Li Sûdanê hedefgirtina sîstematîk a rojnamevanên jin û polîtîkaya bêdengkirinê
Li Sûdanê rojnamevanên jin ji ber şopandina rastiyan dibin hedefa polîtîkayên sîstematîk. Tevî binpêkirinên wekî kuştin, binçavkirina kêfî û zextên dîjîtal, rojnamevan têkoşîna xwe ya parastina azadiya ramanê didomînin.
MÊRVET EBDULQADÊR
Sûdan — Di nava şerê berdewam ê li Sûdanê de, bi dehan çîrokên trajîk hatine vegotin lê bi sedan çîrokên ku nehatine vegotin hene. Li pişt her nûçe û çîrokê, jinek heye ku her hûrgiliya karesatê jiyaye û tevî xeterên mezin, hewl dide wê ji cîhanê re vebêje; wisa ye ku ev hewldan wê jî dike beşek ji çîrokê.
Ji destpêka pevçûnên di nîvê Nîsana 2023’an de heta niha, rojnamevan bi armanca veşartina rastiyê û pêşîgirtina gihîştina wê ji raya giştî ya cîhanê bûne hedef. Bi taybetî rojnamevanên jin rastî ji bo werin bêdengkirin rastî gelek awayên îşkenceyê hatine. Mirina rojnamevan Halîme Îdrîs ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve dema bûyeran dişopand di encama êrîşan de hati kuştin, mînakek berbiçav a vê hedefgirtinê ye. Wekî din, hinek rojnamevanên jin bi tohmeta “hevkariya bi aliyê din re” hatine girtin ku ev yek bûye sedema derxistina ji kar û betalkirina lîsansên wan.
Raporên hevbeş û binpêkirinên zêde
Raporek hevbeş a Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanî û Komîteya Parastina Rojnamevanan binpêkirinên wekî kuştin, girtina kêfî, windakirina bi zorê, îşkence û tundiya zayendî belge kir. Di raporê de her wiha bal hatiye kişandin ser astengkirina herikîna agahiyan û krîmînalîzekirina rojnamegeriyê.
Di meha Adara borî de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Nyalayê çend rojnamevanên jin bi tohmeta beşdarbûna atolyeyek li ser mafên jinan girtin. Sê ji wan hê jî di girtîgehê de ne. Tevî şermezarkirinên dubare yên sendîkayê û bangên ji bo serbestberdanê, binçavkirin bêyî sûcdarkirinên fermî yan darizandinê berdewam dikin; ev yek wekî binpêkirina prensîbên edalet û mafên mirovan tê hesibandin.
Daneyên sendîkaya rojnamevanên Sûdanê û gefên serhêl
Sekretera Azadiyan a Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, Îman Fadil El-Seyêd, ji ajansa me re axivî. Îman asta binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin û dozên ku ji hêla sendîkayê ve di rola xwe ya parastinê de hatine belgekirin parve kir.
Îman Fadil El-Seyêd diyar kir ku rojnamevan bi gelemperî ji hêla her du aliyên şer ve bi awayekî sîstematîk tên hedefgirtin û gelek rojnamevan neçar in ji bo ewlehiya xwe û parastina malbatên xwe bi dizî bixebitin. Her wiha diyar kir ku gelek rojnamevanên nasnameyên wan li bendên kontrolê hatine kifşkirin, di bin çavan de mirine.
Îman Fadil El-Sayêd diyar kir ku binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin kuştin, windakirinên bi zorê, binçavkirinên dirêj, girtinên demkurt û girtina kêfî dihewîne. Wê her wiha tekez kir ku şert û mercên girtinê pir xirab in, kêmasiya îmkanên bingehîn ên tenduristî û jîngehê hene û nexweşiyên vegirtî pir belav bûne ku êşa jinên girtî girantir dike.
Îman Fadil El-Seyêd got ku sendîka ji destpêka şer ve binpêkirinan dişopîne û belge dike, herî kêm 680 bûyer tomar kirine. Van binpêkirinan kuştin, binçavkirin, windakirinên bi zorê û gefan dihewîne. Her wiha destnîşan kir ku binpêkirinên li ser sînor ên li dijî rojnamevanên ku li welatên cîran penaber bûne bi riya serdegirtinên li ser platformên medyayê û sînordarkirinên li ser operasyonên wan berdewam dikin. Îman Fadil El-Seyêd wiha got: “Dema ku rojnamevanek jin hewl dida bikeve mala xwe rastî êrîşê hat, telefon û tableta wê hatin dizîn, rastî gef û şantajê hat û destê wê şikest. Wê got ku êrîşkaran wêneyên kesane yên ji telefona wê bikar anîn da ku hem wê û hem jî zarokên wê tehdît bikin; wan her wiha kesên din jî hedef girtin ku agahiyên wan di telefona wê de bûn.”
Der barê tundiya dîjîtal de, diyar kir ku gelek gefên serhêl li dijî rojnamevanên jin hene ku zextê li wan dike sansurê zêde dike.
Îstîsmara zayendî û bêdengiya ji ber damxeya civakî
Der barê îstîsmara zayendî de, Îman Fadil El-Seyêd got ku hinek rojnamevanên jin rastî tacîz û destdirêjiya zayendî hatine û sendîkayê hinek ji van bûyeran belge kiriye. Lê belê tekez kir ku hejmara rastîn pir zêdetir e û got: “Kesên ku ji ber damxeya civakî û fikarên ewlehiyê ji axaftinê dûr dikevin hene. Her wiha hinek dezgehên medyayê ji bo ewlehiya rojnamevanên jin bêyî ku navan bidin, li ser van bûyeran rapor dane.”
Qanûna sûcên sîber wekî amûra tepeserkirinê ye
Îman El-Seyêd behsa Qanûna Sûcên Sîber a Sûdanê kir û diyar kir ku ew wekî amûrek ji bo tepeserkirina rojnamevanan tê bikaranîn û got ku rayedar qanûnê wekî “şûrê Demokles” li ser rojnamevanan bi kar tînin û her çendî qanûn ji bo têkoşîna li dijî sûcên dîjîtal ên wekî heqaretê hatibe çêkirin jî di pratîkê de ji bo sînordarkirina azadiya çapemeniyê û bêdengkirina rojnamevanan, bi taybetî jinan, tê bikaranîn.
Rojnamevan Hacer Silêman ku piştî serdegirtina mala wê ji ber dozên ku li gorî vê qanûnê li dijî wê hatine vekirin, vê dawiyê hat girtin û binçavkirin; diyar kir ku ji ber awayê sepandina qanûnê dijwar û cezayî ye ku bi awayekî eşkere rojnamevanan hedef digre. Hacer Silêman got: “Li gel nebûna saziyeke qanûndanînê yan jî parlamentoyê li Sûdanê, qanûn vê dawiyê hat guhertin da ku ji bo sûcên weşanê cezayê salek ê girtîgehê jî tê de hebe. Yekem kesa ku li gorî vê qanûnê hat darizandin rojnamevan Raşan Uşî bû ku ji ber dozeke weşanê salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.”
Girîngiya belgekirinê û bandora navneteweyî
Îman El-Seyêd behsa beşdariya belgekirina sendîkayê di pêkanîna edaletê de kir û got ku belgekirina delîlan yek ji hêmanên bingehîn e di pêşîgirtina li bêcezatiyê û misogerkirina edaletê de. Her wiha diyar kir ku sendîka binpêkirinan bi hûrguliyên cih, dem, şert û merc û qurbaniyan bi baldarî tomar dike; ev agahî ji bo hesabdayînê delîlên girîng di xwe de dihewîne.
Îman El-Seyêd diyar kir ku ev belge di asta navneteweyî de gelek girîng e û got ku gelek rêxistinên navneteweyî dema raporên xwe yên mafên mirovan ên li ser Sûdanê amade dikin, xwe dispêrin van daneyan. Her wiha got ku raporên ji hêla sendîkayê ve tên weşandin rewşa azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê li welat eşkere dikin û beşdarî pîvandina nîşaneyan di van waran de dibin.