Tanya Tahir: Zindîkirina biryarên eşîrî li herêmê bûye sedema zêdebûna kuştina jinan
Mamosteya qanûnê Tanya Tahir hişyariya “Bi rêya bernameyên siyasî, desthilata qebîle û eşîr tê zindîkirin, jinan dikin amûrên berjewendiyên xwe” kir.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Tevî hebûna sazî û zagonên taybet ji bo têkoşîna li dijî tundiya dijî jinan, daneyên çar mehên îsal nîşan didin ku diyardeya kuştin û mirina jinan li başûrê Kurdistanê didome. Li gorî daneyên hatine berhevkirin, di navbera Kanûn û dawiya Nîsana îsal de, 10 jin hatine kuştin û 12 jin bi awayek guman mirine. Tenê di meha Nîsanê de 3 bûyerên kuştina jinan û 2 bûyerên mirinê hatine tomarkirin. Ev dane di demek ku aktivîstên mafên jinan dibêjin ku gelek doz ji ber zextên malbatî û civakî nayên ragihandin an jî bi awayek temam nayên lêkolînkirin de hatine belavkirin.
Encamên komkirina daneyên kuştina jinan ku ajansa me NÛJINHA bi dest xistiye, wiha ye:
* Tenê ji 1’ê Kanûnê heta dawiya Çileyê, 8 jin bi awayek guman mirin an jî hatin kuştin.
* Di 1’ê Sibatê de jinek temenê wê di navbera 18-20 salî de gihandin nexweşxaneya beşa lezgîn a Ranyayê, lê belê li gorî bijîşkan beriya bighînin nexweşxaneyê can daye û şopên guleyan di serê wê de hebûne.
*Di 2’yê Sibatê de li bajaroka Derbendîxan a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê jinek ciwan a 35 salî ya xelkê Silêmaniyê, bi awayek guman ket çemê Sîrwan û fetisî.
* Di 3’yê Sibatê de li gundê Tesluce yê bajarokê Seyîd Sadiq ê parêzgeha Silêmaniyê jinek ciwan ji aliyê birayê xwe ve bi guleyê hate kuştin.
* Di 26’ê Sibatê de di bûyerek ne zelal a li bajarokê Xebatê de, jinek li ser Pira Kevin ket û jiyana xwe ji dest da. Şahidan diyar kirin ku beriya bûyerê di navbera jinê û rêwiyek di texsiyê de de nîqaşek kirine.
* Di 1’ê Nîsanê de, jineke 35 salî bi navê R. C li nêzî mala dê û bavê xwe, li dikanek li taxa Şoreş ji aliyê du birayên xwe ve bi guleyê hate kuştin.
* Di 2’yê Nîsanê de, li bajaroka Seyîd Sadiq jinek bi çekê hate kuştin û jinek din jî birîndar bû. Di heman rojê de cenazeyê jinekê li navçeya Zêyê Mezin ê sînorê Xebat hate dîtin.
* Piştre nêzî du hefteyan, jinek li navçeya Sengeser bi navê Hejan Resûl ji ber şewata sobeyê jiyana xwe ji dest da. Bûyerek ku hê sedema wê ya rastî bi gumen e.
* Di 20’ê Nîsanê de, jinek 30 salî li Hewlêrê bi awayek bi guman mir û di dawiya mehê de cenazeyê jinek din li gundê Serbiri Pirdê hate dîtin.
* Di 19’ê Gulanê de cenazeyê jinek bi awayek perçe bûyî li mêrgên Kerkûkê hatibûn dîtin. Ev di demekê de ye ku di 15’ê Adarê de jî jinek 15 salî li bajaroka Seyîd Sadiq ya parêzgeha Silêmaniyê bi guleyan hat kuştin.
* Roja 23’yê Gulanê, zarokek keç a 13 salî li bajaroka Seîd Sadiq bi awayek guman bi guleyek ku li serê wê ket, şeva borî mir.
Gelek bûyer bê encam dimînin
Di demeke ku ev hejmar wek daneyên fermî an tomarkirî were nîşandande jî, çavdêr diyar dikin ku hejmarên rast ji vêya gelek zêdetir e. Hin bûyerên wek ‘xwekuştin’, ‘bûyerên ne diyar’ an ‘mirinên bi guman’ bêyî eşkerekirina sedemên bingehîn tên tomarkirin. Pisporên qanûnê dibêjin ku di gelek bûyerên hatin komkirin de belge û parastina şahidan bi awayek pêwîst nayê kirin. Eve jî dibe sedem ku hinek doz bêyî encam bi dawî bibin. Her wiha herêma Kurdistanê di sala 2011’an de qanûna pêşîlêgirtina tundiya di nava malê de erê kir, lê çalakvan dibêjin ku pirsgirêk ne tenê qanûnî ye, sedemên civakî, aborî û çandî hîn jî rolek sereke di berdewamiya tundiya li dijî jinan de dilîze. Kêmbûna stargehan, lewaziya piştgiriya derûnî û zagonî ji bo qurbanî û dereng çareserkirina hinek dozan, wek astengiyek sereke tê pênasekirin. Daneyên hatine komkirin nîşan dide ku di sala borî de 51 jin li bajar û navçeyên cûda yên başûrê Kurdistanê hatine kuştin an jî bi awayek guman mirine.
‘Zindîkirina biryarên qebîle û eşîran li herêmê bûye sedemê zêdebûna kuştina jinan’
Mamosteya qanûnê ya Koleja Mirovî ya Zanîngeha Silêmaniyê Tanya Tahir, diyar kir ku ji ber guherînên cîhanî, jinên li herêma Kurdistanê bi rêya hewldan û têkoşînê heta astek baş karîne bi serkeftî armancên xwe bi dest bixin. Tanya da zanîn ku lê belê, ew daneyên ku bi rêya medyayê tên dîtin, şiyarbûnek rewşenbîrî û psîkolojîk dide mirov, valahiyek mezin a rewşenbîrî, civakî û siyasî li herêmê heye û wiha got: “Ew çanda siyasî û civakî ya ku li herêmê heye, li herêmê bûye sedema kuştina jinan. Kuştinên li ser bingeha namûsê û parastina malbatê, hincetek ji bo kuştina jinan e. Ev rewş wisa dike ku ên ku zagonan çêdikin, aliyên siyasî û peywendîdar divê helwesta xwe diyar bikin. Ji bo başkirina rewşa jinan û rêgirîkirina kuştina jinan bi navê namûsê, divê saziyên hikûmetê ku tevahî dezgehên herêmê di destê wan de ne, xwedî helwestên cidî bin.”
‘Zagon di demê xwe de baş bû’
Tanya Tahir bal kişand ser zagonan û wiha pê de çû: “Her wiha gelek pirsgirêkên me yên zagonî hene. Bi taybetî di nava zagona cezakirina Iraqê ya hejmar 111’an a sala 1969’an de ku madeya 409 behsa sivikirina zinayê zewacê dike. Gelek caran ne şerte ku her îxanetek li pey xwe ziyanek anîne. Lê di zagonan de gelek caran derfetan ava dike sûc ji ber wê zagonê û xalê sivik dike. Sûcbar jî ji cezayê rast dûr dixin, an jî ceza tenê sê sal e. Lê belê li başûrê Kurdistanê di sala 2002’an de zagona hejmar 5 a wê zagonê diyar dike ku kuştina jinan di bin navê namûsê de wê zagona Iraqê negre. Her wiha zagona me ya pêşîlêgirtina tundiya malbatê li herêmê heye, tevî hemû astengiyan jî zagon di demê xwe de baş bû. Karî hinek bergên zagonên baş di nava zagonê de bicih bikin. Hemû malbat ji zagonê sûd bigrin.”
‘Jinek ji ber feraseta qebîle û mêrsalarî nikare daxwaza mafê xwe bike’
Tanya Tahir ragihand ku di aliyê siyasî de plan ji bo serdestkirina qebîle û eşîran hatiye amadekirin û wiha domand: “Bi rêya bernamekirina siyasî, girîngiya qebîle û eşîran zêde bûye ku qebîle û eşîr jinan wek amûr û destkeftiyek ji bo parastina namûs û kerameta xwe bi kar tînin. Çarçoveya namûsa xwe di jinekê de kom dike. Lê belê namûs û kerameta her kesekê ya wî kesê bi xwe ye, da bikare parastina maf û azadiya xwe bikin. Zindîkirina qebîle û eşîran pirsgirêkek mezin e ku ji hêla siyaseta herêmî ve hatiye zindîkirin. Ev jî ji bo dadgehan pirsgirêkan diafirîne. Her wiha desthilata hikûmî û siyasî bi dirêjahiya dîroka jinan û mêran xebat têne kirin. Lê belê ji dîroka siyasî ve nekarîne xwe ji karkirina di siyaseta mêrsalarî de rizgar bikin. Tenê jinan wek têrkirina nefsa xwe dîtin, ji ber wê gelek pirsgirêk ji bo beşdarkirina di qadên jiyanê de ava kirine. Jinek ji ber aqlê qebîle û mêrsalarî nikare wek pêwîst daxwaza mafê xwe bike.”
‘Beşek zêde ya medyayên desthilatê hewl dide kevneşopiyên me xirab bike’
Tanya Tahir destnîşan kir ku niha medyayên li herêmê medyaya siyasî û alîgir zêde dibe û wiha got: “Beşek kêm ji medyayan karîne parastina etîk û zagonên rojnamegeriyê û medyayê bikin. Beşek zêde ya ragihandinan nekarîne parastina çand û kevneşopiyên bedew ên Kurdan li herêmê û jinan bikin. Bi rêya tele medyayê jin bi rêya pergala sermayedar ve wek amûr tê nîşandan. Jinan dixin xeletiyek mezin a medyayê. Divê çend palandinên me yên medyayê hebin da medyakar û medya bikarin behsa karê medyayî bikin. Divê medya li gel civakê hişyarî belav bikin ne xeletî û şêwedanê civakê belav bikin.”
‘Hata kuştina jinan asayî bê kirin dê jin azad nebin’
Tanya Tahir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê aliyên peywendîdar, çalakvanên jinan helwestên girîng li ser vê mijarê nîşan bidin. Divê ew kesên ku herêmê birêve dibin di vê mijarê de helwestek cidî bigirin. Ger ew dixwazin civakek serfiraz û azad mîsoger bikin, nikarin mafên jinan ji nedîtî ve werin, bi taybetî dema ku jin bi hinceta namûsê têne kuştin. Heta bi rêya qebîle û eşîran kuştinê asayî bike, dê azadiya jinê neyê bi dest xistin.”