Kurdên li Sûriyê û Rojava dibin xwedî nasnameya fermî

Di encama têkoşîna demdirêj de Kurd jî êdî dibin xwedî nasnameya fermî. Jinên Kurd yên bajarê Hesekê tekez kirin ku pêvajoya qeydkirina hemwelatbûyînê gavek erênî ye lê ji bo gelê Kurd ne têrker e gotin: “Divê mafê Kurdan di destûra Sûrî de bê nivîsandin"

RONÎDA HACÎ

Hesekê –  Di 17’ê Adara 2026’an de Hikûmeta Şamê biryara hejmar 13 ku Kurdên bê nasname werin qeydkirin û bibin hemwelatiyê vê xakê ragihand. Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Şamê di destpêka Nîsanê de ragihand ku wan dest bi qebûlkirina daxwaznameyên ji bo hemwelatîbûna Sûriyeyê kiriye.

Navendên qeydkirinê hatin avakirin

Ev yek duh wek beşek ji qonaxa yekem a bicîhanîna fermanê dest pê kir. Ji encamên ked û têkoşîna gelê Kurd a 15 salan û yek ji encamên lihevkirina di navbera hikûmeta Şamê û QSD’ê ya di 6’ê Nîsanê de, gavek hat avêtin. Li bajarên Qamişlo, Çilaxa, Hesekê, Dêrikê û Dirbêsiyê û ji bo şêniyên Cizîrê yên di dema rejîma berê de ji hemwelatîbûnê hatibûn bêparkirin, navendên qeydkirina daxwaznameyên wergirtina hemwelatîbûnê hatin vekirin.

‘Di dema rejîma Baasê de Kurd ne welatî bûn’

Li hemû navendan, pêvajoya qeydkirinê dest pê kir. Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya Qeydkirina hemwelatîbûna Kurd Ayşe Yûnis agahî da ajansa me. Ayşe Yûnis piştrast kir ku Fermana 13, tenê ji bo gelê Kurd ê ku di dema rejîma Baasê de ji mafên xwe yên welatîbûnê hatine bêparkirin e. Ayşe destnîşan kir ku ev yek nahêle ku bibin welatiyên Sûriyeyê û wiha domand: “Gelek welatiyên Sûriyeyê ji nebûna mafê welatîbûnê êş kişandin. Ev yek wan ji mafê wan ê perwerdehî, qeydkirina milkên xwe ya li ser navê xwe û hwd… bêpar kir.”

Têkoşîna 15 salên Şoreşê ye

Ayşe da zanîn ku bi ked û têkoşîna gelê Kurd a bi salan, îro gevên girîng tên avêtin û wiha got: “Ev gaveke dîrokî ye, encama 15 salên xebat û têkoşîna gelê Kurd e û encama peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî de ye. Îro, em ji bo qeydkirina welatiyên Kurd ên neqeydkirî li komîteyan dabeş bûne, û em ê mehek tijî xebat bidomînin. Li Meclîsa bajarê Hesekê ji bo pêvajoya qeydkirinê çend komîte hatin avakirin: Komîteya Wergirtina Serlêdanên Hemwelatîbûnê ji bo Kesên Bêwelatî, Heyva Sor a Sûrî, Komîteya Kontrolê, Komîteya Têketina Daneyên Komputerê û Komîteya Yasayî.”

‘Em dixwazin mafê Kurdan di destûrê de were bicihkirin’

Ezîza Şêxo ya ku jineke ji bajarê Hesekê ye jî, hestên xwe ji bo me vegot. Ezîza Şêxo piştrast kir ku wê li ser navê xizmên xwe serdana navendên qeydkirinê  kiriye û wiha domand: “Ev gav ji bo gelê Kurd pir baş in û em hêvî dikin ku gavên berfirehtir ji bo gelê Kurd hebin. Em dixwazin mafên me di destûrê de werin bicîhkirin. Ji ber ku em gelekî ku têkoşîn û berxwedan kiriye nin. Em ê bêparkirinê qebûl nekin. Her wiha em ji bo hemû pêkhateyên herêmê maf dixwazin da ku em bikaribin Sûriyeyek nû û demokratîk ava bikin. Gelê Kurd li Sûriyeyê bi hemû cihêrengiya xwe gelekî evîndar e, ji ber ku ew ji bo her kesî têdikoşin û ji bo her kesî azadiyê dixwazin. Ji ber vê yekê, em dixwazin wekî mirovên xwedî maf û nasnameyek neteweyî bi hev re bijîn.”