Pirsgirêka wesayetê ya jinên Misirî: Divê zagonên nû derbikevin
Parêzer diyar dikin ku li Misirê piştî wefata bav, wesayeta malî ya zarokan didin bapîr û hemû berpirsyariyên din jî dikevin ser milên dayikê û gotin ku ji bo jin mexdûr nebin divê zagonên nû derbikevin.
ASMAA FATHI
Qahîre – Jinên Misirî ji ber zagona wesayetê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Parêzer Hayam Al-Ganainî, bal kişand ku zagonê wesayeta malî ya li ser jinan bi temamî rakiriye lê hemû bar û berpirsyariyan daye ser milên jinan.
Hayam Al-Ganaînî got ku piştî mirina bav, hemû wesayeta malî didin bapîr û wiha domand: “Famkirina şaş dibe sedema mexdûriyeta gelek jinan û bandorek neyînî li malbatê dike. Xuya ku guherîn zor e lê divê pergal bi riya zagona medenî zagonên nû der bixe.”
‘Divê ji bo zarokan çi bi sûd be ew were esasgirtin’
Hayam Al-Ganaînî diyar kir ku divê ji bo zarok çi bi sûd be ew esas were gitin û wiha got: “Ji ber ku dayik di mijarên têkildarî zarok de kesa herî hestiyar û bi baldar e divê welayet û wesayete piştî bav, bidin dayikê. Wesayet mijareke hêsan nîn e. Ji ber ku jin dikarin bi xwe karê xwe bikin, di nava civakê de guherîn çêdibe lê ger jin miribe yan jî li holê mîras hebe zext tê kirin û ji bo rewşa jinan baş bibe tiştk nayê kirin.”
‘Pêdiviya zagona wesayetê bi guherînê heye’
Hayam Al-Ganaînî da zanîn ku divê Nûnerê Konseyê li gorî berjewendiyên zarokan hereket bike û wiha domand: “Pêdiviya zagona wesayetê bi guherînê heye. Jineke ku zarokek wê hebû, hevjînê wê miribû hebû, dûre xezûrê wê jî miribû. Jin ji ber ku li bajarekî din bû, ji bo muameleyên wesayetê temam bike, dihat Misirê lê kesên din ên malbatê milkê heyî vedişartin. Ji ber ku milkê ne fermî yê li Misirê qeydkirî nebû, ji aliyê dozeriyê ve nedihat îsbatkirin.” Hayam Al-Ganaînî bal kişand ku zagon mafên jinan naparêzin û wiha got:
“Di civakê de nêrîneke ku jinan biçûk dibîne heye. Jin ji bo zarokên xwe ji felaketan rewşên bi xeter biparêzin fedakariyan dikin. Ji bo parastina jinan rola saziyên civaka sivîl û çalakgerên femînîst heye lê divê ji bo ji aliyê zagonî ve mafên jinan were parastin têkoşîn hebe. Jin hem di warê zagonî de hem jî di warê civakî de pirsgirêkên pir cidî dijîn. Ev pirsgirêk jî tenê bi têkoşînê dikarin çareser bibin.”
‘Ji ber zagonan êşê dikşînin’
Dîna Awnî jî got ku hemû barê malbatê li ser milên jinan e û wiha domand:
“Jin ji ber zagonan êşê dikşînin. Divê rayeya ku ji bapîr re tê dayîn di ber çavan re were derbaskirin û guhertin. Dayikek baştir zarokên xwe nas dike, baştir dikare li wan binêre, wan xwedî bike. Piştî mirina bav dayîna wesayeta bapîr em rast nabînin. Em qebûl nakin ku dayikek ji bo zarokên xwe li dadgehan bigere û ji bo mesrefa zarokên xwe bikeve rewşek parsek. Ji bo pêşeroja zarokan guherîn şert e.”
‘Jin neçar dimînin dadgeh bi dadgeh bigerin’
Nivîskar Dîna Afîfî jî got ku tevî mafê wasî jî desteserkirin an jî veşartina milkên zarok nayê qebûlkirin.
Dîna Afîfî bal kişand ku rayedar der barê mijarê de xwedî kontrol nîn in û wiha got: “Jin ji bo hebûna mîras îsbat bikin, neçar dimînin dadgeh bi dadgeh bigerin. Ji ber ku milk xeyrîmenkûl e ji jin bo vê yekê îsbat bikin pir têdikoşin. Divê hikumet vê mijarê çareser bike.”
Farîda Jamal jî diyar kir ku di rêzefîlam bi navê Under Guardîanshîp de behsa jineke ku hevjînê wê miriye û bi zarokên xwe re têdikoşe tê kirin û wiha got: “Bi mirina hevjînê min re gelek xeyalên me tune bûn. Ew di qezayeke trafîkê de mir û em niha li mala bavê hevjînê xwe dijîn. Ez li gorî daxwazên wî dijîm. Hemû pereyê me yê heyî ji me girt. Tevî ku min pir lava jî kir neda min.”