Iraq û bidawîkirina cudahiya nasnameya qereçiyan

Her civakek bi çand û nasnamera xwe ya dîrokî tê nasîn. Qereçî jî bi çanda xwe ya çêkirina çekan, xencer, çêkirina diranan û hwd. tên nasîn. Lê mixabin ev civak jî bi pergala desthilatdariyê û qirkirina nasnameya civakî re rû bi rû maye û ji ber vê yekê li her deverê cîhanê belav bûye.

Her civakek bi çand û nasnameya xwe ya dîrokî tê nasîn. Qereçî jî bi çanda xwe ya çêkirina çekan, xencer, çêkirina diranan û hwd. tên nasîn. Lê mixabin ev civak jî bi pergala desthilatdariyê û qirkirina nasnameya civakî re rû bi rû maye û ji ber vê yekê li her deverê cîhanê belav bûye.  

Navenda Nûçeyan -Gelo qereçî kî ne? Koka wan ji ku tê? Ango em ê balê bikşînin ser dîroka qereçîtiyê. Koka qereçiyan digihîje nîvigirava Hindistanê û Delte Alsened li bajarê Kiratşî yê Pakistanê. Her wiha wekî hatiye diyarkirin ev civak belavî hemû deverên cîhanê bûye. Bi teybetî jî li Rojhilata Navîn tên dîtin lê tu cihî niştecih nebûne. Ji ber wê jî li gorî cih û bajarên ku lê dimînin navên cur be cur digirtin. Qereçî li Fransayê bi navê cîtan, li Îspanyayê biskay, li Rusyayê cad, li Îranê zankî, li Îngîltere û Amerîkayê cîbsî li Misirê xecer, li Şamê newar û li bakurê Helebê jî qûrbat tê nasîn.
Li Rojhilatê Ewropayê, Kûrmaniye, Yûguslavya û Bulgaristanê jî ji wan re tîsîkan tê gotin. Li Iraqê jî bi navê kawiliyê tên nasîn, li Mûsil û bakurê Ferecê pêkhateyên herî kêm tên nasîn hejmara wan di navbera 50-200’an de ye.
Wekî tê dîtin ev civak jî ji aliyê hêzên serdest û civakên din ve rastî gelek cudakarî, biçûkdîtin, kuştin û koçberiyê hatiye. Ev yek jî bû sedema belengazî, nezanî û bêkarmayînê, wekî din jî ji hemû mafên mirovbûnê bêpar mane.
Li Iraqê di sala 1979’an de nasname ji wan re hatin çêkirin lê peyva qereçî li ser nasnameya wan hatiye nivîsandin. Ev yek wekî gaveke erênî di jiyana wan de da çêkirin û kampên cuda ji wan re hatin avakirin ango weke hemwelatiyên Iraqê hatin nîşandan. Êdî di saziyan de erk girtin, heta di nava artêşa Iraqê de jî cih girtin.
Piştî hilweşandina pergala Sedam di sala 2003’an de Elhusên ê hatibû ser desthilatdariyê cudahiya nasnameyan bi hinceta muxalîfiyê qedexe dike. Di sala 2004’an de jî hemû gund û cihên wan ji aliyê artêşa Mehdî û hin eşîrên din ve di bin navê bêexlaqiyê de hatin şewitandin. 
Di nîsana 2019’an de wezereta hundirîn a Iraqê nasnameyek nû weke hemwelatiyên ıraqî ji qereçiyan re da çêkirin. Niha ew bi navê kalatî tên nasîn û mafên xwe weke hemû kesên li Iraqê ye.
Li gorî hatiye lêkolînkirin qereçiyan gelek kar dikirin lê mixabin ji ber sedemên neqebûlkirina wan di nava civakan de niha piraniya wan tenê bi parsê debara xwe dikin. Karên ku berê dikirin wekî; çêkirina amûrên şer, diranên zîv û zêr, peyaleyên baqilî her wiha çêkirina amûrên ji textan û xemilandina bi kevirên giran, sihir û li kêleka van jî lêdana amûrên mûzîkê govend û stran bûn. Herî dawî jî niha dûrî bajaran li derdora Bexda, Nînova, Mûsil û li nav gelî û newalên başûrê rojavayê Iraqê Mûsene, Deywaniyê û bajarê Kanan ku weke yek ji bajarên Diyalayê cihê qereçiyan tê zanîn cih digirin.