Li Mexribê salek derbas bû lê pêvajoya wekheviyê temam nebûye

Li Mexribê salek di ser ketina jinan a pîşeya hiqûqê re derbas bû lê pêşnûmeqanûnek nû, nîqaşên li ser sînorên reformê di pîşeya hiqûqî ya welat de ku zêde bi derxistina belgeyên şerîetê ve girêdayî ye, ji nû ve kir rojev.

HENAN HARÊT

Mexrib – Li Mexribê, nîqaşên li ser mijara cihê jinan di pîşeya hiqûqî (adoul) de ji nû ve gur bû. Sedema wê jî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn e ku hinek bendên qanûna hejmar 16.22 ne li gorî pêşnûmebiryarên nû bû. Biryarê rê li nîqaşên li ser reformên hiqûqî di vê qadê de ji nû ve vekir. Di heman demê de daxwazên rêxistinên pîşeyî û komên mafên mirovan ji bo xurtkirina beşdariya tam a jinan di pîşeyê de anî rojevê.

Roja 15’ê Hezîranê, Dadgeha Destûra Bingehîn a Mexribê, biryar da ku çend bendên vê pêşnûmeyê ku di nav de xala 8 û benda yekem a xala 67’an hene, ne li gorî destûrê ne. Dadgehê her wiha biryar da ku hinek bendên vê pêşnûmeyê berdewama xizmetên derxistina belgeyên giştî nagire bin temînatê. Biryar da ku bendên din ne li gorî destûrê ne, yan jî divê bi şertên diyar bên nirxandin.

Pîşeya hiqûqê; berpirsiyariya belgekirina gelek peyman û nêzîkatiyên zagonî yên weke peymanên zewacê, prosedurên mîrasê û gelek kar û barên sivîl e, her guhertinek zagonî di vî warî de li Mexribê bala girîng a pîşeyî û mafparêziyê dikşîne.

Ji mafê ketina nava pîşeyê bigre heta têkoşîna îsbatkirinê

Dema Delîle Museid di sala 2018’an de tevlî yekem koma jinan bû, di pîşeya qanûnê de hat qebûlkirin, wê ev tenê weke derfeteke pîşeyî nedît. Ji bo wê, ev gav di qadeke ku bi salan ji aliyê mêran ve hatibû dagirkirin, xala werçerxeke dîrokî bû her wiha berpirsiyariyek mezin bû.

Delîle Musaid dibêje ku ketina jinan a vê qadê ne tenê zêdebûna hejmarî ye, ceribandinek e ku îsbat dike jêhatîbûn û pabendbûna pîşeyî ji zayendê girîngtir in.

Ew ezmûna xwe wekî rêwîtiyek ji xwebawerî û têkoşînê bi armanca xurtkirina hebûna jinan di pîşeyê de bi nav dike. Delîle Museid dibêje ku salên borî kapasîteya jinan ji bo girtina berpirsiyariyê û bi serkeftî bicîhanîna erkên xwe nîşan dane. Li gorî wê, zoriyên ku îro pê re rû bi rû dimînin êdî ne ji mêrbûn an jinbûnê ne, çavkaniya xwe ji pirsgirêkên pîşeyî yên hevpar ên bi pêşeroj û pêşketina pîşeyê ve girêdayî ne digre.

Delîle Musaid îfade kir ku îro jin û mêrên ciwan civakek pîşeyî ya yekgirtî ku li dora armanca parastina pîşeyê, xurtkirina statuya wê û xizmetkirina baştir ji welatiyan re ava dikin.

Daxwaza reformên berfirehtir

Delîle Musaid diyar kir ku li ser qanûna nû hinek fikarên wê hene wê qanûna nû bi ‘matmayîn û fikarek mezin’ pêşwazî kiriye û got: “Pispor li benda reformek berfireh ku di navbera mezinahiya berpirsiyariyên wan û parastina qanûnî ya ku ji ciwanan re tê dayîn de hevsengiyek çêbike, çêbibe. Hê jî di navbera pîşeyên hiqûqî de, di warê hinek mekanîzmayan de cudahî hene, bi taybetî newekhevî di parastin û fonên têkildarî danûstandinên taybet de hene. Divê reform amûrên hiqûqî yên pêwîst peyda bike da ku pîşe bi tevahî erkên xwe bi cih bîne.”

‘Divê jin bikarin şekil bidin pêşeroja pîşeyê’

Delîle Musaid wiha domand: “Îro pirsgirêka rast ne ew e ku jin dikarin bikevin vê pîşeyê an na, ew e ku ew heta çi astê dikarin beşdarî mekanîzmayên rêveberî û biryardanê yên pîşeyê bibin. Edalet ne bi dirûşman, bi rêziknameyên hiqûqî yên zelal ku rê didin hemû kesên jêhatî beşdarî rêveberiya pîşeyê bibin, dikare were bidestxistin. Hişktirkirina şertên namzediyê ji bo hinek rolên pîşeyî dikare gelek kesên jêhatî, di nav de jin jî ji gihîştina pozîsyonên berpirsiyariyê dereng bixe û divê hêzdayîna jinan ne tenê bi dayîna ketina wan a nava pîşeyê ve sînordar be divê ew bikaribin şekil bidin pêşeroja pîşeyê.”

Di pîşeya hiqûqê de pirsgirêka wekheviyê

Li aliyê din, seroka Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê û parêzvanek mafên mirovan Buşra Abdû, bawer dike ku nîqaş tenê bi aliyê pîşeyî ve sînordar nîn e, di heman demê de mijara wekheviyê di pergala hiqûqî ya Mexribê de jî derdixe holê.

Buşra Abdû wiha got: “Ev pêşnûme qanûn, jin û mêr ji maf û azadiyên wekhev sûdê digrin û erkên dewletê yê bicihanîna rêgeza temsîliyeta wekheve û di mijara ku bi madeya 19’an re çiqas guncawe nîşaneyên pirsê bi xwe re tîne. Nîqaş bi taybetî li ser hinek xalên der barê şahidî û amadekirina belgeyan de sekinîne û pîşeya hiqûqê pîşeyek amadekirina belgeyên şer-î  ye ku di nivîsandina peymanên zewac, hevberdan, mîrat û yên din ên sivîl de roleke girîng dilîze.”

‘Pêşnûmeqanûn wekheviya jin û mêran nagire bin temînatê’

Buşra Abdû da zanîn ku guhertina niha ya pêşnûmeqanûnê bi awayek eşkere wekheviya tam di navbera jin û mêran de nagire bin temînatê. Ev rewş dikare bibe sedema berdewamiya astengiyên ku jinan ji pêkanîna hinek rol û berpirsiyariyan sînordar dikin û wiha got:

“Bihêzkirina jinan ne tenê divê bê wateya vekirina deriyên ji bo pîşeyên hiqûqî, di heman demê de misogerkirina naskirina tam a kapasîteya hiqûqî ya jinan û garantîkirina wekheviya di desthilat û berpirsiyariyê de ye. Her nezelaliyek hiqûqî ya der barê îfadeya şahidan û amadekirina belgeyan de dikare fikarên sînorkirinên rê li ber jinan digrin ku hinek rolan pêk bînin dê berdewam bikin derxe holê.”

Buşra Abdû her wiha dibêje ku nîqaş ne tenê li ser pîşeya hiqûqê ye, di heman demê de bi rewşa jinan di pergala hiqûqî ya Mexribê de û asta ku rêgezên destûrî yên wekheviyê di qanûnên neteweyî de tên nîşandan ve girêdayî ye. Li gorî wê, nirxandina qanûna ku pîşeya hiqûqê rêk dixe derfetek girîng pêşkêş dike da ku wekheviya hiqûqî ya zelaltir li gorî Destûra Mexribê û erkên navneteweyî yên welat di warê mafên mirovan de were sazkirin.

Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê berê daxuyaniyek belav kiribû û daxwaz kiribû ku qanûnên neteweyî li gorî bendên destûrî yên der barê wekhevî û qedexekirina cudakariyê de werin lihevkirin.

Bandora biryara dadgeha destûra bingehîn

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn qonaxeke nû li vê nîqaşê zêde kir. Dadgehê di hinceta xwe de diyar kir ku hinek gotinên di pêşnûmeya qanûnê de bi têra xwe zelal nîn in û bi vekirina rê li ber şîrove û pêkanînên cuda dikarin zirarê bidin prensîba ewlehiya hiqûqî.

Dadgehê her wiha destnîşan kir ku di hinek bendan de kêmasiyên hiqûqî hene, di nav de rêziknameyên ku dê berdewamiya karûbarên dayîna belgeyên giştî misoger bikin jî hene. Ji ber vê, biryar da ku hinek bend ne li gorî destûrê ne û mijarê dîsa bir rojeva meclîsê.

Wezareta Dadê ya Mexribê diyar kir ku ev pêşnûmeqanûn beşek ji vîzyonê ye ku armanc dike pîşeya hiqûqê modernîze bike û rola wê di nava pergala dadweriyê de xurt bike. Li gorî wezaretê, armanca pêşnûmeqanûnê ew e ku şertên têketinê nû bike, perwerdeya bingehîn û berdewam xurt bike, mekanîzmayên pîşeyî baştir bike, xwe li gorî veguherîna dîjîtal biguncîne û temsîliyeta jinan di rêxistinên pîşeyî de zêde bike.

Her çiqas rayedarên fermî vê pêşnûmeyê weke gavek ber bi modernîzekirina çarçoveya zagonî ya pîşeyê ve pêşkêş dikin jî pispor û parêzvanên mafên mirovan daxwaza reformên berfirehtir dikin. Biryara Dadgeha Destûrî ev mijar dîsa anî rojeva raya giştî û rê li ber nîqaşan vekir.

Bi vî awayî, pêşeroja pîşeyê hiqûqê bûye beşek ji diyalogek berfirehtir li ser ka prensîbên destûrî çawa dikarin werin wergerandin ji bo qaîdeyên qanûnî yên zelal û pratîkên sazûmanî. Armanc parastina ewlehiya qanûnî, wekhevî û derfetên wekhev e.