Fermana nû ya Wezareta Kar a Misrê rastî bertekên jinan hat

Nur Celal, ku di warê bihêzkirina aborî û têgihîştinî ya keç û jinan de dixebite, destnîşan kir ku: “Cudahiya zayendî di bazara kar de ne tenê bi mûçeyan ve sînordar e, derfetên kar û gihîştina meqamên serokatiyê jî vedihewîne.”

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Fermana Wezareta Kar a li ser wekheviya li cihê kar û qedexekirina cudakariyê ku di 17’ê Gulanê de hat weşandin, girêdanek nû di hewldanên qanûnî yên ji bo xurtkirina mafên jinan a di bazara kar a Misrê de temsîl dike. Ev biryar di çarçoveyekê de tê ku dixwaze valahiyên rêziknameyî û qanûnî yên curbecur ên derbarê têkiliyên kar û mafên karmendan de di bin Qanûna Kar a nû ya 2025’an de çareser bike.

Her çend prensîba mûçeyên wekhev di navbera jin û mêran de di gelek metnên qanûnî yên berê de hatibe bicîhkirin jî, newekheviya fiîlî bi mûçeya bingehîn ve sînordar nebûye. Ev newekhevî di prîman, dravdanên zêde, terfî û gelek feydeyên din ên ku karmend di nav rêxistinan de distînin de jî diyar bûye.

‘Ew dê cudahiya zayendî di bazara de kêm bike’

Nur Celal, rahênerek e ku di warê bihêzkirina aborî û têgihîştinî ya keç û jinan de dixebite. Li gorî Nur Celal, biryara nû dikare bi girîngî cudahiya zayendî di bazara kar de kêm bike. Ew bawer dike ku bi taybetî jî, ger ew wekheviya di mûçeyên giştî û avantajên darayî yên têkildar û derfetên pîşeyî de garantî bike. Nur Celal dibêje ku ev dê bibe alîkar ku jin li cîhê kar xwe dadperwertir û bi qîmettir hîs bikin.

Li gorî pisporan, serkeftina biryarê ne tenê bi hebûna metnên qanûnî ve girêdayî ye. Dibêjin ku di heman demê de bi pergaleke çavdêriyê ya bi bandor û mekanîzmayên şopandinê yên zelal ve jî girêdayî ye da ku pêkanîna rastîn di bazarên giştî û taybet de mîsoger bike. Wekî din, hewldanên civakî yên berfirehtir ji bo guhertina stereotîpên civakî yên ku hîn jî bandorê li derfet û pozîsyonên pîşeyî yên jinan dikin, girîng in.

Newekheviyek domdar

Nur Celal tekez kir ku girîngiya vê biryarê ne tenê di wekheviya mûçeya bingehîn de ye û wiha domand: “Ew, di heman demê de di çareserkirina newekheviyên di mûçeyên zêde, teşwîq, prîman û derfetên pêşveçûnê yên di nav tezmînata giştî de ye jî. Jin pir caran mûçeyên bingehîn ên mîna mêran distînin, lê cûdahiya rastîn di feydeyên din ên darayî û pîşeyî de ye. Ev yek newekheviyek domdar di dahat û pêşketina kariyerê de diafirîne. Bidestxistina wekheviyê di tezmînata giştî de gavek girîng e. Di naskirina rola aborî û hilberîner a jinan de û hesta dadperweriyê li cîhê kar xurt dike.”

Cudahiya zayendî di bazara kar de bi mûçeyan ve sînordar nîne

Her çend biryar bi xêr hatî be jî, Nur Celal dibêje ku cudahiya zayendî di bazara kar de ne tenê bi mûçeyan ve sînordar e, derfetên kar û gihîştina meqamên serokatiyê jî vedihewîne. Ew destnîşan dike ku gelek rêxistin hîn jî di hin rol û meqaman de mêran didin pêşiyê, di heman demê de jin di bidestxistina pêşvebirin û feydeyên wekhev de bi zehmetiyên mezintir re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, ew tekez dike ku serkeftina biryarê ne tenê bi ragihandina wê ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi afirandina mekanîzmayên bicîhanîna rastîn ve jî girêdayî ye.

Rêzîknameyên nû yên qanûnî

Nur Celal da zanîn ku divê her rêziknameyeke nû ya qanûnî ji hêla pergaleke venêranê ya bi bandor ve bê destekkirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî jî di şirketên sektora taybet de ku di xebatên xwe yên navxweyî de xwedî asteke diyarkirî ya serxwebûnê ne.” Nur Celal pêşniyar dike ku şirket li gorî mezinahiya wan û qada çalakiya wan bên dabeşkirin û pergalên tomargirtinê bên afirandin ku saziyên têkildar dikarin bi rêkûpêk binirxînin. Ew her wiha girîngiya afirandina kanalên gilîkirinê yên bi ewle û nepenî tekez dike ku jinên karker dikarin binpêkirinan bêyî tirsa ji kar derxistin an tolhildanê rapor bikin.

Astengiya herî mezin a li pêşiya wekheviyê

Nur Celal destnîşan kir ku pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin ne tenê bi qanûnan ve girêdayî ne, di heman demê de bi çandeke civakî ve jî girêdayî ne ku di gelek warên pîşeyî de mêran dide pêşiyê. Nur Celal ragihand ku hinek kardêr hîn jî jinan kêmtir jêhatî an jî kêmtir hêjayî hin derfetan dibînin û ev yek di biryarên karmendgirtin û terfîkirinê de jî diyar dibe. Nur Celal tekez kir ku bernameyên hişyariyê yên ku hem mêr û hem jî jinan hedef digrin ji bo derbaskirina van pirsgirêkan pêwîst in û tevlîbûna wan di pêvajoyê de krîtîk e, nemaze ji ber ku mêr bi piranî di pozîsyonên biryardayînê de tên dîtin.

Bandora pêkanîna biryarê

Li gorî Nur Celal, pêkanîna bi bandor a biryarê dê bi zêdekirina ewlehiya kar û hesta dadperweriyê ya jinan rasterast û erênî bandorê li hilberîn û performansê bike. Ew dikare pabendbûna jinên karker bi rêxistinên xwe re zêde bike û bêtir jinan teşwîq bike ku beşdarî bazara kar bibin. Ew dibêje ku bidestxistina wekheviya zayendî dê ne tenê ji bo jinan, di heman demê de ji bo performansa rêxistinan û aboriya giştî jî feydeyên girîng peyda bike.

Her çiqas biryara Wezîrê Kar derfetên girîng pêşkêş bike jî, bandora wê ya rastîn dê bi asta pêkanînê ve girêdayî be. Qanûn gaveke bingehîn a ber bi edaleta zayendî ve ne. Lê belê bêyî çavdêriya bi bandor, îradeya sazûmanî û çandeke civakî ya piştgir, ev nivîs nikarin ji bo bi milyonan jinên karker bibin rastiyek berbiçav.