Seher EL-Heşimî: Qanûna ceza ya Iraqê mafê jinan binpê dike
Seher EL-Haşimî diyar dike ku ji bo parastina mafên jin û zarokan qanûna li dijî tundiya malbatê riya tekane ye, gelek sedem hene ku pêkanîna vê qanûnê bi paş dixin, yek ji wan jî zîhniyeta desthilatdar a civaka Iraqê ye.
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Jin her dem ber adet û paşverûtiyên civakî rastî zilmê tên lê niha, di vê serdemê de rewş cuda ye ji ber ku bi qanûna dewletê zilim li jinan dibe ango bi qanûnan zilma li ser wan tê rewakirin.
Parêzer Seher EL-Heşimî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku qanûna cezayan a Iraqê mafên jinan binpê dike û hewceyî sererastkirinê ye û wiha got: “Hukmê berê gelek guhertin di Qanûna Ceza ya hejmar 111 ya 1969’an de ji bo cezakirina kujeran çêkiribû.”
Bendên qanûnî mafên jinan binpê dikin û piştgirî didin adet û paşverûtiyan
Der barê rewşa jinan di qanûna cezayan de Seher Haşimî got; “Qanûna cezayan a Iraqê li cihê ku di lehiya jinan de be, em dibînin ku mafên jinan binpê dike. Qanûna cezayan ên girêdayî jin veguherîne adet û paşverûtiyan û nûnertiya vê ferasetê dikin û her wiha têkûz dikin. Dema em bala xwe bidin metnên cezayan a vê qanûnê em dibînin ku benda 41 maf dide mêr ku li hevjîna xwe bide, ev bend, mafên jinan ên ewlekariyê binpê dike û rûmeta wan wan tune dike, ev qanûna bi bihaneya ku zilam hevjîna xwe terbiye bike maf dide ku li wê îşkence bike, sînorên vê terbiyekirinê digihîje eziyeta li ser beden û derûniya wan. Jin ji aliyê mêr ve di odeyeke tarî de tî û birçî tê îşkencekirin.”
Qanûnên berfireh ji bo beraetkirina mêran û mehkûmkirina jinan
Seher EL-Haşimî cezayê jin û mêr di fuhûşê de di nav qanûnên cezayan de wiha destnîşan kir: "Ger em li metnên ceza yên têkildarî tawanên girêdayî malbatê binêrin, em ê cudahiyek di navbera cezayê ku ji mêr û jin re ji bo heman tawanî hatiye dayîn bibînin. Benda 377 dibêje ku di fuhûşê de jin û mêr wekî hev tên cezakirin.” Parêzer Seher Haşimî vê xalê wiha şîrove dike; “Heke mêr li cîhek xeynî mala xwe fuhûşê bike, ew tawanbar an sûcdar nayê hesibandin û karê wî rewa ye lê jin li ku derê fuhûşê bike ew tawanbar û sûcdar tê hesibandin.”
Ev yek ji perensîba wekheviya di navbera jin û mêr de li pêş qanûna ku di benda 14’an û 12’an de ji destûra Iraqê hatiye destnîşankirin wek binpêkirin tê hesbandin
Seher EL-Haşimî diyar dike ku mêr piranî jinên xwe mecburî fuhûşê û têkliya cinsî dikin û diyar dike ku ew ji nebûna qanûnek ku wan li ser van kiryaran ceza bike matmayî dimîne. Benda 380 ya qanûnê dibêje ku ger mêr jina xwe mecburî fuhûşê bike cezaya zindanê lê tê birîn.
Seher EL-Haşimî dibîne ku di navbera cezayê jin û mêr de cudahî heye û wiha dibêje; “Ger jin bibîne ku hevjînê wê fuhûşê dike û wî bikuje ew yek bi nêrîna qanûnê di benda 405’an de dibe sûc û ew jin li gorî benda 406 tê bidarvekirin.”
Seher Haşimî li ser sedemên vê cudahiyê dipirse, çima ev cudahî gelo dibe ku jin hevjînê xwe bi jinek din re bibîne û bêdeng bimîne? Qanûn sedema mêr a kuştina jinan li ber çavan nagire û cezayê wî sivik dike lê ya jinan wekî sûcekî dihesibîne û cezayê wê digihîje darvekirinê
Tecawizkar heke bi ya tecawiz kiriye re bizewice ceza nagire
Ji qanûnên ku mafên mirov binpê dikin yek jê qanûna ku tecawizkar heke bi ya ku tecawiz kiriye re bizewice ceza nagire ye. Ev yek jî ji ber nêrîna civakê ye. Jina ku rastî tecawizê hatiye dibe şerma malbata xwe û malbat dihêle ku bi wî kesî re bizewice û bi vî rengî kesê tecawizkar ceza nagire
Seher Haşimî daxwaza rakirina vê qanûnê dike û dibêje ku divê qanûna Iraqê xetera vê yekê bizanibe û qebûl neke
Kotayê, rola jinan di parlamentoyê de qels kir û hewldanên qanûna li dijî tundiya malbatî aseng kir.
Seher EL-Haşimî diyar dike ku ji bo parastina mafên jin û zarokan qanûna li dijî tundiya malbatê riya tekane ye, gelek sedem hene ku pêkanîna vê qanûnê bi paş dixin, yek ji wan jî zîhniyeta desthilatdar a civaka Iraqê û nebûna rolên nûnerên jin di parlamantoyê de ye. Li ser vê yekê jî dibêje ku ji ber pergala kotayê ye.
Seher EL-Haşimî sedema bingehîn jî vedigerîne xwazaya civaka Iraqê ku hevsengiya di nabera jin û mêr de qebûl nake, mixabin der heqê jinan û rola wan de binpêkirin hene.