Malak Al-Akhal bi lêkolîna xwe nexşeya pevçûnên nifşan ji nû ve xêz dike

Di rewşa siyasî ya aloz de, lêkolîner û nivîskar Malak Al-Akhala Tûnisî vedigere dîroka tevgera jinan da ku nakokiyên nifşan çareser bike, nebûna arşîvan eşkere bike û piştrast bike.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Di xalek dîrokî ku krîzên siyasî bi veguherînên civakî re têkildar in û qadên nîqaşa azad kêm dibin de, tevgera jinan li Tûnis û herêmê, bi pirseke girîng re rû bi rû ye: Jin çawa dikarin têkoşîna xwe di nava parçebûn, azadiya kêm dibe, nebûna tomarên dîrokî û guhertinên nifşan de bidomînin?

Ev pirs bû sedem ku lêkolîner û nivîskar Malak Al-Akhal ne tenê ji bo belgekirina tiştên qewimî, di heman demê de ji bo fêmkirina sedema ku ev têkoşîn carnan qels û carnan jî bihêz bû, pevçûnên nifşan û nêzîkbûna piştre û tevî çaresernebûyî, çi bû sedema jibîrkirina şeran.

Ji Tûnisê bigre heta welatên din ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, Melek El-Akhal, bi şopandina rê, têkoşîn, tifaq, kêliyên teqînê û kêliyên bêdengiyê yên jinan, di dawiyê de gihîşt encamek zelal. Tevgera femînîst bêyî hevgirtin, avakirina toran û hevgirtina hewldanan nikare bipêş bikeve. Ji ber jinên li herêmê heman gilî û gazindên xwe parve dikin û bi heman têkoşînan re rûbirû dimînin.

Rêwîtiyek  a nakokiyan di nava nifşan de

Malak El-Akhal dibêje ku wê lêkolîna xwe bi pirsek ku wê aciz dike destpê kir û dibêje: “Gelo bi rastî di nav tevgera jinan de pevçûnek nifşî heye? Gelo ew têkoşîna beşan e? Cûdahiyek di dîtinê de heye? An jî tenê têgihîştinek xelet di navbera ezmûnên cûda de ye?”

Ji bo bersiva vê pirsê, wê li Enstîtuya Erebî ya Zanistên Civakî li ser nakokiyên di navbera nifşên femînîst de lêkolîn kir. Wê ezmûnên aktivîstên salên 1980 û destpêka salên 1990’î; pirsgirêkên ku ew li ser xebitîn, rêbazên wan û nakokiyên ku di navbera wan de derketine, nirxand.

Wek mînak, ew nakokiya di navbera jinên demokrat ên ku dixwestin femînîzmê entegreyî siyasetê bikin û femînîstên ku tercîh dikirin pirsgirêkên femînîst ji siyasetê cuda bihêlin de derket holê, destnîşan kir. Ev nakokî piştre bû sedema damezrandina Komeleya Jinên Demokrat. Malak El-Akhal  da zanîn ku ew paşê vegeriya ser lêkolîna nifşê şoreşger, hewl da ku cudahiyên di navbera vî nifşî û nifşên berê de û ka nakokî hîn jî hene fêm bike. Malak, da zanîn ku encamên lêkolîna wê, meyleke zelal a “ji holê rakirina şopên nakokiyên di nav her nifşî de hene û ku belkî em îro jî bi nezanî dubare dikin.” derdixe holê.

Nebûna arşîva jinan

Malak El-Akhal anî ziman ku di dema lêkolîna xwe de, wê kifş kir ku li Tûnisê hema bêje ‘arşîva femînîst’ tune ye. Malak, bal kişand ser hebûna hewldanên vê dawiyê yên wek arşîva ‘Inkfada’ û ‘Navenda Femînîzmê’, lêpirsîn kir ka gelo nifşên nû bi rastî ji van hewldanan sûd werdigirin an jî ev hewldan tenê mane. Malak tekez kir ku hevgirtina di navbera femînîstan de ne dirûşmeyek e, pratîkek rojane ye û wiha got: “Dema ez di rewşek biryardanê de bim û neçar bim di navbera jin û mêrekî de hilbijartinê bikim, wek femînîstek, heta ku ew bi heman rengî jêhatî bin, ez ê jinê hilbijêrim.” Ew bawer dike ku ev helwest ne cudakarî ye, ‘rastkirina dîrokek dirêj a dûrxistinê’ ye.

Rexneyek li ser têgîna ‘Feraseta Mêr

Malak El-Akhal pirsa ‘feraseta mêr’ wek xefikekê bi nav kir, ji ber têgîna ‘ferasetê’ bi xwe bi mêtîngeriya ku hewl dide civakan bikaranîna qalibên amade rave bike re hatiye û wiha domand: “Tiştek wek yek feraset ji bo tevahiya civakê tune ye. Ev têgeheke mêtînger e ku li cihê em derbas bikin em diparêzin e. Ev feraset li ku ye? Em çawa wê biguherînin? Divê em çi çalakî an prosedurê bişopînin? Em nizanin.”

Malak El-Akhal got ku “Jinên ciwan fikrê femînîst dipejirînin û dibistanên havînê yên femînîst bala wan dikişînin, lê rewşa siyasî ya heyî eleqeya bi femînîzmê kêm dike û li şûna wê têkoşînên girîngtir dide pêş.” Ew ji rawestandina nîqaşên ku di serdema veguherîna demokratîk de bipêş ketine, wek yên li ser destdirêjî an wateya femînîstbûnê, xemgîn dibe.

Malak da zanîn ku qedexeyên ku îro Tûnis pê re rûbirû dimîne ‘her tişt rawestandiye’ û civak ketiye serdemek nezelal ku em rê û nêrînên mirovan nizanin.

Kêliya teqînê: Sala 2012’an

Malak El-Akhal kêliya sala 2012’an dema ku ‘civak piştî zêdetirî bîst salan dorpêçkirin û tecrîdê teqiya’ û Tûnisî fêr bûn ku cudahiyên xwe birêve bibin, bi bîr dixe. Malak destnîşan kir ku femînîstan li hember hewldanên Troykayê yên destwerdana mafên jinan li ber xwe dan û ev kêlî jiyanek siyasî ya rast a tijî şeran nîşan dide. Lê belê, ew bawer dike ku ev zelalî îro êdî tune ye û civak di rewşek nezelaliyê de dijî ku diyarkirina rêça wê dijwar dike.

Nûnertî ne li ser hejmaran e

Malak El-Akhal zêdebûna hejmara jinan di parlemento an hikûmetê de wek pîvanek girîng bi serê xwe nabîne û dibêje: “Ez dikarim ji hebûna jinên faşîst ên rastgir di parlementoyê de kêfxweş bim? Bê guman na.” Li gorî wê, nûnertî bi kalîteyê ve girêdayî ye, ne bi hejmarê ve.

Ew dibêje ku jin li çar aliyê cîhanê bi niheqiyê re rû bi rû dimînin, mîna ku Ereb li çar aliyê cîhanê bi nijadperestiyê re rûbirû dimînin û got: “Ez bawer nakim ku rojek hebe ku em ne hewceyî femînîzmê bin.”

Malak El-Akhal bawer dike ku berjewendiyên çêtirîn ên jinan di yekkirina tevgerên femînîst ên herêmî de ne û balê dikişîne ser girêdanên ji destpêka sedsala 20’an vir ve femînîstên Lubnanî bi yên li Mexrîb, Misir û Cezayîrê ve girê didin.