Pêşeroja bi hezaran xwendekarên li Suweydayê di xeterê de ye

Mamoste Cîhan el-Avam li hember biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ezmûnên temamkirina dibistana navîn û amadeyî li Suweydayê qedexe kiriye, bi gotina “ev biryar ne tenê pêkanînek îdarî ye, siyasî ye jî” bertek nîşan da.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda- Ezmûnên temamkirina dibistana navîn û amadeyî, ji Suweydayê birin Şamê. Biryara ku hikûmeta demkî daye, rastî bertekên berfireh hat. Piştî hevdîtinên nêzî du mehan dom kirin jî, malbat negihîştin encamek ku wan aram bike. Fikarên derbarê pêşeroja bi hezaran xwendekaran de, zêde bû û nîşanên pirsê yên derbarê plana pişt biryarê bi xwe re anî.

Di encama biryara ku Sekreteriya Giştî ya Serokkomariya Sûriyeyê girtiye de, ezmûnên temamkirina dibistanên navîn û amadeyî ya di nava bajar de, hat qedexekirin. Navendên ezmûnan birin Şam û gundewaran, ev jî li Sûriyeyê rê li ber fikar û rageşiyan vekir. Ev rewş, tevî sozên rayedaran ên ku wê ezmûn di bin çavdêriya heyeta perwerdeyê ya ji Şamê de dê li Suweydayê were kirin, pêk hat.

Tevî biryara ku hatiye dayîn, dê azmûnan bibin Şam û gundewaran

Mamoste Cîhan el-Avam, diyar kir ku biryar di asta navîn û amadeyî de gefê li pêşeroja nêzî 14 hezar xwendekaran dixwe û ev agahî dan: “Ji vana nêzî 13 hezar û 500 xwendekarên dibistana amadeyî, nêzî 7 hezar xwendekarên dibistana navîn in. Fikarên ku di nava gelê Suweydayê de, dê salek din a perwerdê were windakirin, mezin dibin.

Cîhan el-Avam pirsa “Tevî ev qas muzakereyên di destê me de heyî, çima ev biryar hate girtin?” kir û wiha domand: “Hevdîtinên ku di navbera Şam û Suweydayê de ku ev nêzî du mehan e didome û hemû hûrgiliyên derbarê pêvajoyên ezmûnan de hatin destgirtin. Aliyên Suweydayê, pirsên ezmûnan wê bi rêya tîmên perwerdê û erkdarên Xaça Sor bikin bajar jî di nav de, hemû şert qebûl kirine. Tevî vê jî piştre biryara ku ezmûnan dê bibin Şam û gundewaran, eşkere kirin.”

‘Zêdeyî 13 hezar û 500 xwendekar dê çawa bighên navendên azmûnan?’

Li gorî Cîhan el-Avam ev biryar ‘asta siyasî’ ye û ne tenê sazûmaniyek îdarî ye. Cîhan el-Avam fikarên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Xwendekarên Suweydayê, ji ber bûyerên Tîrmeha 2025’an, sala borî ya perwerdeyê winda kirin û ezmûnên wan hatibû cemidandin. Piştî bi mehan ezmûnên ku ji aliyê midûriyeta perwerdê ve hatî kirin, bi awayek fermî nehatibû nasîn. Pêkanîna biryarê ji bo xwendekar û malbatên wan, wê zoriyên mezin bide avakirin. Ji bo ku zêdeyî 13 hezar û 500 xwendekar di heman demê de bighên navendên ezmûnan,bi sedan otobus lazim e.”

Cîhan el-Avam diyar kir ku xwendekarên li herêmên gundewar dijîn, du caran rastî zoriyan tên û wiha pê de çû: “Hinek xwendekar ji bo bighên navendên bajar, neçar in rêyên zêdeyî saetekê derbas bikin, piştre divê biçin Şamê. Her wiha gelek malbat di nava şertên giran ên aborî de ne, nikarin mesrefên zêde yên gihandinê bidin.”

Fikarên ewlehiyê û qada bê ewle

Cîhan el-Avam da zanîn ku fikar ne tenê madî ne, asta wê ya ewlehiyê jî heye û wiha got: “Ji ber gotinên mezhebî yên li welat didome û rageşiyên heyî, gelek malbat bi fikar in ku zarokên xwe ji bo ezmûnan bişînin bajarên din. Hikûmeta demkî bi vê biryarê, bêbaweriya di nava Şam û Suweydayê de kûrtir kiriye. Midûriyeta Perwerda Suweydayê, bi salan e di mijara organîzasyona ezmûnan de ne xwedî ezmûnên têrker e. Di du salên dawî de gelek krîzên ku rasterast bandorê li jiyana perwerdeya xwendekaran dike hatine jiyîn. Dema dîrokên ezmûnan nêz dibe, xwendekar di nava zexta psîkolojîk û nediyariyê de ne, derbarê krîzê de hê çareseriyek nehatiye dîtin.”

Cîhan el-Avam di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir ku vê biryarê paş ve bikşîne û destûr bide ku xwendekar di nava bajar de ezmûnê xwe bikin. Cîhan  bang li saziyên navneteweyî yên ku di qada mafê perwerdê û mafên mirovan de dixebitin jî kir ku mudaxeleya lezgîn bikin, xwendekar bikaribin bi awayek bi ewle û di şertên normal de bikevin ezmûnan û pêşeroja bi hezaran xwendekarên li Suweydayê biparêzin.