan naparêzin

Tevî ku derbarê azadiya rojnamegeriyê de evqas zagon hatine derxistin jî, li çar aliyê dinyayê bi taybetî jî li çar perçeyên Kurdistanê rojnamegerên Kurd, di bin xetera kuştin, girtin, binçavkirin û dozê de ne.

HÊRO ELÎ

Navenda Nûçeyan – Ji dîrokê heta niha rojnamegerên jin ji bo ronîkirina heqîqet û rastiyê, gelek astengiyan dîtine. Rastî gef, zext û tundiya fîzîkî, girtîn û qetilkirinê hatine. Tevî ku rojnamegerî di bingehê xwe de pîşeyek metirsîdar e, jin di vê qadê de gelek caran rastî bergiraniyek duqat tên. Yek ji wan jî gefa ji ber nûçeyên ku çêkirine ye. Gefa din jî, tundiya li ser bingeha zayendî ya ku li wan tê kirin e. Li gelek cihên dinyayê jinên rojnameger bi riya zextên zagonî, tundiya zayendî û qetilkirinê hatine bêdengkirin. 

Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ku di sala 1948’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat erêkirin, azadiya rojnamegeriyê mîna ‘beşek ji azadiya fikir’ pênase dike û dibêje: “Mafê hemû kesan ji bo fikrên azad heye. Ev maf azadiya bi her cure rêbazan, bidestxistin û belavkirina ramanê digre nava xwe.”

Di Protokola pêvek a Peymana Cenevreyê de parastina rojnamegeran heye

Beşdarên Konferansa Dîplomasiyê ya di navbera salên 1974 -1977’an de li Cenevreyê hat lidarxistin, beşek taybet têkildarî ‘parastina rojnamegeran’ qebûl kirin. Di vê çarçoveyê de benda 79’an a  protokola pêvek a hejmar 1 a Peymana Cenevreyê, têkildarî hukmê parastina rojnamegerên ku li herêmên şer erkê xwe bi cih tînin bû. Li gorî vê ew rojnamegerên ku li herêmên şer erka xwe bicîh tînin, divê weke sivîl bên dîtin, rêz li wan bigrin û bi awayek baş werin parastin.

UNESCO’yê jî erê kir

Di 12’ê Mijdara 1997’an de konferansa Giştî ya UNESCO’yê biryara bi navê ‘Şermezarkirina tundiya li dijî rojnamegeran’ erê kir û bang li welatên endam kir ku ji bo pêşîlêgirtin, lêkolînkirin û cezakirina sûcên li dijî rojnamegeran, li gorî vê biryarê tevbigerin. Ev jî weke biryara hejmar 29 a UNESCO’yê tê nasîn.’ Di 4’ê Gulana 2007’an de di konferansa UNESCO’yê ya ji bo azadiya rojnamegeriyê de, danezana  Medlîn derbarê ‘Pêkanîna ewlehiya rojnamegeran û pêşîlêgirtina bêcezatiyê’ de hat erêkirin. Di vê danezanê de bang li piraniya endamên dewletan hat kirin ku hemû sûcên tundiya li dijî rojnamegeran lêkolîn bikin, girêdayî biryara 29’an a UNESCO’yê bin. Hat diyarkirin ku divê sererastkirinên zagonê ji bo lêkolîn û darizandina cînayetên li dijî rojnamegeran bên pêşxistin û pêşiya bêcezatiyê bigrin. 

Danezana ewlehiya rojnamegeran hat qebûlkirin

Di 13’ê Mijdara 2009’an de ‘Danezana Ewlehiya Rojnamegeran’ di  4’emîn foruma medyaya gerdûnî de hat qebûlkirin û ji aliyê UNESCO’yê ve hat destekkirin. Di danezanê de hat gotin ku divê rojnameger bên parastin û piraniya rojnamegerên hatine qetilkirin, ne di şerê li welatên xwe de di dema aştiyê de dema erka xwe bi cih dianîn, jiyana xwe ji dest dane. 

Li gorî rapora azadiya rojnamegeriya cîhanê ya sala 2023’an, Norvecê heft salan li ser hev weke welatên ku herî zêde ewlehiya rojnamegeran lê heye û herî zêde diparêze di rêza yekem de cîh girt. Îrlanda di rêza duyem de, Damînarka di rêza sêyem de ye. Welatên ku herî zêde azadiya çapemeniyê li wan kêm e Vîetnam, Çîn, Koreya Bakur, Sûriye, Iraq û Sûdan in.

Li başûr çewane?

Parlamentoya Iraq- Kurdistanê, li ser daxwaza Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, zagona çapemeniyê ya hejmar 35, di sala 2007’an de derxist. Lê belê li gorî raporên navneteweyî vê zagonê, heta niha jiyana rojnamegeran neparastiye. Berovajî wê, rojnamegeran ceza kiriye û azadiya ragihandinê sînordar kiriye. Zagonên kevin ên serdema rejîma berê ya Iraqê û madeyên têkildarî ewlehiya neteweyî kirine dewrê, dozan li dijî rojnamegeran vekirine. 

Sedsala 21’an, sedsala azadiya jinan û destpêkirina şoreşa jinan e. Deshilatdariyan polîtîkayên  sîstematîk li dijî çalakvan û jinên rojnameger meşandin. Jinên rojnameger bi riya pênûs û kameraya xwe hewldana gihandin rastî, xebat, hêz û şoreşa jinan didomînin. Xebatên rojnamegerên jin li seranserî cîhanê û bi taybetî li Kurdistanê, rengdayîna xebatên berfirehtir ji bo azadiya fikir û wekheviya zayendî ye. Di heman demê de zextên  zagonî heta terorkirinê, ew gefên ku rastî tên tund û berdewam dike. Her çiqas hinekan dikaribûne astengiyan derbas bikin û xebatên xwe bidomînin jî, bedêlên giran didin. 

Di salekê de 182 binpêkirin li dijî rojanmegeran

Li gorî daneyên ku Navenda Metro parve kirine, di sala 2024’an de li herêma Kurdistanê 182 binpêkirinên mafan li dijî rojnamegeran hatine kirin. Ji sedî 10’ê binpêkirinan li hemberî jinên rojnameger hatine kirin.

Daneyên tundî û binpêkirina mafên rojnamegeran di sala 2024’an de wiha bûn: Qetilkirina rojnamegeran bi balafirên bê mirov; 3 bûyer, binçavkirina rojnamegeran a bê biryara dadgehê; 24 bûyer, destdanîna ser kel û pelên rojamegeran; 17 bûyer, êrîş, tundî û gef li dijî rojnamegeran; 27 bûyer, astengkirina şopandina nûçeyan; 103 bûyer, êrîşên bi riya dîjîtal; 6 bûyer û şikandina kel û pelên rojnamegeran; 2 bûyer. Di encamê de 182 binpêkirin li dijî 176 rojnameger û dezgehên medyayê encam dane. Ji sedî 10’ê binpêkirinan li dijî rojnamegerên jin çêbûne.

Li Başûrê Kurdistanê rojnamegerên azad dibin hedef

Azadiya rojnamegeriyê li başûrê Kurdistanê ji bo rojnamegerên azad xeter e. Rojnamegerên azad ji aliyê desthilatdariyê ve rastî astengiyên şopandina rastiyan tên. Ji aliyê dewletên dagirker ve jî dibin hedef. Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku di 23’ê Tebaxa 2024’an de di dema erka xwe ya rojnamegeriyê de ji aliyê balafira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin û jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha daneyên Rêxistina Nûçegihanên bo maf û Pêşdebirinê ku rêxistineke sivîl a ‘parastina mafên rojnamegeran’ e, li herêma Kurdistanê wiha dibêjin: “Binpêkirin bi awayekî sîstematîk her diçe zêde dibin. Azadiya xebatên rojnamegeran kirine ber lêpirsînê. Lê belê tevî van hemû astengiyan jî, rojnamegeran her dem erkên xwe yên ji bo xizmeta civakê berdewam kirine.”