Rojnameger Nurcan Yalçin hat binçavkirin

Serê sibê polîsan bi ser mala rojnameger Nurcan Yalçin de girtin û ew binçavkirin.

 
Amed – Di saetên  serê sibê de polîsan bi ser mala rojnameger Nurcan Yalçin de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçavkirin. Nurcan a hîna sedema binçavkirina wê nehat zanîn birin Şaxa TEM'ê ya Amedê.
 Derbarê hevdîtina parêzer de jî qedexeya 24 seatan hat dayîn.