"Ev darizandinane êrîşek li dijî têkoşîna jinan e"

Parêzer Asya Cemre Işik diyar kir ku di doza Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Tirenç Ulaş jê tê darizandin tu delîlên berbiçav tune ye û da zanîn ku ev darizandin êrîşek li dijî têkoşîna jinan e.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Tirenç Ulaş ji ber girtinameya di serdegirtina polîsan a li ser Komeleya Jinê ya Rosa de hatibû desteserkirin lêpirsîn hat vekirin û bi îdiaya "endama rêxistinê ye” ceza tê xwestin. Di îdianameyê de xebatên Komeleya Jinan a Rosa ya li ser tundiya li dijî jinê sûc hat dîtin û îfadeyên şahidên veşartî yên der barê komeleyê de jî cih girtin. Heyeta dadgehê di danişîna dawî de xwest ku Elîf Tirenç Ulaş bi hinceta ku “Di sîstema KCK'ê de jî hat diyarkirin ku di çarçoveya xebatên Komeleya Jinê ya Rosa de ku endama wê bû, di nava pêkhateyên qada civakî de çalakiyên rêxistinî pêk anîne û bi vî rengî bersûc îradeya xwe teslîmî rêxistinê kiriyê” bê ceza kirin.

Di dosyayê de delîlek şînber nîne!

Yek ji parêzerên dozê Asya Cemre Işik ku li ser mijarê axivî, diyar kir ku lêpirsîna hat vekirin û cezayê ku piştî wê tê xwestin êrîşek li dijî têkoşîna jinê ye. Asya Cemre Işik dest nîşan kir ku dosya bi êrîşa polîsan a li ser Komeleya Jinan a Rosa dest pê kir û diyar kir ku piştî girtina girtinameyên di lêgerînê de lêpirsinek hat destpêkirin. Asya Cemre Işik anî ziman ku di îdianameya ku piştî lêpirsînê hat amadekirin de xebatên ku ji aliyê Komeleya Jinan a Rosa ve di qada sivîl de tên meşandin jî cih digirin, diyar kir ku ev xebatên ku yek ji wan ne sûcê jî wek sûc hatine nîşandan.

Xebatên komeleyê sûc hat hesibandin

Asya Cemre Işik diyar kir ku gelek jinên weke Elîf Tirenç Ulaş ên di Komeleya Jinan a Rosa de cih digrin, 2 sal in li ser van girtinameyan tên darizandin û diyar kir ku hemû doz jî derbarê xebatên komeleyê de ye. Asya Cemre Işik diyar kir ku her çendî xebatên muwekîla wan Elîf Tirenç Ulaş a ji ber xebatên wê yên li ser jinan tê darizandin li Komeleya Jinê ya Rosa dest pê nekir jî, xebatên komeleyê bi giranî di dosyayê de cih girtin û pêvajoya darizandinê bivê hevoka xwe kurtê kir: “Em li kudere bigrin, dosyayek ku dê di destê we de bimîne ye”.

“Peymanên navneteweyî tên binpêkirin”

Asya Cemre Işik anî ziman di dosyaya ku ji bilî xebatên jinan de îfadeyên şahidên veşartî jî hene ku jinên bi heman îfadeyên şahidan hatin darizandin, hatine beraat kirin, da zanîn ku di dosyayê de ji bo darizandina Elîf Tirenç Ulaş tu delîlên ku endama rêxistinê ye tune ye û ji ber vê yekê divê ew jî bê beraatkirin. Asya Cemre Işik di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xebatên Komeleya Jinê ya Rosa yê ku yek ji komeleyên sereke yên li herêmê li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe û hîna jî bi awayekî aktîf dixebitin rewa ne û wiha got:

“Piraniya jinên di vê komeleyê de dixebitin hewil didin erkên ku ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê dikevin li ser milê wan bi cih bînin. Çawa ku di vî warî de hûkmên dewletê hene ku pêşî li tundiyê bigire hene, em jî di warê pêşîgirtina li tundiyê de xebatên civaka sivîl dimeşinin. Dîsa em dizanin ku peymanên Stenbolê û navneteweyî di warê erkê piştgirîkirina kesên ku di qada civaka sivîl de dixebitin li ser dewletan hûkman ferz dikin. Lê tevî wê jî li Tirkiyeyê rewş berevajî ye. Dema ku em li qadan dixebitin, em bi helwestek berevajî re rû bi rû dimînin. Helwesta ku Elîf û Komeleya Jinê ya Rosa rû bi rû maye helwestek hinekî bi vê re paralel e.”

“Têkoşîna jinan tê darizandin!”

Asya Cemre Işik da zanîn ku di darizandina hatiye kirin de rasterast mafê rêxistinbûnê hatiye binpêkirin û got, di darizandinê de ji bo sûcdariyan tu delîlên ku werin nîşandan tune ye. Asya Cemre Işik wiha axivî: “Em çavderî dikin ku ev hemû darizandin êrîşek li dijî têkoşîna jinê ye. Bi rastî ev xebatên ku komelê dike xebatên ku di xala 33’an qanûna bingehin de jî ketiye bin parastine. Di wê xalê de her kes dikare bikeve komeleyê û li gor îradeya xwe xebatan bimeşîne. Lê di vî warî de dîsa biryarên binpêkirina pir giran ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn hene. Di rastiyê de darizandina Rosa û bi taybetî jî ya Elîfê rasterast binpêkirina statuya wan a rêxistinî ye. Elîf kesayetek e ku di qada hiqûqî de xebatên civaka sivîl pêk tîne û mijara darizandinê bi tevahî ev xebat in."

Danişîna din a doza ku dadgehê jê re ceza xwest, dê di 14'ê Hezîranê de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.