Girtiyên nexweş bi hinceta "ewlehiya dewletê" terkî mirinê tên kirin

Li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xirabtir dibe. Di pêvajoya dawî de serlêdanên ji bo taloqkirina înfazê bi hinceta "ewlehiya dewletê" hatin redkirin her wiha ji ber pandemiyê derfetên dermankirina girtiyan bi sînor bûye.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya sala 2020’an, li girtîgehên Tirkiyeyê 1434 girtiyên nexweş, 457 ji wan nexweşên giran hene. Girtiyên nexweş li girtîgehên ku şert û mercên bi pêvajoya pandemiyê re xerabtir dibin re zehmetiyên mezn dibînin. Dema ku serlêdanên girtiyên nexweş ên taloqkirina înfazê bi sedemên cuda nehatin qebûlkirin, hat hînbûn ku li gorî daneyên Wezareta Dadê, ji sala 2013’an ve hejmara dosyayên girtiyên nexweş ên giran ku ji hêla Saziya Tiba Edlî ve "dikarin li girtîgehan bimînin" hatiye dayîn 1330 ye.
Hejmar rastiyê nîşan nadin
Yek ji parêzerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Gulan Cagin Kalelî, mexdûriyeta girtiyan Abdullah Turan û Mehmet Emîn Ozkan her wiha mexdûrkirina girtiyên nexweş ên li girtîgehan di pêvajoya pandemiyê de, ji ajansa me re nirxand. Gulan Cagin Kaleli, anî ziman ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan, nexweşiya wan girantir dibin û nexweşiyên nû bi wan re derdikevin. Gulan Cagin Kalelî diyar kir ku girtiyên ku berê tendirustiya wan baş bû; di girtîgehan de bi nexweşiyên giran dikevin û her diçe bi nexweşiyên nû rû bi rû dimînin.
Gulan Cagin Kalelî, diyar kir ku li gorî raporên herî dawî li girtîgehan 1434 girtiyên nexweş hene û got ku ev hejmar rewşa heyî nîşan nade. Gulan Çagin Kalelî got ku ew nikarin bigihîjin hejmarên rastîn û wiha domand: "Em gelek caran tenê dikarin pêvajoya girtiyên nexweş bi malbatên wan re bişopînin an jî piştî ku girtiyan bibin nexweşxaneyê."
"Şertên pandemiyê rewşa wan girantir kiriye" 
Gulan Cagin Kalelî, wiha axivî: "Şert û mercên girtina li girtîgehan bi serê xwe ji bo girtiyên nexweş ne guncav in. Hem xwarinên li girtîgehan, hem jî mercên paqijiyê û mercên pandemiya ku nêzî du salan e didome, şert û mercên girtiyên nexweş girantir û dijwartir kiriye. Her çend ji ber şert û mercên tenduristiyê yên di zagona înfazê de prosedura taloqkirinê wekî mafek tê pejirandin jî dibe ku der barê vê yekê de em gelek astengiyan bibînin. Jixwe di rewşa asayî de girtina li girtîgehan bi xwe ji bo girtiyên nexweş xeterek e îcar em bi pêvajoyek girnatir re rûbirû ne û rewşa girtiyên nexweş, bi hatina mercên pandemiyê re xirabtir bûye. Bi taybetî, girtiyên nexweş ên ku hewce ye werin dermankirin piştî ku diçin nexweşxaneyan û tên14 roj di karantînayê de dimînin. Ew bi tena serê xwe bi rojan di karantîniyê de dimînin. Ji bo vê sedemê, çûyîna nexweşxaneyê di pêvajoya dawî de ji bo girtiyan pir zehmet bûye.” 
"Serlêdan tenê ji ber hincetek tên redkirin" 
Gulan Cagin Kalelî, diyar kir ku serlêdanên taloqkirina înfazê ku wan wekî parêzerên girtiyên nexweş kirine, gelek caran ji ber heman hincetan hatine redkirin û got: "Her ku rewşa tenduristiya girtiyên nexweş xerabtir dibe, bêguman em digel gelek hevalên xwe, ji bo taloqkirina înfazê serlêdanan dikin. Mixabin, di pêvajoya herî dawî de, di sererastkirina her rêziknameya qanûna înfazê de, gelek rêzikname hatin weşandin. Di hemû rêziknameyên qanûnê de, bêyî îstîsna hinceta 'tehdîta ewlehiya dewletê' nîşan didin. Ev têgeh ji me re astengiyek mezin diafirîne. Ji ber ku hûn di nav pênaseya ewlehiya dewletê de mafên herî bingehîn ên mirovî, wekî tenduristyê binpê dikin rê li ber şert û mercên ku dibin sedema bidawîbûna jiyana mirovan diafirînin.
"Abdullah Turan û Mehmet Emîn Ozkan mînakên vê pêvajoyê ne" 
Gulan Cagin Kalelî mînaka girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê ku çend sal in bi nexweşiyên xwe yên giran di rojevê de ye û 26 sal in di girtîgehê de ye da û axaftina xwe wiha domand: "Niha, di pevajoya dawî de mînaka Abdullah Turan heye. Girtiyek ji pişta heta felc e. Hempîşeyên me ji bo taloqkirina înfaza wî serlêdan kirin lê serlêdana taloqkirina înfazê bi hinceta tehdîdkirina ewlehiya dewletê ku ji bo Abdullah Turan astengiyek bi vî rengî, hat redkirin. Lê belê, bi kar û serlêdanên hevalên me re, ev taloqkirina înfazê piştî mehan hat qebûlkirin. Her çend wêneyê heyî hinekî tarî xuya bike jî bi rastî, şansê me heye ku em bi têkoşîn û israra parêzeran destkeftiyên wisa bi dest bixin. Her wiha, di heyama dawîn de, me di şexsê Mehmet Emîn Ozkan de ji bo taloqkirina darvekirinê serlêdan kir. Piştî wê pêvajoyê, dest pê kir û girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ozkan ku 26 sal in di girtîgehê de ye rakirin nexweşxaneyê.”