Newroz Uysal: Rewşa girtiyên nexweş ên li Tirkiyeyê asta hemû pirsgirêkên welat derbas kiriye

Parêzer Newroz Uysal, bal kişand ku binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan tên jiyîn bi pandemiyê re zêde bûne, bi taybetî bal kişand ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û got; "Pirsgirêka girtiyên nexweş ên Tirkiyeyê asta welat derbas kirine. Jixwe hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan di gihandina dermankirinê de zehmetiyên mezin dikişandin di pêvajoya pandemî de bi pirsgirêkên girantir re rû bi rû dimînin. Newroz Uysal diyar kir ku di girtîgehan de girtina girtiyên nexweş binpêkirina mafên wan e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora sala borî ya binpêkirina mafan li girtîgehan eşkere kir. Di raporê de diyar bû ku hezar û 182 girtiyan bi hincetên wekî îşkence, muameleya xerab, mafê gihandina tenduristiyê û pirsgirêkên ragihandinê bi daxwaznameyê serî li komeleyê dane. Dema ku rapor di meha Nîsanê de ji raya giştî re hat pêşkêşkirin, hat gotin ku ev binpêkirin di pêvajoya pandemiyê ku bi derketina Kovîd-19 re dest pê kir, gihîştine asta herî jor. Di dema dawî de nûçeyên îşkence û muameleya xerab di rojevê de ne, mafên herî bingehîn ên girtiyan jî tên astengkirin. Rewş û gavên asayîbûnê yên di jiyana rojane de tên pratîzekirin, ji bo girtîgehan derbasdar nîn in. Daxwazên girtiyan ên ji bo sewqkirin û guhertina odeyê bi hincetên "tenduristî" nayên bicihanîn. Ji dema ku pandemiyê dest pê kiriye ve ango ji Adara 2020’an vir ve li girtîgehan hevdîtinên vekirî hatine qedexekirin.
“Pêvajo li gorî siyaseta li welat tê meşandin” 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Newroz Uysal, têkildarî bûyerên dawî yên li girtîgehan nirxandin kir û diyar kir ku girtî ji hemû pêdiviyên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin. Newroz Uysal da zanîn ku pêvajoya li girtîgehên ku gelek pirsgirêk li wan tên jiyîn, li gorî rewşa siyasî ya li welat tê meşandin û wiha got: “Dema ku em ji aliyê dîrokî ve li girtîgehên Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku hin pirsgirêkên kronîk û mafên mirovan ên bingehîn her diçe hin zêdetir girantir dibin. Dema ku em bi giştî lê dinêrin, dibînin ku di girtîgehên Tirkiyeyê de pirsgirêka kapasîteyê heye, di girtîgehan de li ser gihandina tenduristiyê û bikaranîna mafê ragihandinê, li ser hevdîtina malbatê jî astengî hene. Heger em zêdetir binêrin, em ê bibînin ku di her girtîgehê de heman pêkanînên bi vî rengî hene.”
"Bi hinceta pandemiyê binpêkirin zêdetir bûne" 
Newroz Uysal, anî ziman ku binpêkirinên mafan ne îdia ne rastiyek e Tirkiyeyê ye û diyar kir ku girtî ji pêvajoya binçavkirinê û dadgehê heta pêvajoya girtîgehê bi awayekî sîstematîk rastî zextan tên. Newroz Uysal, bal kişand ku dewlet di girtîgehan de bi vî rengî refleksa xwe ya li ser civakê nîşan dide û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku di dema rewşa awarte de dewlet tecrîda ku bi awayekî fiîlî bi KHK’ê dikir, bi pandemiyê re zêdetir kiriye. Ev çi ne; ger bi zelalî bê vegotin, pirsgirêka kapasîteyê pirsgirêkek pir cidî ye. Em dibînin ku li girtîgehan bi wateyeke rast li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî rêjeyeke dagirkirinê heye. Dewlet li şûna guhertinan, hewl dide vê pirsgirêkê hîn zêdetir bi çêkirina girtîgehan çareser bike.” 
“Nameyên Kurdî nadin girtiyan”
Newroz Uysal bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên girtî li girtîgehan dijîn û diyar kir ku ev pêkanîn ji asta sîstematîk derbas bûne û veguherîne muameleya xerab û îşkenceyê. Newroz Uysal got; “Em mafê ragihandinê dixwazin. Nameyan didin ên li kêleka we lê nameyên bi Kurdî yan demeke dirêj didin rawestandin an jî qet nayên dayîn. Dîsa yek ji pirsgirêkên ku hatine jiyîn ew e ku rêveberî bi awayekî sîstematîk bersivê nadin daxwazên girtiyan û daxwazên wan ên hevdîtinê red dikin. Ji ber ku yekane muxatabên girtiyan rêveberiya girtîgehê yan jî dozger in. Dema ku rêveberiya girtîgehê pêvajoyek bi bandor pêk neyne, girtî bêhtir rastî muameleyên kêfî tên.
“Mayîna girtiyên nexweş a li girtîgehan binpêkirina mafan e” 
Newroz Uysal bal kişand ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya girtiyên nexweş asta welat derbas kiriye û destnîşan kir ku hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan di dermankirinê de zehmetiyan dikşînin. Newroz Uysal diyar kir ku mayîna girtiyên nexweş li girtîgehan binpêkirina mafan e û wiha axivî; “Li Tirkiyeyê gihandina tenduristiyê ne li gorî pîvanên neteweyî û ne jî yên navneteweyî ye. Girtiyên di girtîgehan de, bi pêvajoya pandemiye re, di dermankirinê de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Hem pêvajoya nexweşxaneyan û hem jî pêvajoya karantînayê ya vegera ji nexweşxaneyê heta tu bibêjî bi pirsgirêk e. Dîsa li girtîgehê ji bo dermankirin û nivîsandina dermanan gelek zehemetî hene, girtî carna ji bo dermankirinê di rêze de disekinin. Tevahiya vê pêvajoyê bi rastî ji bo gelek nexweşan astengiya herî bingehîn a gihîştina tenduristiyê ye. Ger girtîgeh di asteke têrker de bîma dê malbatan daxwaza sewqê nekirana û girtî bikaribûna li girtîgehan bên dermankirin."
“Girtî bi awayê kêfî tên sirgûnkirin” 
Newroz Uysal diyar kir ku ji roja pandemî hatiye ragihandin heta niha, li girtîgehan hevdîtinên vekirî nayên kirin û got; "Heta hevdîtinên girtî û telefonan ên girtiyan bi awayekî kêfî tên bisînorkirin." Newroz Uysal, anî ziman ku hevdîtin veguherîne îşkenceyê û destnîşan kir ku heman pêkanîn li noqteyên sewqê û guherandina odeyê jî hatine jiyîn. Pirsgirêkeke din jî ew e ku AÎHM di vê mijarê de xwedî gelek biryarên binpêkirinê ye. Pirsgirêka berdewamkirina înfazan li cihekî dûrî malbatên wan, niha wisa kronîk û belavkar e ku em difikirin ev hilbijartinek siyasî ya dewletê ye. Dema ku girtî daxwaz dikin biçin girtîgehên nêzî malbatên xwe, bi hincetên tenduristiyê red dikin. Lê belê, dikarin ji ber sedemên ewlehiyê yan jî dema ku rêveberî biryar bide, bi pêkanîna tiştê ku em jê re dibêjin sirgûn di her kêliyê de, bi girseyî sirgûnan pêk bînin.”
“Divê mafên bingehîn neyên astengkirin” 
Newroz Uysal da zanîn ku divê mafên herî bingehîn ên girtiyan ku bi hinceta pêvajoya pandemiyê hatine rawestandin demildest bên îadekirin û herî dawî ev tişt anî ziman: “Pêwîst e zext û tecrîda li ser girtiyan tê kirin bê bidawîkirin û mercên jiyanê yên baştir bên afirandin. Di qanûnê de tu bingehek van binpêkirinan tune ye. Di van zext û binpêkirinan de hem xizmên girtiyan, hem jî girtî mexdûr dibin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ku me behs kirin divê gav bên avêtin. Nêzî du salan e, girtî bi hinceta pandemiyê nikarin derkevin hevdîtinên vekirî. Ev pêkanînên ku digihîjin asta tecrîdê, di raporên ku hatine amadekirin û nûçeyên çapemeniyê de jî rojane cih digrin.”