Li Gêlê di bûyera zarokek ku rastî êrîşa zayendî ya sîstematîk hat de gel bal kişand ser çeteya fuhûşê

Li Gêlê xwendekarek dibistana amedeyî ji aliyê gelek mêran ve rastî êrîşa zayendî ya sîstematîk hat. Piştî bûyer derket holê xizmekî wê jî di nav de 3 kes hatin girtin, danişîna ewil a dozê dê di 25'ê Nîsanê de bê dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li navçeya Gêl a Amedê zarokek salek bi awayekî sîstematîk rastî êrîşa zayendî hat. Hat hînbûn ku zaroka tê îdiakirin ji aliyê malbata zarokekî ya di temenê wê de neçarî fuhûşê hatiye kirin, ji aliyê xizmekî xwe ve jî rastî êrîşa zayendî hatiye. Piştî ku zaroka li dibistana amedeyî dixwîne serpêhatiyên xwe ji hevalê xwe re vegot, dema ku bûyer ji aliyê mamosteya şêwirmend hat bihîstin sewqî edliyeyê hat kirin. Di lêpirsîna ku piştî îstîsmara di Nîsana 2021'ê de derketibû holê de ji bo îfadeya gelek kesan sêrledan hat kirin de gelê navçeyê îdia kir ku li piştperdeya bûyerê de çeteyek fuhûşê heye. Der barê navê ku zaroka mexdûr di îfadeya xwe de gotiye ku ew neçarî fuhûşê kirine de, biryara neşopandinê hat dayîn.

Pêşî bi pere hat tehdîtkirin

Piştî ku bûyera îstîsmara zayendî sewqî edliyeyê hat kirin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianamek ku bi sûcê "sextekariya bi kalîte û îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan" ji 2 dosyayên cuda pêk tê, hat amadekirin. Li gorî îfadeyên ku zarok dane, hevala wê ya polê ya di temenê wê de û dayika wê H.Ş gef li wê xwarine û pere jê xwestine, li ser vê yekê jî pere ji malbata xwe diziye û ev pere daye malbata ku gef lê xwarine. Di heman îdianameyê de sûcdariya "sextekariya bi kalîte" jî cih girt.

Êrîşa zayendî salek berdewam kiriye

Hat hînbûn ku li gorî agahiyên di îdianameyê de cih digrin, zaroka mexdûr ji aliyê jina bi navê H.Ş û zaroka wê ve bi gefan salekê neçarî fuhûşê hatiye kirin. Di îdianameya ku bi dirêjî îfadeyên zarok cih girtin de, hat hînbûn ku bûyer dema ku zaroka mexdûr ji hevala xwe ya polê re, hevala wê ya polê jî ji erkdara dibistanê rê, erkdara dibistanê jî ji şêwirmenda dibistanê re vegotiye derketiye holê. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku zarok salek ji aliyê kesên ku di navberên dibistan û tenefusê de bi wesayîde hatine wê birine ve rastî êrîşa zayendî hatiye.

Di dosyayê de 3 girtî hene

Hat diyarkirin ku di Rapora Tiba Edlî ya zaroka ku di îfadeya xwe de diyar kiriye ji aliyê xizmekî xwe ve jî rastî êrîşa zayendî hatiye de, tu delîlek ku nîşan bide rastî êrîşa zayendî hatiye, nehat dîtin. Dozgeriyê ku li dijî raporê îfadeyên zarokê esas girt, di çarçoveya lêpirsînê de xizmê zaroka mexdûr jî di nav de 3 kes bi sûcê "Li dijî zarokê îstîsmara zayendî ya bi kalîte" hatin binçavkirin.

Di nava agahiyên hatin bidestxistin de cih girt ku zaroka piştî îfadeya wê hat girtin ketiye bin parastinê, di yurda ku tenê 14 rojan maye de, di dawiya roja 14’an de ji aliyê malbatê ve hat girtin.

Şêniyên navçeyê bal kişandin ser çeteyên fuhûşê

Hat hînbûn ku der barê jina bi navê H.Ş. û keça wê ku hat îdiakirin zarok neçarê fuhûşê kirine de, bi hinceta ku delîlên têrker nehatin dîtin ji sûcên îstîsmarê biryara neşopandinê hat dayîn. Li gorî agahiyên ku me ji welatiyên li navçeyê dijîn girt, hat îdiakirin ku di pêvajoya dawî de li navçeyê bûyerên bi vî rengî zêde bûne û gelek zarok jî rastî heman bûyerê hatine. Welatiyan diyar kirin ku ne tenê Gêl, li Hênî jî bûyerên fuhûşê hene. Li gorî îdiayên şêniyên navçeyê, çeteya fuhûşê gelek zarok tehdît kirine.

Danişîna ewil di 25’ê Nîsanê de ye

Têkildarî mijarê em gihîştin xizmên zaroka mexdûr ên di îdianameyê de îfade dan. Xizmên wê bûyerê red kirin û îdia kirin ku bûyer tenê îftîra ye. Yekemîn danişîna dosyaya ku 3 bersûc girtî ne dê di 25'ê Nîsanê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.