Ji DMME’ê biryara Ayla Akat Ata: Girtin derhiqûqî ye
DMME'yê biryar da ku girtina Ayla Akat Ata ya di sala 2016'an de bi hinceta çalakiyên siyasî hatibû girtin, dijqanûnî dît. Dadgehê diyar kir ku ‘gumanên maqûl’ li dijî wê tune ne û Tirkiyê ji ber binpêkirina azadiya kesane û azadiya ramanê mehkûm kir.
Navenda Nûçeyan – Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, di sala 2016'an de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hate girtin û di sala 2017'an de hate berdan. Piştre wê doza xwe bir DMME’yê û dadgehê Tirkiye sûcdar dît.
Di biryara xwe ya li ser Ayla Akat Ata de, DMME’yê diyar kir ku girtina wê ya di sala 2016'an de ji ber sûcê ‘avakirin an rêvebirina rêxistinekê’, neqanûnî ye. Dadgehê dît ku Tirkiyeyê bendên 5 û 10 yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê kiriye.
Çalakiyên siyasî wekî delîlên sûc tên hesibandin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de diyar kir ku sûcdariyên li dijî Ayla Akat Ata, li ser bingeha çalakiyên wê yên siyasî yên di nav Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, beşdarbûna wê ya li civînan, axaftinên wê û postên wê yên medyaya dîjîtal hatine kirin. Dadgehê destnîşan kir ku ev çalakî bi giranî siyasî ne û tekez kir ku axaftin û çalakiyên demokratîk ên ku bangên tundiyê tê de nînin, nikarin mîna bingehek ji bo sûcdariya ‘rêberiya rêxistinekê’ bên bikaranîn.
‘Gumanek maqûl tuneye’
DMME'yê diyar kir ku şerta ‘gumaneke maqûl’ a ku ji bo girtina Ayla Akat Ata pêwîst dike, bi delîlên berbiçav nayê destnîşankirin. Biryarê nîşan da ku dadgehên herêmî nekaribûne têkiliyek zelal di navbera daxuyaniyên Ayla Akat Ata û sûcê îdiakirî de destnîşan bikin, tenê daxuyaniyên wê yên siyasî û beşdarbûna wê ya li civînan diyar kirine. Ji ber vê yekê, Dadgehê biryar da ku Xala 5/1 a DMME’yê ku mafê azadî û ewlehiyê bi rêk û pêk dike, hatiye binpêkirin.
Berdewamiya girtinê ‘ne di cih de’ hat dîtin
Dadgehê diyar kir ku biryarên derbarê berdewamiya girtina Ayla Akat Ata de ku nêzî 6 mehan dom kir jî, bê bingehên têkildar û têrker bûne. Li gorî DMME'yê, xetera revîn an destwerdana delîlan nehatiye nîşandan û ne jî hatiye ravekirin ka çima tedbîrên kêmtir hişk, wekî şertê kontrola edlî, dê ne bes bin. Ji ber vê yekê, biryar hat dayîn ku Xala 5/3 ya DMME’yê jî hatiye binpêkirin.
Binpêkirina azadiya ramanê
DMME'yê destnîşan kir ku girtina Ayla Akat Ata ji ber axaftin û daxuyaniyên wê yên siyasî bûye û anî ziman ku ev yek destwerdanek li azadiya ramanê ye. Dadgehê diyar kir ku girtina neqanûnî nikare wekî sînordarkirinek rewa ya azadiya ramanê bê hesibandin û biryar da ku Xala 10 ya DMME’yê hatiye binpêkirin.
9 hezar Euro tazmînat
DMME'yê ferman da Tirkiyeye bi tevahî 9 hezar Euro bide Ayla Akat a ku ji viya 8 hezar Euro zirarên nemadî û 1.000 Euro jî lêçûnên qanûnî ne.