Lewahz El-Semeilî: Kuştina Yenar Mihemmed sûcek e

Çalakvana Tunisî, Lewahz El-Semeilî diyar kir ku kuştina çalakvana Îraqî Yenar Mihemmed sûcek e, armanca wê bêdengkirina dengên parêzvanên mafên jinan e û xetereyên ku çalakvan pê re rûbirû dimînin, zêdetir dibin.

ÎXLAS EL HEMRÛNÎ
Tûnis – Agahiya kuştina aktîvîsta Îraqî Yenar Mihemmed di nav parêzvanên mafan, bi taybetî di nav parêzvanên mafên jinan ên li herêmên ereb de, şok û nerazîbûneke mezin derxist holê. Ji ber Yenar bi parastina domdar a jinan û bi çalakiya xwe ya ji bo parastina jinên ku rastî tundiyê û peydakirina piştgirîya ji wan re, dihat nasîn.


Çalakvana mafên mirovan a Tunisî, Seroka Komeleya “Ciwan di Xizmeta Jinan de” Lewhaz El-Semeilî,  li ser jiyana Yenar Mihemmed û bandora kuştina wê ya li ser tevgera mafparêzî axivî. Lehwaz got ku “Ev sûc hewldanek e ji bo bêdengkirina parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî jî parêzvanên mafên jinan.”
‘Yenar bi rola xwe ya di damezrandin û rêvebirina navendên bi ewle de navdar bû’.

Lewahz El-Semeilî destnîşan kir ku Yenar Mihemmed yek ji çalakvanên herî navdar yên mafên mirovan ên li Îraqê bûye û wiha domand: “Yenar jiyana xwe ji bo parastina jinan, bi taybetî jinên rastî tundiyê tên, feda kir. Yenar bi rola xwe ya di damezrandin û rêvebirina navendên bi ewle de navdar bû; her tim ji bo jinên ji tundiyê rizgar bûne re cihek bi ewle peyda dikir, nexasim ku heya niha jî dozên tundiya li dijî jinan rastî astengiyên civakî û siyasî yên pir mezin tên.”

‘Dengên femînîst li herêmê diparast’

Lewahz El-Semeilî ragihand ku meşa Yenar Mihemmed bi kar û xebatên meydanî re sînordar nemaye û wiha pê de çû: “Di qada giştî de jî parastina mafê jinan dikir, hewl dida ku civakek têgihiştî tê de jin û mafên jinan bê parastin. Çalakiyên Yenar yên domdar hişt ku bibe yek ji dengên herî girîng ên femînîst ku li herêmê mafên jinan diparêze.’’ Lewahz Ele- Semeilî, derbarê kuştina Yenar Mihemmde de jî da zanîn ku ji bo heremê bi giştî windahiyeke mezin e û wiha domand: “Ji ber ku kesayetiyên mîna Yenar roleke girîng di ronîkirina mijarên jinan û parastina mafên wan li dijî tundî û cudakariyê de lîstin.’’

‘Peyameke tirsê ya zelal e’

Lewahz El- Semeilî tekez kir ku ev bûyer bandorek mezin li ser qadên hiquqî çêdike û gotinên xwe wiha domand: “Ev bûyer şokek da tevahî aktîvîstan û em nikarin vê bûyerê cuda bigirin dest. Ji ber ev peyameke xofê yê zelal e ji bo parêzvanên maf û azadiyan e. Armanc ji sûcên wisa, bêdengkirina dengên ku mafên mirovan diparêzin e. Bi taybetî jinên ku mafên jinan diparêzin û di şertên mercên herî zehmet de dixebitin û rastî gelek astengiyan tên.’’

Lewahz El-Semeilî bal kişand ser xeteriyên van êrîşan li ser çalakvanan û wiha got: “Xetereyên mezin hene ku çalakvanên mafên mirovan dikarin pê re rûbirû bimînin. Ji bo wê, pêdivî bi parastineke mezin heye yan bi xurtkirina qanûnên ku parêzvanên mafan diparêzin, an jî bi çalakbûna rolê saziyên hikûmetê ji bo mîsogerkirina ewlehiya wan.’’

Piştgiriya hewlên têne kirin

Lewahz El-Semeilî derbarê şert û mercên ku divê çalakvan tê de kar bikin axivî û ji rewşa li Tunisê mînak da: “Parêzvanên mafên jinan bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin, sînorkirina karên hiqûqî û zextên ku ji aliyê civaka sivîl ve, çend ji van pirsgirêkan in. Hin biryar û qanûnan hiştin ku çalakvan bikevin nava fikaran. Fermana 54’an ji bo wan bû ‘çavkaniya Fikaran’ ji ber di îfadekirinê de jî sînor çêdibin. Ji lewra pêwîst e ku mijar ji nû ve bê nîqaşkirin ji parastina hevsengiyên di navbera qanûn û parastina mafan de. Pêdivî bi hevgirtinek mezintir û xurtir û meşandian kar û xebatek hevbeş ji aliyê çalakvanan ve heye, da ku maf û azadî bên parastin her wiha berdewamkirina parastina doza jinan tevî astengiyên heyî.’’

Parastina mafên jinan tenê xebata mafparêzî nîne, her wiha beşek e ji rêwîtiyek firehtir bi damezrandina nirxên dadperwerî û wekheviyê di nav civakê de têkildar e. Lewhaz got: “Ji bo vê yekê pêwîst e ku hewlên civaka sivîl û çalakvanan di vê qadê de bêne destekkirin.”

‘Mafên çalakvanan zêde bikin’

Lewah El-Semilî di dawiyê de diyar kir ku dibe ev sûc hewayek tirsê biafirîne û wiha got: “Sûcên wisa dibe ku li ser hin çalakvanan hewayek tirsê biafirîne, lê di heman demê de dikarin ruhê hevgirtinê û îsrarê ji bo berdewamkirina xebatê zêde bikin. Parastina mafên mirovan dê her tim pêdiviyeke bingehîn a di her civakekê de ku dixwaze dadperwerî û wekhevî pêk bîne de bimîne be. Bûyerên wisa divê bibin sedema zêdekirina parastina parêzvanên mafan, ne sedema paşvekişandinê ji vê rêwîtiyê.’’