Li Tûnisê pêşnûmeya teqawidbûna zû rastî bertekan hat
Komeleya jinên Demokratîk a Tûnisê, diyar kir ku pêşnûmeya zagonî ya derbarê teqawidbûna zû ya jinên di qada taybet de dixebitin, veşartina cudakariya ku jinan dike hedef e û bang kir ku divê pîşeyên jinan nebin amûra hesabên siyasî û aborî.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Pêşnûme qanûna ku mafên jinên di qada taybet de dixebitin ê teqawidbûna zû tê nasîn pêşkêşî meclîsê hat kirin, ji aliyê rêxistinên mafan, derdorên femînîst ve rastî nîqaş û bertekên berfireh hat. Rêxistinan diyar kirin ku ev yek derbeyek li dijî destkeftiyên jinan, mafê xebatê ku bi têkoşînek demdirêj bi dest xistine ye.
Pêşnûme qanûna bi hejmar 104 a sala 2025’an, bi şertên ku di pergala ewlehiya civakê de 20 salan xebitî be û şertê ku xwedî zarok be ji 50 salî jortir, derfeta teqawidbûna zû dide. Li gorî rexnegiran ev sazûmanî, hewl didin jinan bi riya zagonî ji jiyana kar dûr bixin û wan bişînin malê. Dixwazin jinan ji mêran cuda bigrin dest û ji zivrîneka aborî derbixin û nîvê mûçeyê yan jî kêmtir mehkûmî teqawidbûnê bikin, vê jî bi hinceta ‘bênhvedanê’ rewa dikin.
Nêzikatiya cudakariyê
Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Raca Dehmanî ev pêşnûme weke paşketin bi nav kir û diyar kir ku ev nêzikatiya cudakariyê ya bi sazî bûye bi xeter e li dijî mafên jinan ên civakî û aborî. Ev pêşnûme, parçeyek polîtîkayên giştî ta li dijî dûrxistina jinan ji qada kar e.
Raca Dehmanî bi bîr xist ku beriya şoreşê, heman pêşnûme biryar ji aliyê jinan ve hatiye redkirin û got: “Di demên dawî de bi hinceta westandinê dîsa teqawidbûna zû anîne rojevê, komeleyê vê yekê bi eşkere red kir. Tûnis di aliyê mafê jinan de xwedî danehevek civakî û zagonî ya demdirêje. Zagona Rewşa Kesane dembûriyek wê ya 70 salan heye. Bi van guherînan hewl didin jinan dîsa bixin paş deriyên girtî.”
‘Azadiya jinan ya hilbijartinê heye’
Raca Dehmanî îfade kir ku îdiaya ku divê jin li malê bi aram bin ne rast e û got: “Keda di nava malê de, bê mûçe ye û gelek giran e. Jin wê neçar bimînin tenê zarokan xwedî bikin, bi extiyaran û karên malê re mijûl bibin. Ev jî ne bêhnvedan e, tê wateya barên du qat. Jin mafê xwe yê hilbijartina azad diparêzin lê belê zagonên bi vî rengî di aliyê psîkolojîk û fîzîkî de encamên bi zirar tînin.”
Bêmafiyek mezin e
Li gorî pêşnûmeyê, jinên ku zû teqawid bibin divê di tu karên din de nexebitin. Ev rewş, tê wateya bi temamî bidawîbûna jiyana pîşeyî ya jinan. Raca Dehmanî diyar kir ku ev guherîn, tenê jin digre nava xwe, hewl tê dayîn wan weke berpirsên bêkarî, valatiya ewlehiya civakî û hevsengiyên aborî bibînin û got: “Ev jî heqareta li dijî rûmet û aqilê jinan e. Lênêrîna malbat û zarokan ne tenê berpirsyariya jinan e divê hevpar be. Saetên kar ên jinan ji 8 saetan zêdetir e, çûyîn û hatina kar û berpirsyariya malê barê girantir dike. Mûçeyên kêm pêwistiyên bingehîn ên weke gihandinê jî pêk nayne. Ji ber vê zorî li jinan tê kirin ku ji kar derbikevin û serxwebûna xwe ya aborî winda dikin.”
‘Ev yek dê jinan paşve bibe’
Raca Dehmanî detsnîşan kir ku rola civaka sivîl, başkirina mûçeyê jinan, mafê destûra anîna zarokan li gorî qada civakî be û têkoşîna ji bo başkirina rewşa kar e û got: “Ev pêşnûme qanûn ji bo ku dê jinan ber bi qadeke teng ve bibe, gaveke paşverû ye. Bi awayekî civakî, ji ber normên muhafezekar di qadek hatiye sînordarkirin de destkeftiyên jinan lawaz kirin û gefê li mafên ku piştî şoreşê bi dest xistine dixwin. Di dema niha de ev pêşnûmeya ku hatiye rojevê, jinan paşve dibe û xetera mêtinkariya li ser destkeftiyên wekhev di nava xwe de dihewîne.”