Li Xezayê ji bo hevberdanê jin neçar in gelek dirav bidin

Di jiyana zewacê de ku gelek caran ji ber pirsgirêkên di navbera hevjînan de jiyan zor dibe, ya ku divê were kirin bêguman di çarçoveyeke guncav de hevberdan e lê li Xezayê rewş cuda ye. Gelek jin dema dixwazin ji hevjînên xwe veqetin mêr vê yekê napejirînin. Bi taybetî jinên ku dixebitin û mehaneya wan heye dayîna pereyê zêde li wan tê ferzkirin.

REFÎF ISLÎM
Xeza- Hevberdana hevjînan ji ber sedemên cur be cur pêk tê. Li piraniya welatên cîhanê veqetandin bi du rêbazan pêk tê. An bi razîbûna hev an jî dema ku jin ji bo berdanê mafên xwe ji zilam re bihêle lê tiştê ku li Xezayê diqewime hinekî cuda ye, veqetîn tenê bi razîbûna mêr pêk tê û di hinek rewşan de jî divê ku jin mîqdarek  mezin dirav bide.
Ji bo pereyê wê, hevberdanê nepejirand
M.H. jineke 36 salî ye, dibêje ku ezmûna wê ya zewacê serkeftî nebû. Dibe ku ji ber ku hevjînê wê 10 sal jê piçûktir bû loma lewre wî her gav xwe ji wê çêtir û piçûktir didît. Wî her tim hevjîna xwe mecubûrî lêçûnên xwe yên kesane dikir. Ji ber vê ew ji reftara wî aciz bû û biryar da ku jê veqete û berpirsyariya her du zarokên xwe bigre ser xwe lê ew bi redkirina wî ji mijara veqetandinê matmayî ma. 
M.H. destnîşan kir ku ew di destpêkê de difikirî ku hevjînê wê jê hez dike yan jî dixwaze malbatê ji belavbûn û perçebûna ku dê paşê bandorê li ser zarokan bike biparêze lê ew çavnebar bû ji meaşê wê yê mehane. Dema ew çû dadgehê da ku dozek ji bo veqetandinê vebike, dadrês ew red kir û jê re hat şîrovekirin ku ya li dadgehan diqewime veqetandinek bi razîbûna her du aliyan e, vê yekê jî hişt ku ew vegere cem hevjînê xwe û ji bo veqetîna wê miqdarek dirav pêşkêşî wî bike da ku dev jê berde.
“Aramî û ewlehiya min û zarokên min ji pereyê ku min daye girîngtir e”
Dema ku ew çû dadgehê da ku tedbîrên veqetandinê bigre, dît ku ew ne ya tekane ye ku dirav dide hevjînê xwe ji bo wê berde lê belê gelek jinên din hene ku ji bo vê mijarê li ber xwe dane heya ku gihîştine miraza xwe. Wê da zanîn ku azadiya wê û ewlehiya derûnî ya zarokên wê û mezinkirina wan di atmosferek hezkirin û evînê de, ji dirava ku wê daye baştir e. 
Jina bi navê N.A, a 29 salî, got ku ewqas dirav nîn e ku bide hevjînê xwe da ku hukmê berdanê bi dest bixe. Jixwe zewaca wê tenê çend mehan domiya lê ew heta îro jî ji tecrubeya têkçûyînê êşê dikşîne. Wê got ku hevjînê wê jê xwestiye dev ji hemû mafên xwe berde û dirav bide wî da ku wê berde. Ji ber vê yekê ew ê wekî dîlgirtî bimîne heya ku qanûn werin guhertin û hevjînê wê bi awayekî xwebeş wê berde. 
“Hevberdan an divê bi razîbûna her du aliyan be an jî pere bidin hev”
Parêzer Hanadi Salah der barê mijarê ev xal diyar kirin; "Xuli" an hevberdan yek ji awayên betalkirina peymana zewacê ye ku li ser daxwaza jinan bi darizandina dozê li pêş dadgehê û bêyî destûra mêr pêk tê. Xala 39’emîn a Qanûna Rewşa Kesane bi tevahî ji hev veqetand." Her wiha got ku ya li dadgehên şerîetê li Xezeyê tê sepandin ew e Qanûna Mafên Malbatê ya hejmar 303 û Qanûna Pêvajoya dadgehên şeriî ya hejmar 12 ya 1965’an û Qanûna cîbicîkar a  hejmar 23 ya 2005 û Qanûna Dadwerî û Wekheviyê.   
Hanadi Salah anî got: "Dadgehên li Xezayê dibêjin divê hevberdan bi razîbûna herdu aliyan be yan jî jin dirav bidin hevjînên xwe heya ku karibin jê veqetin. Sedemek eşkere tune ye ku doza hevberdanê li dadgehên Xezayê neyê sepandin, her çend ku ew di Qanûna Rewşa Kesane li dadgehên Xezayê de hatî sepandin jî. Mijar bi Konseya Bilind a Dadweriya şeriî ve girêdayî ye ku di nav hêz û qewetên xwe de ku ji bo bicihanîna hevberdanê û sererastkirina qanûnê ji hêla Encûmena Zagonsaz ve, giştînameyek dadrêsî derxistiye.”
Der barê rewşên ku divê mêr dirav ji hevjîna xwe bixwaze de, Hanadi Salah wiha dibêje: "Du rewş hene ku ew jî hevberdan bi riya razîbûna herdu aliyan an jî bi riya pevçûna bi zanebûn, yanî ger ku pevçûnên di navbera herdu aliyan de zirar bigihîjînin jinê wê demê nikarin bi hevjînê xwe re berdewam bikin. Jina ku karibe zirarên ji aliyê mêr ve hatiye kirin, bide îsbatkirin, dadwer mafê hevberdanê dide wê.