'Roboskî ne tenê yê Şirnex an jî yê Kurdan e’
Li ser Komkujiya Roboskî 11 sal derbas bû, parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr bi gotina "Bi parastina hezên dewletê re piştî Roboskî jî gelek bûyerên binpêkirinên jiyanê qewimîn û hê jî berdewam dikin”, bal kişand ser bêcezatiyê.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di ser bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat 17 jê zarok 34 kes jiyana xwe ji dest dan de 11 sal derbas bû. Giliya ku xizmên kesên di qetlîama ku dewlet bi gotina "Xeletî çêbû" tune hesibandin de jiyana xwe ji dest dan jî bi soza tazmînatê hewl hat dayîn paşve bê girtin. Ruxmê ku di ser de 10 sal derbas bûn jî gelek serlêdanên hat kirin, bi hincetên cuda ji aliyê dadgehên herêmî ve hatin redkirin, di vê heyamê de der barê tu berpirsyarê ku navê wî di bûyerê de derbas bû yan jî berpirsyar hat dîtin de lêpirsîneke edlî yan jî îdarî nehat destpêkirin. Serlêdana ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve ji ber ne li gorî usûle ye, nehat qebûlkirin, herî dawî di Nîsana sala borî de ji nû ve ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hat şandin.
Her çiqas pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin jî kes nehat darizandin
Di çarçoveya lêpirsînên ku piştî bûyerê hatin destpêkirin de, der barê Komkujiya Roboskî de 3 pêvajoyên cuda yên cezaî, îdarî û qanûndanîn hatin destpêkirin. Di nava van pêvajoyan de lêpirsîna ku bi awayê herî berfireh hat meşandin jî lêpirsîna îdarî bû. Di çarçoveya vê lêkolînê de, vê pêvajoyê Mufetîşiya Mulkiye ya Wezareta Karên Hundir, ji bo diyarkirina berpirsyariya muhtemel a erkdarên kamûyê ya di bûyerê de sê raportor tayin kir. Li gor vê rapora ku di 28’ê Sibata 2012’an de temam bû, gihîşt encameke ku divê gelek erkdarên kamûyê bên lêpirsînkirin. Lê tevî ku di raporê de cih digre jî der barê tu peywirdarek de lêpirsînek nehat vekirin.
Dosyaya herî dawî ji nû ve ji AYM'ê re hat şandin
Pêvajoya hiqûqî ya der barê Komkujiya Roboskî ku 34 kes jiyana xwe ji dest dabûn de, cara duyemîn malbatan mexdûr kir. Piştî serlêdana ku li dadgeha herêmî hat kirin bi hinceta “Mebest nîn e” bi neşopandinê bi encam bû, serlêdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta riyên hiqûqa navxweyî neqediyane nehat qebûlkirin. Dosya herî dawî ji nû ve AYM'ê re hat şandin.
'Polîtîkaya bêcezatiyê ji destpêka komarê ve heye'
Parêzvana Mafên Mirovan Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr bal kişand ku ruxmê dem derbas bûye jî berpirsyarek derneketiye pêşberî dadgehê û nehatiye darizandin, diyar kir ku polîtîkaya bêcezatiyê ya li vê herêmê tê meşandin pirsgirêkek bi komarê re hevsal e. Reyhan Yalçindag Baydemîr got ku Komkujiya Roboskî ya ku dê bikeve sala xwe 12'emîn di nava bûyerên qet nayên jibîrkirin de ye, diyar kir ku weke parêzeran vê bûyerê ji destpêkê ve weke bûyereke munferîd nenirxandine.
'Balafirên şer her tişt ji berê ve dizanibûn!'
Reyhan Yalçindag Baydemîr bal kişand ku balafirên şer ên tijî bombe ku bi dehan mirovên piraniya wan zarok û hemû sivîl bûn qetil kirine û wiha domand: “Divê em vê yekê wek gotina berpirsyaran a îhmalkariyek mezin û çalakiyek ku nayê pêşbînîkirin pênase nekin. Divê were zanîn ku lêpirsîn an jî dozên ku hejmarek kêm der barê binpêkirinên bi vî rengî yên giran li vê erdnîgariyê hatine jiyîn de hatine vekirin, bi gelemperî bi bêcezatiyê bi encam bûnê. Divê were balkişandin ku ev yek veguheriye polîtîkayek bi pergalî.”
'Mafê jiyanê yê mirovan hat binpêkirin'
Reyhan Yalçindag Baydemîr, anî ziman ku di bûyerên berê û piştî Komkujiya Roboskî ku polîtîkaya bêcezatiyê hatiye meşandin de jî mafê jiyanê yê mirovan hatiye binpêkirin û wiha got: "Polîtîkaya bêcezatiyê ya Tirkiyeyê pirsgirêkeke bi Komarê re hevsal e.” Reyhan Yalçindag Baydemîr, diyar kir bi berdewamkirina vê bêcezatiyê re binpêkirinên mafê jiyanê bi hêsanî tê domandin û ev tişt got: “Lewre me di her firsendê de anî ziman ji ber ku beriya hûn balafirên şêr ên bombebarkirî hewadar bikin û bavêjin niştêcihên sivil jî bi hişmediya vê tê tevgerkirin dê di van sûcan de demborî neyên meşandin. Ev ne tenê rewşekê bi mewzûatên me yên xwecihî ve girêdayî ye, di heman demê de warê peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirê wan e jî wiha ye. Lewma bêcezatî ji guhertina desthilardariyan tiştekî serbixwe ye. Ji ber vê sedemê jî beriya salên 90’î, salên 90’î de jî û di serdema desthilatdariya heyî de jî polîtîkaya bêcezatiyê her tim bûye yek ji pirsgirêkên sereke yên vê erdnîgariyê. Heta ku bêcezatî berdewam dike, sûcên nû yên heman bi hêsanî pêkanîn berdewam kir. Ji van mirinên li dijî mirovên sivîl bigrin, heta mirovên sivîl ji ber di lambeya sor de derbas dibin bihêsanî biguleyên ji aliyê polîsan ve tên reşandin nikarin jiyana xwe ji dest bidin. Pekan e ku lîste were dirêjkirin.”
'Pêvajo hem hiqûqî û hem jî wijdanî ye'
Reyhan Yalçindag Baydemîr, diyar kir ku Doza Roboskî hem hiqûqî û hem jî wijdanî ye loma nehatiye girtin û agahî da dosya hem li Dadgeha Destûra Bingehîn û hem jî li Neteweyên Yekbûyî ber dewam dike. Reyhan Yalçindag Baydemîr got ku di nava 11 salên derbasbûyî de tu erkdarên leşkerî û fermî li pêşiya dadgehên ceza nehatine darizandin û wiha got: “Bi vî awayî hat xwestin bi bêcezatiyê bi encam bibe. Divê em bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî careke din diyar bikin ku heta argumana me ya sereke ji têkoşîna li dijî bêcezabûnê e bi bandortir nebe dê binpêkirin bi heman rengî dê berdewam bikin, ne pêkan e ku bi taybetî ji mafê jiyanê qala ewlehiya kesek bikin. Heta ku mafê jiyanê yê li erdnîgariyek pir pîroz e, bi awayekî pergalî ewqas di bin metirsiyê de be, hûn nikarin bi tu awayî behsa parastina mafên qadên din bikin. Meseleya Roboskî ne tenê ya Kurdan û Şirnexiyan e, pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye.”