Yasa ne têrker in: Tundiya li ser jinên Somaliyî zêdetir dibe
Çalakvana Hiqûqî û Femînîst a Somaliyî Leyla Camêh bal kişand ser tundiya ku jinên Somalî pê re rûbirû dimînin û got ku "Tevî hebûna zagonên parastina mafên jina Somalî dikin jî tundî, destdirêjî û kiryarên li ser jinan zêdetir dibin."
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Civaka Somaliyê ji ber newekheviya zayendî û nebûna mafên jnan a di nava civakek ku feraseta mêr serdest e de, bi kêşeyan re rû bi rû ye. Li gor raporan mêr ji jinan bêhtir di warê civakî, siyasî û aborî de cîh digrin. Jina Somaliyî jî para xwe ji kiryarên wek tundî û destirêjiyê digre.
Di sala 2022’yan de ji sedî 37 bû, di 2023'an de gihîşt ji sedî 52’yan
Li gor rapora Lêkolîna Demografîk û Tendûristiya Somaliyê ya sala 2023'an, ji sedî 35 jinên zewicî yên temenên wan di navbera 15-49 salî de ye, rastî kiryarên hevjînê xwe hatine. Gelek ji wan jî giliyên xwe derbarê sinetkirina jinan a organên zayendî ku bi navê ‘sinetkirina Ferûnî’ tê nasîn, anîn ziman. Rapora hikûmetê ya sala 2024'an jî balkişand ku rêjeyên tundî û destdirêjiyê li ser jinan zêdetir dibin. Li gor raporê, di sala 2022’yan de ev rêje ji sedî 37 bû, di sala 2023'an de gihîştiye ji sedî 52’yan.
'Ji ber nebûna zagonan tundiyê dikin'
Çalakvana Femînîst û Hiqûqî ya Somaliyî Leyla Camêh bal kişand ser rewşa jina Somalî û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ji ber pevçûnên berdewam dikin, xizanbûn û guherînên hewayî, jina Somaliyî bi kêşeyan re rûbirû ne. Jin di gelek qadên aborî û rêvebirina projeyên biçûk de dixebitin, lê gelek ji wan heya niha ji mafê xwendin û hîndekariyê bêpar mane. Ev jî bandorê li ser kar û xebatên wan dike. Jin di bin metirsiya tundiya zayendî de ne, bi taybetî jinên li herêmên bi pevçûn ên li Meqdîşoyê. Civaka eşîrî ji ber nebûna zagonan tendî û destdirêjiya li ser jinan, ji xwe re hêsan dibîne."
'Jina Somaliyî bi tundiyê re rûbirû ye'
Der barê kêmbûna hebûna jina Somaliyî ya di nava cihên biryardayînê de Leyla Camêh destnîşan kir ku tevî têkoşîna jina Somalî, dîsa jî beşdariya jinê di qada siyasî de kêm e û wiha pê de çû: “Lê li gor dewletên din ên wek Afrîkayê û dewletên Ereban, rêjeya hebûna jina Somaliyî di warê siyasî de ji sedî 22 ye. Ji ber pîvanên çandî û civakî ku li ser jinan hatiye ferzkirin, her wiha ji ber kêşeyên ewlehî û siyasî jin ji qada siyasî hatiye dûrxistin. Feraseta civakê dihêle azadiya jinan sînordar bimîne û tenê di çarçoveya malê, anîna zarokan û xizmetkirina wan de bimîne. Jina Somaliyî bi destdirêjî, tundî, zewaca zarokan û sinetkirinê re rûbirû dimîne. Ev jî mafên wan ên jiyanê binpê dike."
'Tevî hebûna zagonan mafên jinan binpê dibe'
Leyla Camêh diyar kir ku xizanbûn jî rolek mezin di meşandina kiryarên li ser jinan de dilîze û wiha axivî: "Ji ber rewşa xizanbûnê jin ji mafê xwendin, fêrbûn û xizmeta tenduristiyê bêpar dimîne. Di heman demê de pevçûnên ku li herêmê rû dane jî, rolek mezin di pêkanîna kiryaran de dilîze. Tevî ku hikûmeta Somaliyê ji bo parastina jinan zagon û yasa çêkirine jî, pêkanîna wê ya di pratîkê de, ji ber feraseta bavsalarî ku xwe di civakê de ferz kiriye, dibe sedema kêşeyan. Her wiha nebûna mafên jinên Somaliyî ya di destûran de jî, kiryar û binpêkirinan zêde dike."
'Divê hevgirtinên di nava rêxistinan de bihêztir bibe'
Leyla Camêh destnîşan kir ku rêxistinên hiqûqî yên li Meqdîşo hewl dide parastina jinan bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Rêxistinên hiqûqî û femînîst bi riya perwerdekirina jinan a derbarê serxwebûn û fêrbûnê de, hewl didin wan ji tundiyê biparêzin. Her wiha di nava rêxistinên femînîst ên Somalî û rêxisitnên herêmî û navnetewî de ji bo pevguhertina ezmûnan û piştevaniya hemû qadan, forumên hevkariyê heye. Lê pêwîstî bi xurtkirina vê platformê heye. Her wiha jinên Somaliyî ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan beşdarî çalakî û kongreyên herêmî dibin."