Li Lîbyayê tundiya li dijî rojnamegerên jin zêde dibe

Rojnameger û xebatkarên jin ên saziyên çapemeniyê yên li Lîbyayê di hawîrdorek xeternak de dixebitin, ji ber ku li gorî Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor, Lîbya di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2022'an de di rêza 143'yemîn de ye.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Rojnameger û xebatkarên ragihandinê yên li Lîbyayê gelek caran rastî êriş, tacîz û gefên qetilkirinê tên. Jin di karê xwe de di bin metirsiya rûbirûbûna potansiyela bûyerên tundiyê de, rastî êrişên zayendî dimînin.

"Li Lîbyayê qanûnek ji bo karê rojnamegeran û saziyên çapemeniyê tune ye"

Çalakvana mafên mirovan û seroka Komîsyona Civaka Sivîl li Lîbyayê Berîka Biltemir destnîşan kir ku piştî şoreşa Lîbyayê ku di sala 2011'an de dest pê kir, tundiya li dijî jinan zêde bûye û wiha axivî: "Rojnamegerên jin rastî lêdan, heqaret, tacîz û gelek cureyên din ên tundiyê tên. Banga lêkolîneke berfireh li ser van êrîşan dikin û daxwaza parastina rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê yên li seranserê welat dikin. Ku rojnamevan û blokgerên jin li ser înternetê rastî tundiya devkî tên, bi taybet jî yên ku doza parastina mafên jinan û azadiya jinan dikin. Li Lîbyayê qanûnên cezakirinê yên tund hene, lê tu yasayek ji bo parastina jinan di dema karê wan de tune ye. Li Lîbyayê karê rojnamegeriyê bi tu qanûnê nayê rêvebirin. Li welêt qanûnek ji bo karê rojnamegeran û saziyên çapemeniyê tune ye ku karê wan bi rêk û pêk bike û mafên wan diyar bike."

Tundiya li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên jin bûye sedem ku gelek ji wan koçber bibin, an jî ji welatê xwe derkevin da ku ji xetereya ku bandorê li wan û malbat û zarokên wan dike rizgar bibin. Di raporekê de ku di sala 2020'an de hate weşandin, Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan piştrast kir ku zêdebûna tundiya li dijî rojnamevanên jin û mêr di navbera salên 2015 û 2018'an de li Lîbyayê bû sedema ji welêt derketina zêdetirî 83 rojnamevanan.

"Tacîzkirina devkî yek ji şêwazên tundiyê yê herî gelemperî ye"

Pêşkêşvan Howeyda El-Serawî jî piştrast kir ku tacîzkirin, bi taybetî ya devkî, yek ji şêwazên tundî yê herî gelemperî ye ku xebatkarên ragihandinê yên jin li Lîbyayê rastî wan tên û wiha got: "Bi hinceta ku nabe ku jinên Lîbyayî di warê ragihandinê de bixebitin em li ser platformên medyaya civakî rastî êrîş, tacîz û heqaretê tên."

"Carna ji ber tehdîdan rojnamevanan li hember gotina rastiyê bêdeng dimînin"

Rojnamevan Fatima El-Mecberî jî anî ziman ku ji ber sedemên siyasî û civakî li ser gelek platformên medyaya civakî kampanyayên sîstematîk li dijî jinên rojnamevan û pisporên medyayê tên kirin û wiha axivî: "Rojnamevanên jin ji civakê ditirsin, ji ber ku Lîbya hîna jî bi giranî di bin bandora eşîran de ye û hejmara jinên xebatkarên ragihandinê hindik e. Ev tirsa ji civakê dihêle ku carinan ji ber tehdîdan, rojnamevanên jin li hember gotina rastiyê bêdeng bimînin."

Ajansa me di dema amadekirina vê raporê de bi hejmarek ji xebatkarên ragihandinê û rojnamevanên jin ên Lîbyayî re hevdîtin pêk anî, lê wan nexwestin ku navên wan werin eşkere kirin û ne jî di vîdyoyê de derkevin û piraniya wan piştrast kirin ku ew rastî cûreyên tundiyê yên serhêl hatine, di nav de gefên tecawizkirinê, tundiya laşî, ji bilî axaftinên nebaş û tacîzkirin bi rêya peyamên taybet.