"Em ê guhertinê ji xwe bidin destpêkirin"

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku zêdebûna gotinên nefretê yên li Tirkiyeyê nirxand, bi gotina “heta em neguherin dewlet naguhere” diyar kir ku ew ê guhertinê ji xwe bidin destpêkirin.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Hikûmeta AKP'ê ji sala 2015'an û vir ve kampanyayek nefretê ya her diçe dijwar dibe dimeşîne. Pêvajoya ku bi qedexekirina Meşên Rûmetê dest pê kir, bi hincetên wekî astengkirina çalakiyên nîşandana fîlman, li Îzmîr û Stenbolê zêdebûna êrîşên li dijî transan, tundiya dewleta hov a li hemberî protestoyên xwendekarên zanîngehê, sansûra çapemeniyê û heta derketina ji Peymana Stenbolê berdewam kir.

Li dijî zext û binpêkirinan Komîsyona LGBTI+ ya Komeleya Mafên Mirovan hat avakirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ew ê bi komîsyonê re "guhertinê ji xwe bidin destpêkirin."

"Rêxistinên têkel bi nêrîna serdestiya mêr şekil girtine”

Eren Keskîn dibêje ku “Komeleya Mafên Mirovan jî rêxistineke têkel e. Lê mixabin di nava rêxistinên têkel de nêrîna serdest a mêr, mîlîtarîst û feodal ku li ser me tê ferzkirin, teşe girtiye û wiha got: “Tevî ku em weke ÎHD’ê saziyeke xwedî dîrokeke ewqas kevn in, hê nû avakirina komîsyona LGBTI+ yan bi rastî pir bi êş e.”

Eren Keskîn bi bîr xist ku tevî vê yekê jî ew weke ÎHD û bi taybetî jî Şaxa Stenbolê her dem di nava piştevaniyê de ne û wiha axivî: “Em bi taybetî ji pêvajoya Hortum Silêman ve her tim li gel jinên trans bûn. Me parêzvaniya wan kir lê komîsyoneke wiha qet nehat avakirin. Me her dem tunebûna wê hîs kir. Lê di dawiyê de em çend heval hatin cem hev û me ev biryar girt.”

“Heta em neguherin dewlet naguhere”

Eren Keskîn bi gotinên "tenê avakirin ne bes e" bal kişand û wiha berdewam kir: “Em jî endamên ÎHD’ê jî dema mijar dibe homofobî û transfobî hinek pirsgirêkan dijîn. Em vê yekê dizanin û dibînin. Ya rast ev komîsyon ji bo em xwe perwerde bikin hatiye avakirin. Li gorî min beşa wê ya herî girîng ew e. Ji ber ku heta em neguherin dewlet naguhere. Yanî em pir dişibin serweriya xwe. Ez behsa hemû sazî û muxalefetan jî dikim. Divê em xwe biguherînin. Ji ber vê yekê ji bo em van polîtîkayên fermî yên serdest ên mêr, mîlîtarîst, feodal, homofobîk û transfobîk bi ser bixin divê em pêşî ji xwe dest pê bikin.”

Eren Keskîn anî ziman ku weke komîsyon ew ê piştgiriyê bidin LGBTI+yên mafê wan hatine binpêkirin û dozên wan bişopînin û destnîşan kir ku ew ê li kelaka ve perwerdeyeke navxweyî jî organîze bikin.

“Yên dewletê bi rê ve dibin bi awayekî vekirî êrîş dikin”

Eren Keskîn got: “Em ne tenê li dijî têkiliya pelçiqandinê ya di navbera jin û mêr de yan jî homofobî û transfobîyê derdikevin. Di heman demê de em li dijî nijadperestî, mîlîtarîzm û faşîzmê jî derdikevin. Ji ber vê yekê jî em ê lêpirsînkirina zimanê nefretê ku di van polîtîkayên dewletê de bi pêş ketiye û zêde bûye û bi taybetî li dijî jin û LGBTI+yan tê kirin, jî têkoşîna siyasî bidomînin.

Eren Keskîn bi bîr xist ku bi taybetî piştî tifaqa AKP û MHP’ê êrîşên li dijî LGBTI+yan zêde bûne û wiha axivî: “Ev yek ji aliyê kesên ku dewletê bi rê ve dibin ve bi awayekî vekirî hat pêkanîn. Ji aliyê Serokatiya Karûbarên Diyanetê ve bi awayekî vekirî hat kirin û berdewam dike. Pêwîst e hinek kes li dijî vê meyla xeternak dengê xwe derbixin. Jixwe rêxistinên xweser ên LGBTI+yan hene lê Komeleya Mafên Mirovan jî dê bi riya komîsyona me her dem bi wan re di nava hevkariyê de be.”