Jinên Mexribê daxwaza zagonên wekhev dikin
Jinên Mexribê dixwazin zagonên li ser malbatê di ber çavan re werin derbaskirin û di navbera jin û mêr de zagonên ku wek wekheviyê esas digrin werin derxistin.
HANAN HARÎTE
Merxîb – Mexribê di sala 204’an de zagonek malbatî pejirand ku ev zagon di mijarên hevberdanê de, tenê dema ku bi daxwaz ango alîgirê mêr be vê hevberdanê erê dike. Ew zagon piştî daxwazên salan ên komeleyên parastvanên mafên jinan ji bo rêzgirtina mafên jinan xurt bikin û di zagonan de aktîf bikin hatin derxistin.
Bi nêrîna bloga malbatî guhertina zagona malbatê ji bo parastina hevgirtina malbatê bi giştî ye. Di warê rêbazên berdanê de gavên zagonî bi riya dadgerek pispor tên danîn. Berê hevberdan tekane pêk dihat. Tevî hemû sererastkirinan û piştî çend salên pêkanînê, sîstema berdanê ya ku di bloga malbatê de gelek tevliheviyên cudakarî û newekheviyê xurt dike diyar bû.
Hevberdan bi daxwaz û erêkirina mêr pêk tê
Parêzer û seroka komeleya Merxibê ya mafên jinan Aisha al-Kalaa dibêje ku di makezagona Meribê de wekheviya di navbera jin û mêr de nîn e û wiha didomîne: “Dema zilam îmze dike berdan pêk tê ango mêr dikare berde û jin jî tê berdan, lê dema jin doza berdanê bike nikare berde. Ji ber ku însiyatîf û desthilatdarî di destên mêr de ye. Ev bi xwe jî zordarî ye û ji bo mafên jinan cudakariyek mezin e.”
‘Bi gelek biryarên ku tên girtin zordestî li ser jinan dibe’
Aisha al-Kalaa ji bo çareserkirina zagonên malbatî jî diyar dike ku ev pirsgirêk pêwîst e ji hemî aliyan ve were lîkolînkirin civaknas, dîroknas û mafnas tê de cihê xwe bigrin da ku her dozek berdanê ji hemû aliyan ve bê dîtin û wiha pêde çû: “Çareserkirina van nakokiyan lêkolîna hemû aliyên ku destwerdan kirine pêwîst dike. Weke civaknas, mafnas û dîroknasan. Ji bo ku her dozek berdanê ji hemû aliyan ve bê dîtin. Di rewşa îro de pêwîst dike ku zagonên saziyên navgîn dûrî dadgehê bên danîn. Ji ber ku gelek caran pirsgirêkên navbera herdu aliyan ne di wê astê de ne ku bigihîjin dadgehê û malbat belav bibe, mafên zarokan bên xwarin. Sîstema berdanê li Mexribê divê di bingeh de bê lêvegerandin da ku valahî û astengiyên ji ber pêkanîna wê derketine derbas bikin û blog baş bê pêkanîn, hevsengiya malbatî bê cudakarî û zordarî misoger bike.”
‘Aliyên siyasî di mijarê zagonên malbatî de xwedî cesaret nîn in’
Aisha Al-Kalaa aliyên siyasî û desteyên partiyan jî rexne kir û da zanîn ku di mijara zagonen malbatî de ne xwedî cesaret in û bang kir ku her kes pêwîst e di vê mijarê de xwedî cesaret be û wiha lê zêde kir: “Bi dehan salan e Mexribê gelek peymanên navneteweyî mohr kiriye, weke di peymana mafên mirovan a cîhanê di benda 16’an de têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakariya li dijî jinan û peymanên mafên zarokan, divê zagon bi peyman û makezagona Mexribê re lihevkirî bin da ku guhertin di civakê de pêk werin. Derketina bloga malbatê sala 2004’an weke şoreşê bû lê piştî makezagona 2011’an gelek tevliheviyên girêdayî mafên mirovî yên jinan û parastina mafên zarokan derketin lewma pêwîst e daxwaza sererastkirinê bê kirin ji ber ku nîvê civakê di dadgehan de pirsgirêkan dijîn.”
Aisha al-Kalaa di dawiyê de diyar kir ku lêvegera civaka Mexribê makzagona Mexribê, li gorî benda 19 ya li ser wekheviyê ye. Li gorî vê yekê jî divê rêbazên zagonî di meriyetê de bin.