Li Îraqê gendelî çawa bandorê li jinan dike?

Nûnerên rêxistin û çavdêrên siyasî li Îraqê destnîşan dikin ku kampanyaya li dijî gendeliyê gihîştiye qonaxeke krîtîk, lê ji bo şikandina vê çerxê û sivikkirina barê giran ê li ser milê jinan, divê serweriya qanûnê bê xurtkirin

RECAA HEMÎD  REŞÎD

Bexda – Di demên dawî de li Îraqê, wekî beşek ji kampanyayekê ku kesên bi xerckirina fonên giştî, bertîl û îstismara desthilatdariyê têne tawanbarkirin hedef digre, tedbîrên li dijî gendeliyê zêde bûne; peyman û projeyên rawestiyayî jî tên lêkolînkirin.

Kampanyaya “Operasyona Şefeqê” ku di 28’ê Hezîranê de dest pê kir, armanc dike ku baweriyê li saziyên giştî vegerîne. Çavdêr bawer dikin ku serkeftina wê, bi sepandina domdar a qanûnê ya ji bo hemî aliyên têkildar a bê îstîsna, çareserkirina bilez a dozan û vegerandina fonên dizî ve girêdayî ye.

Faktorên li pişt kampanyaya li dijî gendeliyê

Hakema kontrolkirina bazirganiya navneteweyî û Seroka Ofîsa Herêmî ya Yekîtiya Tahkimê ya Konseya Yekîtiya Aborî ya Erebî Nadiya El-Cedua piştrast kir ku destpêkirina kampanyaya li dijî gendeliyê li Îraqê ji berhevkirina faktorên cûrbecûr derdikeve holê. Di nav vana de zêdebûna daxwazên giştî ji bo hesabpirsîna ji rayedarên gendel, zextên aborî û xwesteka zêdekirina baweriya giştî bi saziyên hikûmetê hene.

‘Raporên navnetewî û nîşanên zelal dikarin bibin faktorên motîvasyonê

Wê destnîşan kir ku cidiyeta kampanyayê bi gihîştina wê ya domdar û berfireh a ji bo hemû aliyên têkildar tê pîvandin. Nadiya da zanîn ku her wiha raporên navneteweyî û nîşaneyên zelal dikarin bibin faktorên motîvasyonê û sedema wî jî wiha vegot: “Ji ber bandora wan a li ser kişandina veberhênanê û hevkariya navneteweyî. Lê faktora diyarker, îradeya neteweyî ye ku qanûnê bicih bîne. Di têkoşîna li dijî gendeliyê de, çavdêrî û hewldanên dadwerî yên vekirî hene.”

‘Bandorê li ser têgeha hemwelatîbûnê dike

Nadiya ragihand ku ev yek ji bo çareserkirina dozan, xurtkirina serxwebûna saziyan û aktîvkirina parastinên qanûnî lezeke mezintir dixwaze û wiha pê de çû: “Ji bo ku piştrast bibe ku agahder û şahid rastî ti zext an tedbîrên tolhildanê nayên. Ji bo bidestxistina xizmet, kar û mafan, bikaranîna bertîlê, baweriya welatiyan bi saziyên dewletê kêm dike û hesta wekhevî û edaletê qels dike. Ev jî bandorê li ser têgeha hemwelatîbûnê dike û beşdariya civakî kêm dike.”

Gendelî êşa jinan duqat dike

Nadiya der barê bandora gendeliyê ya li ser jinan de diyar kir ku di nav malbatê de jin berpirsyariyên zêdetir digrin ser xwe, lewra xirabûna xizmetan û zêdebûna lêçûnên jiyanê barên wan ên rojane zêde dikin. Nadiya wiha domand: “Jin di dîtina kar, gihîştina lênihêrîna tenduristiyê û perwerdehiyê de, her wiha di danûstandinên bi hin saziyan re, rastî cudakarî an îstismarkirinê tên û bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Nebaşiya xizmetên giştî malbatan neçar dike ku lêçûnên zêde yên wekî kirîna avê, xwe dispêrin jeneratoran ji bo elektrîkê û dayîna perwerdê an dermankirinê, di sektora taybet de hilgirin. Ev barên ku rasterast ji hêla jinan ve têne hilgirtin, îhtîmala xizaniyê zêde dikin û bandorê li standardên jiyana wan dikin.”

sogerkirina derfetên gihîştina wekhev

Nadiya bi berdewamî bal kişand ser girîngiya xurtkirina rola jinan a di şerê li dijî gendeliyê de. Nadiya diyar kir ku ev yek zêdekirina nûnertiya wan a di saziyên çavdêrî û yekparebûnê de, destekkirina rêxistinên nehikûmî yên jinan, peydakirina perwerdehiyê ya li ser zelalî û hesabdayînê, parastina kesên ku gilî dikin. Nadiya got ku her wiha mîsogerkirina derfetên gihîştina wekhev a ji bo jinên di pozîsyonên çavdêrî û biryardanê de vedihewîne.

Vegerandina pereyên hatine dizîn û plana çareseriyê

Nadiya ji bo kêmkirina bandora gendeliyê li ser jinan, planek pêşniyar kir. Di nav planê de ev mijar hene: “Baştirkirina xizmetên bingehîn û xurtkirina çavdêriya xercên giştî. Peydakirina bernameyên desteka aborî ya ji bo jinan. Berfirehkirina derfetên kar û perwerdehiyê û hêsankirina gihîştina mîkrokrediyan. Bicihanîna hişk a qanûnên li dijî gendeliyê û pêşvebirina zelalî û hesabdayînê ya di nav saziyên hikûmetê de.”

Şikandina çerxa gendeliyê tenê bi tedbîrek nayê bidestxistin

Wê bal kişand ser pêwîstiya qanûnek ku gilîkar û şahidan diparêze, vegerandina pereyên dizî leztir dike, zelaliya darayî zêde dike û cezayên dijwartir ji bo sûcên mezin ên gendeliyê ferz dike. Wê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Şikandina çerxa gendeliyê tenê bi tedbîrek nayê bidestxistin. Sepandina hişk a qanûnê ji bo hemûyan, pêşvebirina yekparetiyê, belavkirina çandek ku gendeliyê red dike û aktîvkirina çavdêriya civakî û çapemeniyek azad pêwîst e.”

Krîza xizmetê û bandora wê ya li ser aboriyê

Çalakvana siyasî Ehlam El-Paçaçî diyar kir ku gendelî yek ji sedemên sereke yên kêmbûna xizmetên bingehîn a li Îraqê ye û ev tişt anîn ziman: “Ji ber bêsexberiya fonên giştî û rêvebirina xelet a çavkaniyan, sektorên elektrîk, av, tenduristî û perwerdehiyê ji ber projeyên rawestandî, çavdêriya qels û kêmbûna asta performansê herî zêde bandor dibin. Bandora gendeliyê ne tenê bi xizmetan ve sînordar e, di heman demê de li ser aboriyê û derfetên kar jî dirêj dibe. Nebûna zelaliyê û belavbûna nepotîzmê li şûna liyaqetê veberhênana herêmî û biyanî qels dike, gelek ciwanan ji derfetên stabîl bêpar dike û wan dike nav karên nefermî.”

Ehlam her wiha destnîşan kir ku gendelî ji ber bêsexberî, yekdestdarî û rêvebirina xelet a çavkaniyan, lêçûna pêkanîna projeyan û xizmetan zêde dike. Ehlam got ku ev yek di bihayên kelûpel û xizmetan de xuya dike, dibe sedema kêmbûna hêza kirîna welatiyan û zêdebûna lêçûna jiyanê, nemaze ji bo kesên kêmdahat.

Jin bedêla herî bilind didin

Ehlam tekez kir ku jin di nav komên herî xizan de ne û ji berpirsyariyên wan ên malbatî yên giran, kêmkirina xizmetan û zêdebûna lêçûnên jiyanê, barên wan ên rojane zêdetir giran dike. Kêmbûna xizmetên tenduristî û perwerdê, krîzên berdewam ên elektrîkê û avê û derfetên kar ên sînorkirî, zexta navmalî û bazara kar li ser jinan zêde dikin. Ev dikare bibe sedema zêdebûna dozên tundiya aborî û navmalî û dibe ku hin jinên jêhatî ber bi koçberiyê ve bibe. Ji bo ku li derfetên çêtir û hawîrdorek aramtir bigerin.”

‘Destnîşankirina berpirsyariyê girêdayî lêpirsîn û delîlên qanûnî ye

Derbarê hebûna jinan a di dozên gendeliyê de, Ehlam rave kir ku ev ne diyardeyek berbelav e û wiha pê de çû: “Lê di hin rewşan de dikare wek encamek îstismarkirina meqaman ji bo berjewendiya kesane an zexta ji aliyên bi bandor derkeve holê. Navên hin jinan dikarin ji bo qeydkirina pargîdanî an milkê werin bikaranîn. Ji bo ku sûdmendê rastîn ê kiryarên gendeliyê veşêrin. Lê destnîşankirina berpirsyariyê bi lêpirsîn û delîlên qanûnî ve girêdayî ye.”

Divê çi bê kirin?

Di dawiyê de, Ehlam wiha got: “Kêmkirina bandora gendeliyê li ser jinan hewceyî baştirkirina xizmetên bingehîn, xurtkirina çavdêriya lêçûnên giştî, peydakirina bernameyên piştgiriya aborî ji bo jinan, berfirehkirina derfetên kar û perwerdê û bi tundî bicîhanîna qanûnên li dijî gendeliyê ye. Ev jî, dê zelaliyê zêde bike û civakê ji encamên neyînî yên vê pirsgirêkê biparêze.”