Pêla derbasbûnê ber bi Sebteyê: Jiyana bi hezaran kesan xist xeterê
Di navbera biryareke dadgeha Spanyayê ya nakok, gotegotên ku li ser medyaya dîjîtal belav dibin û zoriyên civakî û aborî de, bakurê Mexribê şahidiya pêla girseyî ya ber bi bajarê Sebteyê ve kir.
HENAN HARÊT
Mexrib – Roja 30'î Tîrmehê li ser xêza peravê ya li hemberî bajarê Sebteyê ku di bin rêveberiya Spanyayê de ye, ne rojeke ji rêzê bû. Ji saetên yekê yên sibehê ve, komên ciwanan berê xwe dan peravên di navbera bajarê Fnideq û herêmên derdorê. Di demeke kurt de, ev kom bûn komên mezin ên zilam, jin, zarok û malbatan ku armanceke wan gihîştina aliyê din bû.
Ji bo ku em fêm bikin ka rewş çawa gihîşt vê astê divê em vegerin rojên beriya pêla derbasbûnê. Dema ku biryareke dadgeha Spanyayê û şîroveyên berfireh li ser torên civakî tevlîhev bûn, di nava hewaya ku bi astengiyên aborî û civakî tijî bû, gelek kes neçir kirin ku li dergehekê ber bi Ewrûpayê ve bigerin.
Di 8'ê Tîrmehê de, Dadgeha Bilind a Spanyayê biryarek da ku tê de hat hejmartin ew koçberên di deryayê de di dema hewldana wan a avjeniyê de ber bi Ceuta yan Melîlyayê ve tên dîtin, rêkarên "vegerandina lezgîn" ên li ser yên ji perestgeha sînorî derbas dibin nayê sepandin. Lê divê ew bikevin bin rêkarên qanûnî yên ku di qanûna biyaniyan a Spanyayê de hatine diyarkirin.
'Biryarê mafê niştecihbûnê neda'
Tevî ku biryarê mafê niştecihbûnê neda û dergeh ji bo sererastkirina rewşa kesên ku tên venekir, naveroka wê di demeke kurt de bû mijara nîqaş û şîroveyan li ser torên dîjîtal, ku tê de daxuyaniyên ku biryar şîrove dikirin belav bûn, yanî her kesê ku gihîşt Sebtayê bi riya deryayê wê nikaribe vegere Mexribê.
Li dijî vê, rayedarên Spanyayê teqez kirin ku ev xwendin ne rast e û bal kişandin ser ku torên qaçaxkariya koçberan ev şîrove bi kar anîn ji bo cesaretkirina kesên din ku deryayê bixebitînin.

'Hilbijartina Sebteyê ne tesaduf bû'
Hilbijartina Sebteyê ne tesaduf bû, ji ber ku ew bi cîhana xwe ya erdnîgarî re, yek ji dergehên herî nêz ên Yekîtiya Ewropayê ye ji bo parzemîna Efrîkayê ku ev yek di nav sedsalan de wê kiribû mebesteke sereke ji bo yên ku dixwazin bi awayekî ne yasayî koç bikin.
Ji bo gelek ciwanan, tenê gihîştina wê weke gava yekem ber bi Ewropayê ve tê dîtin, tevî ku derbasbûna ji wê ber beravên Spanyayê di bin rêkarên qanûnî û ewlehiyê yên tevlîhev de ye.
Bi berfirehbûna gotegotan re, hejmarên zêdetir ên mirovan dest bi kombûnê li ser peravên bakur kirin, berî ku di nava çend saetan de bibe mezintirîn pêla derbasbûna komî ku Ceutayê di salên dawî de dîtibe.
'Nêzî 60 hezar kes derbasî Sebteyê bûn'
Li gorî daneyên herî dawî ku ji aliyê rayedarên Spanyayê ve hatine ragihandin, di navbera 50 hezar û 60 hezar kes de di dema pêla derbasbûna komî de derbasî bajarê Sebteyê bûne, di heman demê de zêdetirî 48 hezar kes di rojên pey re vegeriyan Mexribê û hejmara qurbaniyan gihîşt zêdetirî 67 miriyan.

Dema ku malbat koç dikin
Lê belê ger pêlên koçberiya ne yasayî yên berê piraniya caran bi ciwanên ku bi tenê rêwîtiyê dikin re girêdayî bûn, ev tiştê ku Ceutayê vê carê dît, guherînek di xwezaya vê diyardeyê de nîşan da. Dîmenên ku li ser platformên civakî hatin belavkirin bavên ku zarokên xwe hildigirtin, dayikên ku bi zarokên xwe re bûn û malbatên tam nîşan dan ku deryayê hildibijêrin di hewldana gihîştina bajarî de.
Ne hemû rêwîtî bi gihîştinê bi dawî dibûn; ava ku peravên Mexrib û Sebteyê ji hev cuda dike bû qada operasyonên rizgarkirinê yên berdewam, di heman demê de rayedarên Spanyayê zêdebûna hejmara kuştiyan ragihandin, di encamê de pêla mirovî ya giran ku koçberiya ne yasayî li pey xwe dihêle anî birê.
Di demeke kurt de, nîşanyên xemgîniyê di nava hejmarek derbasbûyiyan de derketin holê. Li gorî şahidiyên ku medyaya navneteweyî ragihandine, hinek ji wan gotin ku wan keşf kiriye agahiyên beriya derbasbûnê girtine ne rast bûn û gihîştina Sebteyê bi awayekî otomatîk rê ber bi Ewropayê ve venake weke ku wan bawer dikir.
Di kêmtirî du rojan de, dîmen dest bi guherînê kir. Piştî ku peravan herikîneke berdewam ber bi bajarî ve didîtin, tevgereke berovajî bi riya dergehê sînorî dest pê kir, bi vegera 10 hezaran kes ber bi Mexribê ve. Hinek ji wan bi dilxwazî vegeriyan piştî ku fam kirin ku man li Sebteyê wê armanca ku ji ber wê xetere girtine ser xwe pêk neyne, di heman demê de operasyonên vegerê yên din di çarçoveya koordînasyona di navbera rayedarên Mexribî û Spanyolî de hatin kirin.
Di vîdeoyên ku bi firehî di torên civakî de hatin belavkirin de, hejmarek vegeriyan cih girtin ku bang li ciwanên Mexribî dikirin ku ezmûnê dubare nekin û tekez dikirin ku rastiya ku wan di nav Sebteyê de dîtibû cuda bû ji wê wêneyê ku gotegotan çêkiribû. Ji bo hinek ji wan, ezmûn tenê bi dilşikestinê bi dawî nebû lê belê nêrîna wan a ber bi koçberiyê ve ji nû ve çêkir û ew neçar kirin ku di wateya cîwarbûn û girêdana bi welat re ji nû ve bifikirin.
Lê tiştê ku pêla derbasbûnê ya dawî aşkere kir tenê bi qasî yên ku ezmûn jiyan re sînordar nebû, guherînên ku civaka Mexribî dijî jî nîşan da. Dîmenên ku di wan rojan de hatin belgekirin nîşan dan koçberî êdî ne biryareke takekesî ye ku tenê bi ciwanan re girêdayî ye, di gelek rewşan de bûye bijardeyeke ku malbat hemû pê re parve dike.
Gelo qeyrana koçberiyê yan qeyrana civakê bû?

Aktîvîst û hiqûqnas Fatimê Outalib da zanîn ku tiştê bajarê Sebteyê dît nikare tenê bi sedemên aborî û civakî bê şîrovekirin, xwendineke hevbeş dixwaze ku mezinahiyên siyasî û mafnasiyê jî di ber çavan de bigre.
Fatimê Outalib tekez dike ku kes heta niha xwediyê wêneyê temam ê tiştê ku qewimî nîn e lê belê ev tişt rastiya zehmetiyên aborî û civakî yên ku gelek Mexribî di nav de dijîn û hesta girtina asoyê ku çêdike bi taybetî di nava ciwanan de, red nake.
Fatimê Outalib zêde dike ku beşek ji vê nifşê di navbera xewna koçberiya ber Ewropayê û windakirina baweriyê di şiyana polîtîkayên giştî de ji bo peydakirina derfetên rastîn ên jiyana birûmet de asê maye. Fatimê Oulateb bang li nêzîkatiyeke berfireh dike ku bûyerê dûrî her xwendineke alîgir şîrove bike.
Çima jin bûn beşek ji pêla derbasbûnê?

Endama Buroya Navendî ya Komeleya Mexribî ya Mafên Mirovan Neîma Wehlî dibêje ku berfirehbûna beşdariya jinan di pêla derbasbûnê de guherîneke civakî û aborî ya malbata Mexribê nîşan dide. Neîma Wehlî got: "Jin êdî ne weke peyrewê zilam tenê koç dikin di gelek rewşan de bûne berpirsyarên xwedîkirina malbatan yn jî hevkarên sereke di hilgirtina bar de. Bi berfirehbûna xeleka lawaziyê û bilindbûna lêçûnên jiyanê re, jin jî bûn gerînerên derfetekê ji bo baştirkirina mercên jiyana xwe û paşeroja malbatên xwe."
Neîma Wehlî da zanîn ku çareserkirina koçberiya ne yasayî nikare tenê bi hişkkirina kontrola li ser sînoran sînordar bibe, polîtîkayên giştî dixwaze ku derfetên kar peyda bikin, cudahiyên civakî kêm bikin û mafên aborî û civakî zêde bikin. Neîma diyardeyê bi hesta di nava beşek ciwanan de bi paşveçûna qada azadiyan, ligel zextên aborî re girê dide û dibêje: "Ev tişt hesta girtina asoyê kûr dike û hinek ji wan neçar dike ku koçberiyê weke dergehek ji rastiyek ku bê hêvî ye bibînin."
Çima ciwan hêviya xwe winda dikin?

Aktîvîst Zehra El-Werdî jî got ku dîmenên bi pêla derbasbûnê re ne tenê ji ber hejmara beşdarên di nav de şokker bûn, ji ber ku wan mezinahiya qeyrana beşek ji civaka Mexribî di nav de dijî aşkere kir.
Zehra El-Werdî ev pirs kir: “Çawa ev hejmara mezin a mirovan, di heman demê de li ser girtina heman biryarê ya xistina jiyana xwe ya xeterê civiyan? Ev tişt kombûna pirsgirêkên salan nîşan dide. Mexrib xwediyê şiyan, dewlemendî û hêzên mirovî yên mezin e, lê belê beşek ji welatiyan encama vê di jiyana xwe ya rojane de hîs nakin."
'Rûbirûbûna vê diyardeyê avakirina baweriyê ye'
Zehra El-Werdî sedemên ku dihêle ciwan ber bi koçberiyê ve biçin wiha bi lêv kir: "Berdewamiya bêkariyê, berfirehbûna cudahiyên civakî û zehmetiya pêkanîna cîwarbûnê gelek ciwanan neçar dike ku bawer bikin paşeroja wan li derveyî welat e. Zehra axaftina xwe bi van gotinan domand: "Rûbirûbûna vê diyardeyê ji nû ve avakirina baweriyê bi riya polîtîkayên geşepêdanê yên ku derfetên rastîn di nava welatê wan de ji ciwan û jinan re peyda dikin dixwaze, ne ku tenê bi nêzîkatiyên ewlehiyê sînordar bibe."
Çima pêla 2026'an ji ya 2021'ê cuda ye?

Analîsta siyasî Şerîfa Lemwer jî diyar kir ku tiştê bakurê Mexribê di wan rojan de dît, qeyranek e ji koçberiyê derbas dibe. Her wiha got ku ev gelek pirsgirêkan nîşan dide bilindbûna bihayê kelûpelan, berdewamiya bêkariyê bi taybetî di nav ciwan û xwediyên bawernameyan de û zêdebûna hesta nebûna paşerojê, hemû faktor in ku hejmarên mezin neçar kirin koçberiya neyasayî weke dergehek ji rastiyek ku bê aso ye bibînin.
Şerîfa Lemwer wiha berdewam kir: "Gotegotên ku bi belavbûna biryara dadgeha Spanyayê re bûn dibe ku alîkarî di lezgîniya pêla derbasbûnê de kiribin. Ji ber ku rewşa niha cuda ye ji bûyerên Sebteyê yên sala 2021'ê ku bi aloziyeke dîplomatîk di navbera Mexrib û Spanyayê re girêdayî bûn.
'Nebûna ragihandinek fermî rê li ber şîroveyan vekir'
Şerîfa Lemwer bal kişand ku nebûna ragihandineke fermî ya lezgîn rê ji gotegot û şîroveyan re vekir û tekez kir ku rêgirtina li dubarebûna pêlên wiha di riya çareserkirina sedemên pegalî yên koçberiyê re derbas dibe, di serî de kar, dadweriya civakî û baştirkirina asoyên ciwanan.
Her ku pêla derbasbûnê kêm dibû, aramî vegeriya Sebtayê lê pirsên ku derxistibûn holê bi dawî nebûn. Dema ku li benda daneyên fermî yên Mexribê yên berfirehtir in, tiştê ku qewimî yek ji mezintirîn bûyerên koçberiyê ye ku bakurê Mexribê di salên dawî de şahidî kiriye.