Li Mexribê darizandina jinan zêde dibe fikar jî pê re

Aktîvîst Sanaa Fewzî tekez kir ku li Mexribê darizandina jinan, pirsên yasayî û siyasî li ser sînorên azadiya ramanê, rewşa jinan a di qada giştî de, derdixe holê û got “Ji ber ku demokrasî ne tenê li ser hebûna saziyan, li ser qadeke giştî jî bandor dike

HENAN HERÊT

Mexrib – Di demên dawî de, li Mexribê hejmara jinên ji ber bilêvkirina nerînên xwe tên darizandin, her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê nîqaş destpê kirine. Darizandina jinan, pirsên yasayî û siyasî li ser sînorên azadiya ramanê û rewşa jinan a di qada giştî de, derdixe holê.

Seroka Federasyona Jinên Çepgir ên Demokratîk Sanaa Fewzî ji ajansa me re mijara darizandina jinan nirxand. Sanaa Fewzî tekez kir ku divê ev lêkolîn di çarçoveya veguherînên ku di nîqaşa giştî ya li Mexribê de diqewimin de werin xwendin. Sanaa, destnîşan kir ku hebûna jinan di qadên sivîl û dîjîtal de zêde dibe û pirsên me wiha bersivand:

Hûn çawa çavdêriya zêdekirî ya çalakvanên jin a di mijarên têkildarî azadiya derbirînê de di vê heyamê de rave dikin? Û bandorên siyasî yên vê yekê çi ne?

Em di Federasyona Jinên Çepgir ên Demokratîk de bawer dikin ku darizandina jinan ji ber îfadekirina nêrînên xwe, nikare wekî bûyerên îzolekirî were fêmkirin. Lê divê di çarçoveya veguherînên ku di qada giştî ya Mexribê de diqewimin de were xwendin ku tê de qadên îfadeyê berfireh dibin û daxwazên ji bo naskirina hemwelatîbûnî zêde dibin.

‘Daxwaza naskirina jinan a wekî aktorên siyasî ya di qada giştî de

Di salên dawî de, jinan di gotûbêjên giştî de roleke berbiçav lîstine. Ev hebûn ne tenê berfirehbûna beşdariya civakî nîşan dide, her wiha veguherînek ji pozîsyona temsîliyeta sembolîk ber bi pozîsyona ajansa siyasî ya rasterast jî nîşan dide. Jin êdî bûne beşdarên çalak di hilberîna wê û di pirsîna avahiyên desthilatdariyê yên di nav wê de. Ev guhertin bi tiştê ku dikare wekî çanda naskirinê were binavkirin ve girêdayî ye. Ango daxwaza naskirina jinan a wekî aktorên siyasî ya di qada giştî de.

‘Demokrasî ne tenê bi gotara fermî tê pîvandin

Derketina holê ya dengên jinan ên rexnegir, hevsengiya hêzê di qada giştî de ji nû ve şekil dide, ku dibe aloziyên siyasî û çandî biafirîne. Xwendina van serpêhatiyan her wiha banga bîranîna siyasî ya Mexribê dike, ku têkoşîna li ser azadiya derbirînê beşek ji dîrokeke dirêj a nîqaşê li ser sînorên rexne û nerazîbûnê di qada giştî de ye. Ji aliyê siyasî ve, ev diyarde paradoksekê di navbera gotara ku beşdariya jinan di jiyana giştî de teşwîq dike û rastiya şopandinê ya ku pirsên li ser sînorên vê vekirîbûnê derdixe holê, eşkere dike.

Ji ber vê yekê, em li "Nafid" tekez dikin ku demokrasî ne tenê bi gotara fermî tê pîvandin. Bi firehiya cîhê ji bo azadiyên rastîn di nav civakê de û bi şiyana qada giştî ya ji bo cîhgirtina dengên nû yên ku azadî, wekhevî û edaleta civakî diparêzin, tê pîvandin.

Ev tedbîrên çavdêriyê heta çi radeyê xwedî karekterekî astengker in ku li dijî jinan tê kirin? Û ev yek dê çi bandorê li ser beşdarbûna wan a pêşerojê bike?

Tewar dema ku darizandin di çarçoveyek qanûnî de têne kirin jî, bandorên wan pirî caran ji doza takekesî wêdetir diçin û bandorê li ser rewşa giştî ya beşdariya siyasî û civakî dikin. Beşdarbûna jinan di qada giştî de ne tenê meseleyeke temsîliyeta hejmarî ye; ew beşek ji têkoşîneke berfirehtir e li ser belavkirina hêza sembolîk di nav civakê de.

Em ji pêşgotina hebûna îradeyek astengker a sîstematîk destpê nakin

Her ku dengê jinan di nîqaşên giştî de, bi taybetî li ser mijarên siyasî û civakî bilindtir dibe, ew qas bêtir beşdarî ji nû ve şekildana hevsengiya hêzê ya di nav civakê de dibin. Em ji pêşgotina hebûna îradeyek astengker a sîstematîk dest pê nakin, em tekez dikin ku şopandina dubare di dozên ramanê de dibe ku bandorek nerasterast a siyasî û çandî biafirîne ku di kêmkirina wêrekiya derbirînê de di nav hin çalakvanan de, bi taybetî di nav nifşên nû yên jinan de ku cara yekem dikevin qada giştî, tê temsîlkirin.

Gelo bikaranîna qanûna cezayî di van dozan de li dijî garantiyên destûrî û mafên mirovan e?

Nîqaşa li ser bikaranîna qanûna cezayî di dozên derbirînê de di bingeh de nîqaşek li ser xwezaya hevsengiya di navbera hêz û azadiyê de di nav civakê de ye. Di sîstemên demokratîk ên nûjen de, azadiya derbirînê yek ji stûnên bingehîn ên jiyana siyasî ye. Ji ber ku ew dihêle ku civak desthilatdariyê berpirsyar bigre, li ser polîtîkayên giştî nîqaş bike û alternatîfên rewşenbîrî û siyasî hilberîne.

‘Zêdekirina azadiya derbirînê bi taybetî ji bo jinan ne tenê daxwazek mafan e

Mexrib jî, bi rêya destûra xwe û pabendbûnên xwe yên navneteweyî, girîngiya parastina maf û azadiyên bingehîn, tevî azadiya derbirînê, piştrast kiriye. Lê ne tenê hebûna van garantiyan di metnên qanûnî de, di heman demê de ew çawa li nav pratîka qanûnî û siyasî têne wergerandin jî, pirsek dimîne. Ji bo me, zêdekirina azadiya derbirînê bi taybetî ji bo jinan ne tenê daxwazek mafan e, her wiha ji bo avakirina civakek demokratîk li ser bingeha azadî, wekhevî û rûmetê, beşek ji têkoşînek berfirehtir e.