Jinên Tûnisî hişyariyê didin: Zîhniyet qanûnan paşguh dikin

Tevî pirbûna qanûnan, tê dîtin ku mêrên Tûnisî zîhniyetek baviksalar ku ji temenê ciwaniyê ve bipêş dikeve û bi rêya mîrateya çandî û civakî tê xwedîkirin, dihewînin. Jinên Tûnisî hişyarî dikin û dibjin “Zîhniyet qanûnan paşguh dikin.”

NAZÎHA BOUSAÎDÎ

Tûnis – Qanûn, bi taybetî jî Qanûna Hejmara 58 a derbarê têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan de, bandorek sînordar dike. Ji ber ku ew, bi guhertinek rastî ya di hişmendiya baviksalar a serdest de nehatine. Beşên mezin ên civakê hîn jî jinan wekî  ji mêran kêmtir dibînin û mafê xwe didin xwe ku di her şert û mercî de tundiya cûrbecûr li dijî wan bikin. Di heman demê de ji jinan sebir û fedakariyê dixwazin.

Ev zîhniyet di axaftin û daxuyaniyên ku ji hêla mêrên ku tê payîn mafên jinan diparêzin û rûmeta wan diparêzin ve tên dayîn de, cih digre. Kesayetên siyasî yên navdar daxuyaniyên heqaretkar kirine. Di nav wan de hevoka Serokkomarê mirî Bejî Caîd Essebsî ya “Ew tenê ji bo jinan baş e” balê dikşîne. Tevî ku bêyî dengên jinên Tûnisî hilkişîna wî ya ser desthilatê ne mimkun bû jî Bejî Caîd, wiha gotiye.  

Gotinên zayendparêz û nijadperest

Parlamento her wiha rastî êrîşeke devkî û fîzîkî ya Parlamenter Seifeddîn Makhlouf a li dijî Parlamenter Ebîr Mûsî hat. Ji bilî kampanyayên reşkirinê û şîdeta sembolîk a ku Seroka ‘Komeleya Mala Min’ Profesor Sana Ben Achour hedef digire. Divê em daxuyaniyên parlamenterên din jî ji bîr nekin. Wek ya ku Olfa Hamdî wekî "jineke bêehlaq" bi nav kir, an ya ku vê dawiyê di bingeh de got, “Dema ku jinên Tûnisî xweşik û bi hêsanî peyda dibin, çima jinên Efrîkî bên tecawizkirin” - daxuyaniyek ku nijadperestî û zayendperestiyê bi hev re dike yek.

Rolên nehevseng tên xurtkirin

Tevî pirbûna qanûnan, tê dîtin ku mêrên Tûnisî zîhniyetek baviksalar ku ji temenê ciwaniyê ve bipêş dikeve û bi rêya mîrateya çandî û civakî tê xwedîkirin, dihewînin. Hin dayîk bi cudakirina di navbera kur û keçan de beşdarî domandina vê cudakariyê dibin. Keç bi karên malê û lênêrîna pêdiviyên birayê xwe bargiran e, lê kur ji van berpirsyariyan azad e, carinan bi karên hêsan ên wekî kirînê ve tê sînordarkirin. Bi vî awayî, rolên nehevseng têne xurtkirin, ku heman zîhniyet di nav nifşan de dubare dike.

Em hîn jî ji bicîhanîna qanûnan dûr in

Di vê çarçoveyê de lêkolîner û pispora qanûna cezayî Abeer Jlassî, diyar kir ku jin tevî hebûna gelek projeyan, qanûn û heta biryarên dadwerî yên ku piştgirîya azadî û mafên jinan dikin, îro ji ber hişmendiyên kevnar dikşînin. Abeer Jlasî wiha got: “Em hîn jî ji bicîhanîna qanûnan dûr in. Ji bo min, hişmendiya baviksalar bi giranî di tevgerên ku ez li berçav rastî wan têm de tê. Ji îstismara devkî bigre heya di destdirêjiyê de xuya dibe.”

‘Divê em li ser çareseriyan bifikirin

Ew destnîşan dike ku ev hişmendiyên kevnar di nav malbatê de di warê cudakariya li ser bingeha zayendî de jî têne xuyakirin. Abeer Jlasî da zanîn wekî din, hişmendiya baviksalar di jiyana rojane de diyar e û ev agahî dan: “Dema ku mirovên ku li ser qanûn û qanûndanînê zana ne, lê dîsa jî tundiyê rewa dikin û jinan li gorî laş û rengê çermê wan dabeş dikin, hene. Li Tûnisê, em ji hişmendiyên ku dixwazin me di têkiliyên me, girêdanên me û têkiliyên me yên rojane de paşve bibin, dikşînin. Ji ber vê yekê, divê em li ser çareseriyan bifikirin. Divê bê  tekezkirin ku tevgera femînîst, an jinên demokratîk, bi dûrxistina mêran, desteserkirina mafên wan, an kêmkirina statuya wan, naxwazin mafên xwe bi dest bixin. Tiştê ku em daxwaz dikin, têkiliyek li ser bingeha rêzgirtina hevbeş e. Divê mêr baweriya xwe bi dozê bînin.”

Referansa o

Teqwa El-Xanşî ku xwendekarek hiqûqê ye, da zanîn ku li Tûnisê ji ber qanûndanînê beşek ji zîhniyeta baviksalar bicîh bûye û wiha pê de çû: “Heta roja îro, di Qanûna Rewşa Kesane de nivîsên bi referansên olî hene. Mîna qanûnên mîratê, ku tiştê ku di dadweriya îslamî de hatî destnîşankirin, bicîh tînin: mêr du qat ji para jinê distîne. Qanûna Rewşa Kesane, nemaze bi Peymana Kopenhagena ku li dijî hemû cûreyên cudakariya li dijî jinan e, ‘şoreşek qanûnî’ anî û nîqaşek girîng li ser maf û azadiyên jinan derxist holê. Lê niha çandek me heye ku vê taybetmendiya olî û zîhniyeta civakî diparêze. Mêr ji jinan bêtir mîrat digirin. Tevî pergala mafên mirovan a gerdûnî ku behsa wekheviya di navbera mêr û jinan de û ne-cudakariya li ser bingeha zayend û nijadê, dike.”

Guhertina ji hundir ve

Kesayeta medyaya femînîst Mounîa Kouach destnîşan kir ku guhertina hişmendiyê divê ji hundir, ji pratîk û ramanên wan û ji perwerdehiya zû dest pê bike û wiha domand: “Divê em zarokên xwe mezin bikin da ku cudakariya li ser bingeha zayendê red bikin, ji ber ku ew mîrateyek çandî û olî ya belavbûyî ye ku nikare di şevekê de were guhertin. Lê belê, derfeta me heye ku em nifşên pêşerojê û hişmendiya wan û nêrîna wan a li ser xwe û jinan biguherînin.”

Helwesta jinan a li hember qanûnan

Mounîa ragihand ku li Tûnisê hîn jî medyaya femînîst a bi bandor tuneye û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Me vê dawiyê dît ku dema Meclîsa Nûneran li ser qanûna teqawidbûna zû nîqaş kir, dema qanûnek ji hêla Komeleya Jinên Demokrat ve hat şermezarkirin, hinek jin li hember helwesta tevgera femînîst matmayî bûn. Wan heta qanûn pêşwazî kir, bawer kirin ku ew xizmeta berjewendiyên wan dike. Wan meraq kir ku jinên demokratîk çawa dikarin li dijî biryarek wisa derkevin.”

‘Hewldanek kolektîf û xebata berdewam a bişev û roj hewce dike

Wê destnîşan kir ku asta hişmendiyê ji jinekê bo jinekê diguhere û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Hinek ji wan, hîn jî tiştan ji perspektîfek teng dibînin. Civaka Tûnisê demek dirêj e di bin giraniya hişmendiyên ku me paşde dixin de dijî. Em car caran daxuyaniyên reaksiyonê dibhîzin. Guhertina zihniyetê ne tiştek e ku di şevekê de çêdibe, ji bo pêkanîna veguherîna ku tê xwestin, hewldanek kolektîf û xebata berdewam a şev û roj hewce dike. Ev rê jî heya gihîştina qonaxa gihîştina civakî, hewceyî hişmendiya berdewam e.”