Li Tûnisê gotinên nefretê û sorkirina li hember jinan ber bi ku ve diçe?

Di demên dawî de li Tûnisê, gotinên nefretê û sorkirina bi taybetî jinên ciwan û aktivîstan dikin hedef û kampanyayên reşkirinê, pir belav bûne. Ev wek hewldanek eşkere ya ji bo tirsandina jinan, bêdengkirina wan û dûrxistina wan.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Di demên dawî de, gelek aktivîstên civaka sivîl rastî kampanyayên reşkirinê yên sîstematîk hatine. Ghofrane Ben Younes jî, bûye hedefa kampanyayek dijwar a reşkirinê û wek xayîn hatiye îlankirin. Ghofrane Ben Younes, di parvekirinek xwe de diyar kir ku ew her kesê ku gotinên nefretê li dijî wê belav dike û nefretê teşwîq dike, ji her encamên muhtemel berpirsyar dibîne. Ghofrane anî ziman ku ji ber gefên li ser ewlehiya wê ya fîzîkî bi fikar e û mafê xwe yên bikaranîna hemû rêyên qanûnî yên pêwîst diparêze.

Heman kampanya rojnamevan Havla Bukrîm, kir hedef. Havla, ji bo hevpeyvîna bi kesên ku neçar mane terka welatê xwe bidin re, çûbû Fransayê. Havla Bukrîm li ser platformên medyaya dijîtal rastî gelek êrîş û hedefgirtinan hat. Havla Bukrîm ku li ser medyaya dijîtal rastî êrîşê hat, di parvekirina xwe ya vê hefteyê de diyar kir ku gotinên ku rûmeta jinan û mahremiyeta wan dikin hedef, asta ehlaqî ya kesên ku vê yekê dikin, eşkere dike û got: “Kesên ku îro piştgiriyê didin sûcên wiha, dema sibê rol hate ghertin, wê kesek ku wan biparêzin nebînin. Ev derseke zelal a dîrokê ye.”

Ev pêkanîn bû sedema nerazîbûnan

Havla Bukrîm diyar kir ku malpera nûçeyan a Toumedia ku ew lê dixebite, mafê xwe yê li dijî her şîrove an parvekirinek ku êrîşên li ser rûmeta jinan teşwîq dike, tedbîrên qanûnî bigre û dê pabendbûna xwe bi etîka rojnamegeriyê bidomîne, diparêze.

Aktivîsta mafê jinan Besma Halfaouî û parêzer û parêzvana mafên mirovan Îman Kazara bi heman awayî bûne hedefa kampanyayên reşkirinê yên sîstematîk ku bi navê ‘ehlaqî’ têne meşandin. Ev kampanya, bi heqaret, tundiya dîjîtal û sûcdariyên ku rûmet û statuya kesan dike hedef re hatine.

Ev pêkanîn di nava aktivîstên civaka sivîl de bû sedema nerazîbûn û şermezarkirinek berfireh. Parêzvanên mafên jinan di daxuyaniyên li ser medyaya dijîtal de bertekên xwe yên li dijî tundiya dijîtal û kampanyayên reşkirinê nîşan dan.

Yek ji navên ku destek dayî, aktivîsta civaka sivîl Nejat al-Ararî, diyar kir ku ew piştgiriyê dide Ghofrane Ben Younes û wiha got: “Bersiva herî baş ji bo feraseta nexweş ew e ku mirov wan ji nedîtî ve bê. Ghofrane dê bûyîna dengê têkoşîna ji bo azadî, maf û rûmeta mirovan bidomîne.” 

Li aliyê din, Rêxistina Jinên Demokratîk û Rêxistina Hevbirîn ji bo Maf û Azadiyan daxuyaniyên şermezarkirina pêla tundî û nefretê ya ku di demên dawî de aktivîstên jin dike hedef, weşandin.

Qanûna Hejmar 58: Di navbera nivîs û rastiyê de

Parêzer û aktivîsta mafên mirovan Hamîda Şayîb ji ajansa me re axivî, got ku li Tûnisê çarçoveyek qanûnî ya girîng heye, wek qanûna hejmar 58, ku armanc dike tundiya dijî jinan ji holê rake û her wiha tundya dîjîtal jî wek sûc dihesibîne. Lê belê li gorî Hamîda Şayîb, tiştên ku îro diqewimin nîşana hewldanên rêxistinkirî yên ji bo dûrxistina jinan ji jiyana giştî ye. Hamîda dibêje ku armanca van hewldanan, bêdengkirina jinan a bi rêya rûreşkirin, reşkirin û êrîşên li ser rûmeta wan a mirovî ye. Hamîda Şayîb da zanîn ku gelek jin ji tirsan ji karên civaka sivîl û çalakiyên giştî vekişiyane û ev tişt gotin: “Divê em beşdariya ciwanan di jiyana siyasî û çalakiyên civaka sivîl de xurt bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin nifşek siyasî ya jêhatî biafirînin ku bi demê re bikaribe avakirina Tûnisê li ser bingehên demokratîk ên saxlem bidomîne.”

Hamîda Şayîb anî ziman ku rewşa li Tûnisê gelek zor bûye, tevî vê jî divê peyama hevgirtinê ji hemû jinên ku rastî cûreyên cûda yên tundiyê tên re bê dayîn û wiha got: “Bê guman dê zincîr werin şikandin. Rojekê serdemeke nû wê dest pê bike, rastî wê biguhere û em ê tiştê ku me winda kiriye, dîsa bi dest bixin.”

Gefên cidî li ser demokrasiya Tûnisê hene

Parêzvana mafên jinan û mafên mirovan Fethiye Hîzam got ku belavbûna gotinên nefretê û sorkirina li Tûnisê, civakê ber bi xaleke xeternak ve dibe.

Li gorî Fethiye Hîzam, çanda rexneyên avaker li welat qels dibe û gotarên ku nefret û dijminatiyê gur dikin, şûna wê digirin. Fethiye testnîşan kir ku ev rewş dibe sedem ku gelek jin ji beşdariya jiyana giştî dûr bisekinin û wiha domand: “Ev nêzîkatî nirx û çanda civaka Tûnisê nîşan nadin û hêvîdar im ku ji vê kabûsê şiyar bibin û gotûbêjên mirovî û hevgirtinê, bi taybetî hevgirtina jinan, ji nû ve xurt bibin.”

Fethiye Hîzam diyar kir ku rewşa heyî li Tûnisê gihîştiye astek xirabûnê ku vegotina wê zor e û destnîşan kir ku gotinên nefretê pir caran di demên ku pirsgirêkên hikûmetê xirabtir dibin de zêde dibin. Fethiye got ku her ku krîzên aborî û civakî kûrtir dibin, gotinên nefretê bêtir xuya dibin. Fethiye Hîzam destnîşan kir ku her çend jinên ciwan ên aktivîst divê bibin hêmana bingehîn a pêşeroja Tûnisê, di destpêka rêwîtiya xwe de dibin hedef, ji derveyî lêpirsînan êrîşên li ser şeref û navûdengê jinan, pir xeternaktir in û wiha got: “Her çend civaka me pêşketinên girîng bi dest xistibe jî, di kûrahiyê de hîn zîhniyetek kevneperest ku têkoşîna jinan krîmînalîze dike û namûsa wan dike hedef da ku wan bêdeng bike, heye.”

Fethiye Hîzam diyar kir ku ev rewş dikare ji bo ciwanan bibe astengiyeke cidî û da zanîn ku gotinên nefretê û gotinên kişkandinê bi karakterê Tûnisê re ne lihevhatî ne, welatek ku di dîrokê de ji bo Deryaya Spî vekirî bûye û bi şaristaniyên cûda re têkilî daniye.

Fethiye Hîzam diyar kir ku gotara fermî ya heyî koçberên ji Efrîkaya Başûrê Sahrayê dike hedef da ku bala Tûnisiyan ji pirsgirêkên wan ên bingehîn dûr bixe. Di dawiya axaftina xwe de, Fethiye destnîşan kir ku bi civakê didin bawerkirin ku ev kes ‘çavkaniyên welêt dixwin', lê krîza rast pir kûrtir û pergalî ye.