Mehmet Altun ku li Meramê 7 ferdên ji malbata Kurd qetil kir, hat girtin

Mehmet Altun ku ji malbata Dedeogullari ya li navçeya Meramê 4 jê jin 7 kes qetil kirin, 6 roj piştî qetlîamê hate binçavkirin û girtin, lê di rapora otopsiyê de derket holê, di bedenên kesên hatî qetilkirin de bi giştî 21 gule hatine dîtin û sedemên mirinê çûna xwînê ya ser mejî, zirar ditina mejî û derbûna xwîna ya hundir hatiye diyarkirin.

Konya - Di 30'ê tîrmehê de li kolana Hasankoya navçeya Meramê ya Konyayê,Yaşar Dedeogullari, İpek Dedeogullari, Serap Dedeogullari, Sibel Dedeogullari, Serpil Dedeoğullari, Metin Dedeogullari û Barış Dedeogullari ji hêla Mehmet Altun ve hatin qetilkirin. Mehmet Altun ê ku ji malbata Dedeogullari 7 kesên ku 4 jê jin bûn qetil kir, piştî qetlîamê 6 roj şûnda li zeviya taxa Uçpinarlar a ser bi nevçeyê Bozkirê hate binçavkirin. Di îfadeya xwe ya ewil a li qereqolê de, îdîa kir ku ew di 12’ê Gulanê de çûye mala malbata Dedeogullari û ji wan re got ku giliyên xwe yên li dijî xwişka xweya mezin Ayşe Keleş, xezûrê wê Lütfi Keleş û yên din di derbarê şîdeta ku li wan hatiye kirin paşve bikişînin.. Mehmet Altun îdîa kir ku wî xwe wekî "wezîfedarê şaredariyê" daye nasîn û endamên malbatê vexwendiye baxçe û dema ku wî di dema axaftinê de maskeya emeliyatê ji ser rûyê xwe rakir, malbatê ew nas kir û bertek nîşan da.
Ji bo li hev hatinê çûye
Mehmet Altun îdia kir ku ew çûye malê ji bo ku lihevkirinekê pêk bîne û wiha got: “Pêşî min xwe wekî peywirdarê şaredariyê da nasîn, dema min maske daxist, wan ez nas kirim. Piştî ku min nas kirin vêcarê bi ser min de hatin. Ji ber vê yekê min çeka xwe derxist û ji wan re got ku giliyên xwe li ser xwişk û xezûrê min rakin. Min ji wan xwest ku dev ji gilîkirinê berdin û ewraqê ku min bi xwe amade kiriye îmze bikin. Em ji bo li hev werin çûn. Dema ku wan bertek nîşan dan û ber bi min ve hatin, min gulle li wan reşand û hemû kuştin. Ji bo ku ez şopek li dû xwe nehêlim, min dixwest ku ez wan dîsa li erdê dirêj bikim û agir berdim malê ji bo ku tomarên kameraya ewlehiyê werin jêbirin. "
Piştî îfadeyê li dozgeriyê hat girtin
Kujer Mehmet Altun ku bi tedbîrên binçavkirinê bi tedbîrên tund ên ewlekariyê û parastina polîsên tevgera taybet anîn Edliyeya Konyayê, piştî îfadeya dozger sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya nobedar kirin. Kujer, Mehmut Altun, bi sûcên "7 kes bi hesta cinawirî û bi sêwirandinê kuştine", "bi şewitandinê zirar daye mal", "binpêkirina parêzbendiya rûniştinê" û "Çekek bêyî destûra hilgirtinê heye" hat girtin.
Beriya êrîşê koma WhatsApp hatiye avakirin 
10 kesên ku di nav wan de jin, dayik, bav û birayê Mehmet Altun, gumanbarê kuştinê yê malbata Dedeoğulları, ku di êrîşa nijadperestî ya li navçeya Meram a Konyayê de hatibûn kuştin, di 3’ê Tebaxê de hatin girtin. Abdurrahman Karabulut, parêzerê malbatê ku diyar kir êrîş ji berê de hatiye plankirin û organîze kirin, li ser hesabê xwe yê medya a Twitter got, "Derket holê ku kiryar ne bi tenê ye û piştî êrîşa 12’ê Gulanê li ser malbata Dedeogulları, malbata êrîşkar koma WhatsApp ava kir û komkujî bi rengek rêxistinî sêwirand. "
Tîmên 112 û agirkujiyê beriyê polisan hatine cihê bûyerê!
Piştî deqeyên çareseriya vîdyoyê yên di dosyeya lêpirsînê ya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ve hatî meşandin de, lêpirsîna cihê bûyerê û rapora otopsiyê jî hate bidestxistin. Di deqên lêpirsîna cihê bûyerê de, hate gotin ku êrişkar Mehmet ferdên malbatê li beşa baxçêya malê ku wan bi zora çekê lê kom kirî kuştiye û tîmên 112 û agirkujiyê beriyê polisan hatine cihê bûyerê. Hatiye diyarkirin ku piştî vemirandina agir dora malê hatiye dorpêçkirine. Di tutanakan de, jinek li milê çepê li gorî deriyê baxçê xanî, zilamek li nîvê baxçê, zilamek li ser pêlikan li beşa rojavayî ya rûniştinê, jinek li beşa gulî ya baxçê aliyê rastê yê têketinê, jinek li nîvê baxçê, deriyê li başûrê rûniştgehê. Hat ragihandin ku zilamek li ser pişta wî di pêla yekem a pêlikên derî re û jinek li paş dema ku agirkujan agir vemirandin deriyê ketinê mir. Di tutanakan de, hate destnîşankirin ku li malê şopên dûmanê hene û hundurê malê bi ava ku agir pê hatiye vemirandin tije bûye û beşeke odeyên malê şewitîne.
Raporên otopsiyê: 21 gule hatin berdan, 6 kes di serî de hatin hedefgirtin
Di raporên otopsiyê de jî hatiye destnîşankirin ku bi tevahî 21 gule li ferdên malbatê yên hatine qetilkirin hatine reşandin û sedemên mirina wan jî weke çûna xwînê ya ser mejî, xusardîtina mejî, derbûna xwîna hundir hatiye diyarkirin . Di raporan de hatiye diyarkirin ku 6 kes ji serê xwe hedef hatine girtin û Yaşar Dedeogûllari ji qirika xwe guleyek xwariye.