Hamîde Firuten: Li Efganîstanê jin bi xetereyên ewlehî û yasayî yên cidî re rû bi rû ne
Parêzvana mafên jinan Hamîde Firuten derbarê girtina jinan a li Heratê ji ber 'rêzikên hîcab' û rewşa wan ya di girtîgehê de nirxandin kir û got: “Zextên Talîban yên li ser jinan azadiyên wan ên bingehîn, hebûna wan a civakî bi tundî sînordar kirine.”
BEHARAN LEHÎB
Kunduz – Di demên dawî de li Heratê, Talîbanê careke din bi hinceta "pêçandina ne guncaw" êrîşî jinan kir. Li gorî raporên hatine weşandin, di du rojan de bi qasî 40 kes hatine binçavkirin. Mixabin, îdiayên îstismara cinsî ya li dijî jinan di dema van binçavkirinan de ji nû ve derketine holê. Li gorî şahidan, du keçên ciwan ên ku tenê çend demjimêran di bin çavdêriya Talîbanê de bûn, piştî serbestberdana xwe behsa tecawizê kirine.
Jina ku hatiye berdan xwe kuştiye
Xelkê Heratê gotin ku jinekê piştî ku hatiye berdan xwe kuştiye. Her wiha duh, cenazeyên du jinan, ku nîşanên îşkenceyê li ser wan hebûn, radestî malbatên wan hatine kirin, û Talîbanê destûr neda ku merasîmên cenazeyê di nav rojê de werin lidarxistin. Malbat neçar man ku hezkiriyên xwe di şevê de veşêrin.
Talîban di dema desthilatdariya xwe ya nêzî pênc salan de, ji tirsa skandal û protestoyên giştî yên ku bi taybetî ji hêla jinan ve têne rêve kirin, hewl da ku bi her awayî zordestiya jinan veşêre. Ji aliyeke din ve jî weke berê nûçeyek hate belav kirin ku hin girtî bi dayîna gelek pere û îmze kirina peyman hatine azadkirin.
Nerazîbûn û kuştin
Ev kiryar bûn sedema nerazîbûnên berfireh ji aliyê xelkê Heratê ve. Di dema xwepêşandanan de, Talîbanê gule reşandin, di encamê de du kes mirin û gelekên din jî birîndar bûn. Çend roj berê, hate ragihandin ku Murteza Kerîmî, ku di meşê de birîndar bûbû, jî miriye. Li gorî agahiyan, Talîbanê di bin tedbîrên ewlehiyê yên giran de merasîma cenazeyê wî li dar xistiye.
Di nêzîkî pênc salên desthilatdariya Talîbanê de, raporên xemgîntir der barê sûcên li dijî jinan û rewşenbîrên welêt de derketin holê.
Di vê çarçoveyê de, hevpeyvînek bi parêzvana mafên jinan Hamîde Firuten, re hate kirin. Feruten, ku zêdetirî du salan li parêzgehên cûda yên beriya rejîma Talîbanê dozên tundiya li dijî jinan lêkolîn kir, niha ji Kunduzê diaxive. Ew yek ji wan jinan e ku beşdarî xwepêşandanan bûye û di wê parêzgehê de rolek çalak lîstiye.
Firuten bersiva pirsa ka girtina jinan bi hinceta "xwe pêçandina ne guncaw" çiqas bi mafên mirovan û mafên sivîl ên bingehîn re lihevhatî ye da:
"Destûra bingehîn a Komara Îslamî ya Efganistanê pênc mafên bingehîn ji bo jinan destnîşan kiriye:
*Mafên sivîl û takekesî
*Mafên siyasî
*Mafê perwerdeyê
*Mafê kar û bicîhbûnê
*Mafên civakî û tenduristiyê
Mafên sivîl û takekesî mafê jiyan, azadî, parastina li dijî hemî cureyên êrîşkariyê, hemwelatîbûn û mafê zewacê dihewîne.”
Mafê jinan
Li gorî mafên ku di destûrê de hatine destnîşankirin, mafê jinan heye ku bi azadî bijîn û cilên ku dixwazin li xwe bikin. Girtina jinan bi hinceta 'ne pabendbûna bi rêziknameyên serpoşê' binpêkirina madeya 22-an a destûrê ye û sûcek e. Ev made dibêje: ‘Hemû cureyên cudakariyê di navbera welatiyên Afganistanê de qedexe ne. Hemû welatî, jin û mêr, li ber qanûnê xwedî maf û erkên wekhev in.’
Ji ber vê yekê, girtin, lêdan û tacîza li ser jinan li ser vê bingehê binpêkirineke eşkere ya destûr, mafên mirovan û mafên bingehîn ên sivîl e û bi tu awayî ne qanûnî ye.”
‘Girtinên heyî tenêtiya civakî û aborî zêde kiriye’
Feruten li ser bandora van girtinan li ser azadiya tevgerê, beşdariya civakî û hesta ewlehiyê ya jinan axivî:
“Zextên Talîbanê yên li ser jinan azadiyên wan ên bingehîn û hebûna wan a civakî bi tundî sînordar kirine. Vê yekê di nav jinan de tirs zêde kiriye û bûye sedema vekişîna wan ji jiyana giştî. Di encamê de, jin krîzek kûr a dûrxistin û tenêtiyê dijîn. Wekî din, girtinên bi vî rengî ne tenê ewlehiya takekesî hilweşandiye, lê di heman demê de tenêtiya civakî û aborî jî zêde kiriye. Dûrxistina nîvê civakê bûye sedema rawestana aborî û civakî û ji bo malbatan zehmet kiriye ku debara xwe bikin.”
Derbarê encamên demkurt û demdirêj de, wê wiha got: "Di demek kurt de, ev pêkanîn mafên bingehîn ên jinan ji holê radikin: azadiya kesane, azadiya tevgerê, beşdariya civakî û mafê ewlehiyê bi tundî têne sînordarkirin.
‘Koçberkirina jinên jêhatî’
Di demek dirêj de, ev rewş hîn xeternaktir e. Ji ber ku ew dikare bibe sedema dûrxistina sîstematîk a jinan ji jiyana giştî. Encam kêmbûna beşdariya di perwerde, aborî û jiyana civakî de; koçberiya jinên jêhatî; zêdebûna berteka navneteweyî; û zexta psîkolojîk a zêdekirî ne.”
Firuten bandora van zextan li ser mafê jinan ê xwepêşandan û azadiya ramanê jî wiha nirxand: “Girtinên bi vî rengî atmosferek tirs û xwe-sansurê diafirînin. Jin û malbatên wan dest pê dikin ku bifikirin ku beşdarbûna xwepêşandanan an jî derbirîna ramanan li ser tora dijîtal jî xeternak e. Ev yek hêza daxwaza mafan qels dike û dibe sedema ku dengê jinan di qada giştî de kêmtir dike û kêmtir were bihîstin.”
‘Jin bi xetereyên ewlehî û yasayî yên cidî re rû bi rû ne’
Di dawiyê de, derbarê berpirsiyariyên rêxistinên civaka sivîl de, wê wiha got: "Jin bi xetereyên ewlehî û yasayî yên cidî re rû bi rû ne. Girtin, zext û gefên li dijî malbatan pir in. Gihîştina piştgiriya yasayî jî sînordar e. Ji ber vê yekê, ji bo rêxistinên civaka sivîl girîng e ku mafên mirovan û mafên jinan bidin pêşiyê, binpêkirinan belge bikin û piştgiriya navneteweyî misoger bikin."