Li Tûnisê 70 salên Qanûna Rewşa Kesane û têkoşîna parastina mafên jinan

Tûnis di salvegera 70'emîn a Qanûna Rewşa Kesane de di navbera gefên paşvebirina destkeftiyan û berxwedana xurt a civaka sivîl de dileyîze. Li dijî kampanyayên baviksalar, jinên Tûnisî bi rêxistinbûna herêmî û têkoşîna meydanî mafên xwe diparêzin.

ZIHÛR EL-MEŞIRQÎ

Tûnis – Tûnis amadekariyên bîranîna 13'ê Tebaxê dike, rojeke ku kokên xwe bera kûrahiya dîroka welat daye. 70 sal in Qanûna Rewşa Kesane û mafên ku dane jinên Tûnisî hene, rewşa siyasî û civakî ya welat di serdemeke bi aloz a nîqaşên dijwar re derbas dibe.

Di nîqaşan de fikarên li ser pêşeroja Qanûna Rewşa Kesane û çarçoveya qanûnî û mafan a ku Tûnisê di deh salan de ava kiriye, derdikevin holê. Komên siyasî û civakî yên muhafezekar ji bo sererastkirin û guhertinên qanûnî yên ku di rûyê erdê de reformîst xuya dikin, zextê dikin. Lê di bingehê de dikarin destkeftiyên ku jinên Tûnisî bi dest xistine têk bibin û modela civakî ya pêşverû ku taybetmendiyek diyarker a ezmûna Tûnisê ye, derbas bikin.

Çarçoveya zagonî bûye hedefa kampanyayan

Di nava van bangên zêdebûyî de, çarçoveya zagonî ya ku maf û azadiyê digre bin temînatê, bûye hedefa kampanyayên ku armanc dikin bi giranî mijarên dîrokî yên di berjewendiya wekhevî, rûmeta jinan û serxwebûna wan de hatine çareserkirin ji nû ve binirxînin. Ev yek fikaran li ser paşveçûna destkeftiyên ku ji aliyê jinên Tûnisî ve hatine bidestxistin û vejîna têgihiştinên li ser bingeha wesayet, paşguhkirin û kêmkirina serxwebûn û rola jinan di civakê de derdixe holê.

Li hemberî vê êrîşa sîstematîk û hewldanên berdewam ên valakirina zagonên parastina mafan ji naveroka wan a sivîl, civaka sivîl weke xeta yekem a parastinê dimîne. Têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan vediguherîne çalakiyên bihêz ên meydanê.

Şerê civaka sivîl li Tûnisê îro ne tenê bi beşdarbûna bi nîqaşên medyayê yan jî dayîna daxuyaniyên hêrsbûyî ve sînordar e, pîvanên wê di xebata meydanî de jî kok girtine ku armanc dike têgehên mafên mirovan nêzî jinan li herêm û dewletên curbecur, bi taybetî li derveyî paytextê bike da ku destkeftiyên Qanûna Rewşa Kesane biparêzin.

'Rûbirûna kampanyayan bi çalakiyên kolektîf dest pê dikin'

Aktîvîst Lamiya Aşaş piştrast dike ku rûbirûbûna kampanyayên li dijî jinan û Koda Rewşa Kesane bêguman bi çalakiyên kolektîf û bingehîn ên kûr dest pê dike.

Lamiya Aşaş destnîşan dike ku damezrandina şaxa Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê li Sousseyê di sala 2012'an de ne tenê lêzêdekirinek pergalê ya demkî bû, gaveke stratejîk a wêrek bû ji bo xurtkirina çalakvaniya mafên jinan li herêmên navxweyî. Lamiya Aşaş got: "Ev yek bi vekirina du şaxên din ên komeleyê li parêzgehên Kairouan û Sfaxê re hevdem bû. Ev berfirehbûna herêmî, ji destpêkê ve, toreke hevgirtinê ava kir ku dikare li hemberî her hewldana ji bo sînordarkirina mafên jinan an jî veqetandina wan ji tevgera rizgariya berfireh a ku Tûnisê nîşan daye, bisekine."

Dijberkirina qanûnan û parastina destkeftiyan

Lamiya Aşaş kêliyek girîng a zagonî di Tebaxa 2017'an de bi bîr tîne ku tê de pejirandina rastîn a zagonî ya qanûna bingehîn a ji holêrakirina tundiya li dijî jinan (Zagona hejmar 58 a 2017) hebûye. Lamiya Aşaş dibêje: "Civaka sivîl çawa vê metna qanûnî bi riya "Yekîneya Guhdarîkirin û Rêberiyê" vediguherîne pratîkê ku bi tevahî ji jinên dilxwaz ên bi tevahî belaş dixebitin pêk tê."

Lamiya Aşaş hebûna berdewam a li qadê weke bersiva pratîkî ya herî bi bandor ji bo hemû deng û platformên ku banga sererastkirin an vegerandinê dikin wiha nirxand: "Dabînkirina piştgiriya qanûnî û psîkolojîk ji kesên tundiyê dîtine re û ravekirina çarçoveya zagonî, deriyê li pêşiya hewldanên ku jin di nava qalibên girêdan û paşguhkirinê de bigrin, bi tundî digre."

Lamiya Aşaş da zanîn ku armanca herî berbiçav û xeternak a ku kampanyayên baviksalar û siyasî yên li dijî jinan, ew e ku serxwebûna wan û şiyana wan a diyarkirina çarenûsa xwe û hilbijartina şêwaza jiyana xwe bi serweriya tevahî têk bibin. Lamiya got: "Li hemberî vê wesayeta civakî û qanûnî ya berdewam, rêxistinên mafên mirovan nêzîkatiyek rast û prensîbî digrin ku li ser bingeha rêzgirtina tevahî ji bo nepeniya sûdmendan û serxwebûna wan a rewşenbîrî û psîkolojîk e."

Hewldanên têkbirina stûnên Rewşa Kesane

Asoya Şer

Bûyerên îro li Tûnisê diyar dikin ku metirsiyên civaka sivîl li Tûnisê hebûnî û stratejîk in. Kampanyayên ku armanc dikin Qanûna Rewşa Kesane biguherînin û pergala maf û azadiyê têk bibin dê di demek nêzîk de nesekinin.

Bi hewldanên bêwestan ên saziyên weke Komeleya Jinên Demokratîk û şaneyên guhdarîkirin û rêberiya herêmî, jin û mêrên Tûnisê yên ku baweriya wan bi dewletek sivîl heye îsbat dikin ku parastina mafên jinan ne lukseke rewşenbîrî yan nîqaşeke derbasbûyî ye, şerekî rojane, berdewam û bênavber e ji bo parastina rûmeta gelê Tûnisê û xurtkirina bingehên serweriya hiqûqê, saziyan û wekheviya rastîn.