Li Sûriyeyê li dijî çalakvanên jin û mafên mirovan kampanyayên reşkirinê
Li Sûriyeyê, kampanyayên reşkirinê yên ku çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan hedef digrin zêde dibin. Armanc bi van kampanyayan ew e ku wan ji qada giştî dûr bixin û dengê wan ê ku daxwaza maf û edaletê dike neyê bihîstin.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Li gelek welatan çalakvanên jin bi awayên cûrbecûr bi zext û hedefgirtinê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku hebûna wan di qada giştî de zêde dibe yan jî daxwazên xwe yên ji bo maf, edalet û wekheviyê bilindtir tînin ziman rastî gelek astengiyan tên. Yek ji wan rêbazan jî kampanyayên reşkirinê ne, jiyana kesane û navûdengê çalakvanan hedef digrin, li şûna ku li ser raman û mijarên tên nîqaşkirin bisekinin, êrîşê wan dikin. Armanc bi kampanyayên wiha qelskirina bandora civakî ya çalakvanan û kêmkirina beşdariya wan a qada giştî ye.
Bi kampanyayan tundiya psîkolojîk
Li gorî parêzvan û çalakvanên mafên mirovan, ev kampanya cureyek ji tundiya psîkolojîk û dûrxistina civakî temsîl dikin ji ber ku beşdariya bi bandor a jinan di nîqaşên giştî û pêvajoyên biryardayînê de bi veguhestina nîqaşê ji mijarên bingehîn ji bo tawanbarkirinên kesane sînordar dikin. Ev diyarde di salên dawî de li gelek welatan, ku di navbera wan de Sûriye jî heye zêde bûye, çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan rastî kampanyayên rêxistinkirî yên ku rol û daxwazên wan hedef digrin tên.
Li dijî jinan kampanyayên reşkirinê zêde bûne
Li Sûriyeyê, li deverên ku di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam de ne, kampanyayên reşkirinê yên jinên ku beşdarî qada giştî dibin û mafên sivîl, aborî û siyasî dixwazin hedef digrin zêde bûne. Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan bawer dikin ku bi van kampanyayan armanc dûrxistina jinan ji qada giştî û bêdengkirina wan kesên ku mafên xwe dixwazin e.
Endama Lobiya Jinên Sûriyeyê parêzer Ibtîsam Mesûd, behsa kampanyayeke berfireh a li dijî çalakvanên jin ên Sûriyeyê kir, da zanîn ku rewşa çalakvan Sewsan Zekzek mînakek e nîşan dide ku jin, bi taybetî di warên maf û tevgera jinan de çi dijîn.
Îbtîsam Mesûd diyar kir ku çalakvanên jin gelek caran li ser mijarên têkildarî hemû welatiyan, şert û mercên jiyanê, serweriya hiqûqê, yan jî bidestxistina edaletê, kampanyayan li dar dixin lê li şûna nîqaşkirina van mijaran, jiyana wan a kesane hedef digrin.
Her wiha diyar kir ku Sawsan Zekzek xwedî dîrokeke bi rûmet a çalakger û mafên mirovan e lê bi kampanyayên reşkirinê hewl didin bi paşguhkirinê vê dîrokê bêrûmet bikin.
Li gorî Îbtîsam Mesûd, ev pêkanîn beşek ji siyaseta berfireh e, armanc dike jinan ji qadên bi bandor û pêvajoyên biryargirtina siyasî dûr bixe. Armancgirtina çalakvanek tenê peyamek e, armanc dike ku jinên din bitirsîne û rê li ber beşdarbûna wan a jiyana giştî bigre.
‘Ji bo Sewsan Zekzek kampanyaya hevgirtinê hat destpêkirin’
Ibtîsam Mesûd diyar kir ku Lobiya Jinên Sûriyeyê kampanyayeke hevgirtinê bi Sewsan Zekzek re daye destpêkirin û li şûna bersivdayîna kampanyayên reşkirinê, bal kişandiye ser dîroka têkoşîna wê û got: “Wê girîngiya xurtkirina hevgirtinê di navbera jinan de û teşwîqkirina wan ji bo berdewamiya çalakiyên xwe yên sivîl û siyasî tekez kir. Diyar kir ku gihîştina mekanîzmayên biryargirtinê tenê bi riya hêzdarkirina jinan û piştgirîdayîna beşdarbûna wan mimkun e.”
‘Divê ku bi medyayê re peymaneke exlaqî were çêkirin’
Ibtîsam Mesûd daxwaza çêkirina peymaneke exlaqî ya medyayê kir ku piştgiriyê bide jinan û li dijî gotinên nefretê, mezhebperestî û tekfîrê (îlankirina kesekî wekî kafir) şer bike. Her wiha diyar kir ku divê cudahî di navbera rexneyên avaker û êrîşên kesane û rexneyên dûrxistinê de were kirin û wiha domand: “Sazî rêxistinên mafên mirovan ên ku hem parastina exlaqî hem jî zagonî ji bo jinan dikin xwedî roleke girîng in. Têkoşîna jinan ne li dijî mêran e, li dijî nezanî, xizanî û paşverûtiyê ye. Pêkhatina edalet û wekheviyê berpirsyariyeke civakî ye. Her çendî rêziknameyên zagonî yên der barê sûcên sîber û heqaretê de bi riya medyaya dîjîtal hebin jî bicîhanîna wan bi sînor e û gelek jin nikarin bigihîjin parastin û edaleteke bi bandor.”
Rojnamevan Emal el-Hesibanî diyar kir ku jinên Sûriyeyê, tevî ezmûna xwe ya zanistî û pîşeyî, bi salan e bêparastin mane û beşdarbûna wan di pêvajoyên biryardayînê de sînordar bûye.
‘Hewldanên dûrxistina jinan ji civakê berdewam dikin’
Emal e-Hesibanî destnîşan kir ku di demên dawî de kampanyayên reşkirinê yên ku jinên mafên xwe dixwazin an beşdarî nîqaşên giştî dibin hedef digrin zêde bûne, da zanîn ku gelek dezgehên medyayê û platformên dîjîtal van mijaran bi awayekî ne profesyonel çareser dikin, li şûna ramanên wan, balê dikşînin ser jiyana kesane û xuyabûna jinan û wiha got: “Hinek çalakvanên ku bi salan e di tevgera sivîl û jinan de cih digrin, rastî tinaz û çewisandinê hatine. Li gorî temen û xuyabûna xwe hatine hedefgirtin, di heman demê de rola wan a civakî hatiye paşguhkirin. Ev rewş nîşan dide ku perspektîfa dûrxistinê ya li hemberî jinan berdewam dike; jin hê jî li gorî xuyabûn an jiyana xwe ya taybet tên nirxandin, ne li gorî raman û destkeftiyên xwe. Berpirsyariya medyayê ew e ku çîrokên jinan bi awayekî profesyonel û dadwer ji nû ve vebêje, li ser peyam û pirsgirêkên ku ew radigihînin bisekine û bi awayekî rastîn rola wan di civakê de nîşan bide.”
Kampanyayên reşkirinê ne êrîşên takekesî ne
Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan tekez dikin ku kampanyayên reşkirinê ne êrîşên takekesî ne, amûrên zextê ne, armanc dikin beşdariya jinan di jiyana giştî de sînordar bikin û wan ji qadên bi bandor dûr bixin.
Jinên Sûriyeyî dibêjin ku tevî hemû gef û hewldanên dûrxistinê jî ew hê bi biryar in mafên xwe biparêzin, roleke çalak di avakirina civakê de bilîzin û daxwazên xwe yên ji bo beşdarbûna pêvajoyên biryardayînê de bidomînin.
Li gorî çavdêran, têkoşîna li dijî vê diyardeyê hewceyê hewldanên hevbeş ên rêxistinên medyayê, rêxistinên mafên mirovan û civaka sivîl e. Her wiha pêdivî bi hişyariya raya giştî li ser girîngiya rêzgirtina li azadiya derbirînê û beşdariya tevahî ya jinan di jiyana giştî de heye.