"Li Rihayê ewlehiya canê girtiyan tune ye, em ê serlêdana sûc bikin"

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel a ku rojên derbasbûyî bal kişand ser îşkence û binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 a Rihayê û diyar kir ku ew ê li dijî kesên îşkence kirine serlêdana sûc bikin û bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kir ku "bikevin tevgerê”.

MEDİNE MAMEDOĞLU
Riha– Rojên derbasbûyî Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 a Rihayê dimînin rastî îşkenceya 80 gardiyanên ku cilên robokop li xwe kirine, hatin. Piştî bûyerê, ku girtiyan ji malbatên xwe re gotin rastiya bûyerê holê. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn girtîgehê û li ser tiştên qewimîn bi girtiyan re axivîn. Dema ku hat hînbûn ji ber serdegirtinê şikestin û birîn di laşê girtiyan de çêbûne, hat ragihandin ku daxwazên dermankirinê yên girtiyên birîndar hatine redkirin.
“Ewlehiya canê girtiyan tune ye”
Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Rihayê Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ew ê di rojên pêş de li ser bûyera îşkenceyê raporek berfireh amade bikin û ew ê serlêdana sûc bikin. Ayşe Şehrîban Demîrel diyar kir ku di girtîgehê de ewlehiya jiyanê ya girtiyan nemaye û dibe ku heman bûyer dubare bibe û bilêv kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan bi hinceta pêvajoya pandemiyê roj bi roj zêde dibin.
"Pandemî dibe hinceta îşkenceyê" 
Ayşe Şehrîban Demîrel axaftina xwe wiha domand: “Girtiyên ku me karîbû bi wan re hevdîtin pêk bînin, îdiayên navborî piştrast kirin. Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 a Rihayê yek ji girtîgehên ku binpêkirina mafan lê zêde ye û pirsgirêkên girtiyan lê hene. Lêbelê, rêveberiya girtîgehê binpêkirina qanûnên neteweyî û navneteweyî, binpêkirina mafên girtiyan, mehkûmkirina wan bi şert û mercên tecrîdê, didomîne. Bê guman ev êrîşa ku girtî pê re rû bi rû dibinîn, yek ji encamên binpêkirinên mafan bi hincetkirina pêvajoya pandemiyê berdewam kiriye."
"Li dijî îşkenceyê wê serlêdana sûc bê kirin" 
Ayşe Şehrîban Demîrel, destnîşan kir ku ew ê serlêdana sûc li kesên ku ji îşkence û binpêkirina mafan berpirsiyar in, bikin. Ayşe Şehrîban Demîrel li dijî bûyerên hati jiyîn qanûnên hiqûqa navneteweyî û AÎHM’ê bi bîr xist got: “Hem Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn; îşkence, muameleya dijî mirovî, heqaret qedexe kiriye û gelek biryar hene ku diyar dikin îşkence û muameleya xirab nayê qebûl kirin.Weke Şaxa OHD'ê ya Rihayê, em ê di encama hevdîtin û tespîtên ku me bi Şaxa İHD'ê ya Rihayê re kirin de raporek li ser êrîşê amade bikin û ji bo ku saziyên pêwendîdar tevbigerin û ji bo gav avêtina bidawîkirina şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehê xebatan bimeşînin."
"Divê saziyên neteweyî û navneteweyî bikevin tevgerê" 
Ayşe Şehrîban Demîrel wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtîgehên Tirkiyeyê di pêvajoya dawî de şert û mercên pandemiyê wekî hincet bikartine û bi taybetî jî girtiyên siyasî re polîtîkayên tecrîdkirin û tunekirinê pêş dixe” û diyar kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê veguheriye cihên pêkanîna qanûnên dijmin. Ayşe Şehrîban Demîrel a ku li hemberî tecrîda giran ji bo hiqûqa neteweyî û navneteweyî banga ketina tevgerê kir, wiha got;“ Li Tirkiyeyê amûrkirina darazê, bi binpêkirinên mafan ên li ser civaka sivîl, bi zêdebûna şertên tecrîda giran a girtîgehan berdewam dike. Di vî warî de, divê qanûn li dijî binpêkirina mafan were sepandin, meclîs bikeve nava tevgerê, divê STK’ê hîn bêtir xebat bimeşîne û saziyên navneteweyî mecbûr bike ku bikevin tevgerê."