Dr Widad Akreyî: Guherîna çarenûsê di destê mirov deye

Xwediya Xelata Navnetewî ya Aştiyê Dr. Widad Akreyî a zarokatiyek di nava pencên qirkirinên nijadî yên Enfalê de derbaskirî dibêje: “Têkoşîna min li hemberî mêtîngeriyê ji pola sêyan a dibistana seretayî despêkir û hîna jî didome…”

 
Navenda nûçeyan -  Dr. Widad Akreyî di sala 1969’an de li bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê hatiye dinê. Pêvajoya dibistan dixwend rastî gelek bêmafiyên rejîma Baas hatiye. Di pola sêyan a dibistanê de Baasiyek dikeve hindirê polê û ji zarokan dixwaze hemû nijada xwe înkar bikin û xwe weke baasî ji wê û şûn de bidin nasîn. Dema dora gotinê tê Widad li hemberî wî mêrê baasî derdikeve û napejirîne. Li gel hemû tundiya fîzîkî û tehdîdan jî Widad gotinên wî napejirîne û bi ya xwe dike. Heya xwendina Zanîngehê şahidî ji gelek bûyeran re kiriye, li hemberî hemû zoriyên jiyanê û qirkirinên nijadî yên Enfalê hêza xwe dide xwendina pirtûkan û dibe kesayetek serkeftî. Ji bo tiştên bi çavên xwe dîtî û lêhurbûn li ser kirî veguherîne zanebûnê û têxe xizmeta welatê xwe de derdikeve Ewrupa yê. Li wê jî hember zoriyên jiyan û zimanê biyanî bi keda xwe serkeftî dibe. Ser pêvajoya dibistana xwe û şahidiya Enfalên Başûrê Kurdistanê, bi navê Kurdland pirtûkek a serpêhatiyên zarokatiya xwe nivîsiye.
Dr Widad Akreyî di sala 2017’an de ji ber serkeftinên xwe yên di qadên cuda de hêjayî Xelata Aştiyê ya Navnetewî tê dîtin. Di merasîma xelat girtinê de Widad xelata xwe diyarî Şengal û Kobanê kiribû. Ev helwesta wê ya li gorî giyana demê di raya giştî de rastî eleqeyek mezin hat û bû mijara gelek nûçe û bernameyên tv yan. 
Dr Widad Akreyî di derbarê mijarên girtî nava pirtûka xwe û ji wê demê heya niha rewşa Kurdistanê de bersiv da pirsên Ajansa me.
Kurdistan welateke ku timî ser erdnîgariya wê şer çêbûye. Hûn jî li bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê dayik bûne. Dema ku rejîma Baas li başûrê Kurdistanê serwer, di bin deshilatiya Baas’ê de gelek zehmetiyên Kurdan hebû. We zarokatiyek çawa derbaskir?
Berî her tiştî, ez dixwazim we spas bikim ji bo vê derfetê û ji bo xwendevanên we silavên xwe rê dikim. 
Weke zaroktiya piraniya Kurdan, zaroktiya min jî hat parçe kirin û hilweşandin. Şer û êrişên ser Kurdan, gelek caran bi dirêjahiya heyv û salan dom kiriye. Ew bîranîn hê di mejiyê min de dijîn û bêhtir berbiçav dibin di gel her rojekê ku derbas dibe. Tenê hin demên min ên xweş hebûn, ku dema em di nava baxçeyê Kurdlandê de diliyistin.
Têkoşîna min ya mafê mirovan jî dema ku endamên rêxistina ciwanan a rejîma Baas’ê hatibûn mekteba me destpêkir. Wan Baas’iyan di derbarê Sedam Huseyn de pirs dikirin. Ew ciwanên hatin dibistana me jî piranî zarok û xizmên Ereban bûn. Yên ku hatibûn bajarê Akrê û niştecih kirin da ku programê partiyê bi rêve bibin. Vê yekê karîgeriyek mezin li ser xebata min çêkir. Min xwendekarên di destê wan de dibûn qurbanî diparastin û bergirî li mafên wan dikir.
We di serpêhetiya xwe de behsa zexta Baas’ê kiriye, ne ku em êşa we dîsa bînin bira we, lê divê hafizayeke civakê ava bibe. We beramberî rejîmek ew qas tund çawa jiya. Em dixwazin vê bi xwendekarên xwe re par bikin.
Ji bo zordariya rejîma Baas nîşan bidim, ez ê serhatiyeke xwe bi we re par bikim.
Dema ez li polê 3 bûm, Baasiyek hate hundir û got: ‘Divê hemû xwendekar bibin endamên rêxistina Baas’ê.’ Zarokên biçûk yek bi yek bûn endam. Gava bû dora min, ez rabûm û min ragihand ku ez naxwazim tevlî rêxistina Baas’ê bibim. Heya niha ew bêdengiya di polê de belav bûyî tê bîra min. Her kes li min nêrî û şaşwaz man. 
Wî mêrî dîsa hewl da, lê heman peyam min jêre dûbar got. Ew mêr pir mezin û bedena wî pir pehinbû, ez jî li ber gelek biçûk bûm. Bedena min li ber a wî pir biçûk xuya dikir, serê min digihişt ber çokên wî, lê helwesta min dersek baş dayê. Kêmbûna xwarinê û enfeksiyon jiyana min xistibû metirsiyê. Di pêvajoya salên 1974’an a şerê Îraqê li dijî Kurdan de jiyan pir zehmet bû, ji ber wê bedena me zarokan gelek bêhêz û biçûk xuya dikir. Li gel wê bejna min a biçûk jî wî mêrê Baas’î şîdeta fîzîkî li hemberî min karanî ji bo ku ez nerîna xwe biguherim. Li gel hemû gefên mêrê bi qadî dêwan û şidatê jî min bi ya wî nekir û nêrîna xwe neguhert.
We di biyografya xwe de gotiye: “girêdana mafê mirovan û aramiyê vebijêrkek ferdî ye, lê têkoşina mafê mirovan tenê ferdek nikare rêvebibe.” We jî wisa nekiriye karê civakê meşandiye. Di navbera mafê mirovan û civakbûyênê de peywendiyek çawa heye, hûn çawa dinirxînin?
Bi nêrîna min, îdealiya dadweriyê, nirxa mafê mirovan û hizra azadiyê tev bi hev ve girêdayî ne. Ne tenê azadiya axaftinê, di heman demê de azadiya hest, hizir û ramanê jî giring e. Azadî tenê bêjê û bi xwe bejdar nebê nabe, ev karê rejîma zordest û sîstema faşiste. Bi navê azadiyê karên dibin sedema xirabiyan didin kirin. Ji ber wê jî bi dîtina min, azadî tiştek herî girînge mirov bikare dabin bike. Her çendî azadî rewşek xwezayî ye, lê hinek caran jî weke ku girêdayî qaderê ye digirin dest. Hin li herêmên ku mafên xwezayî lê birûmete tên dinê. Em Kurd roj bi roj dibînîn ku mafê me li ber çavan nayê girtin. Mafê me yê xwezayî ji destê me hatine girtin. Windakirina mafan û azadiyê, wenda kirina berpirsiyariyê ye. Divê em bizanibin girîngiya mafê beşdarkirin di berpirsiyariya hevpariya jiyanê de çi ye.
We li zankoye Selahaddin xwendiye. Dema ku we zanîngeh dixwend zextên rejîma Baas geleke tund bûn. Li gel wê jî di gelek mijaran de we xwe pêş xistiye, hûn dikarin hinek behsa wan rojan bikin? 
Di asta kesane de, nebûna azadiyê li derdorên min xuya kir ji bo wê min giringiya bihayê azadiya hizrandinê dît. Ji bo ku bikaribim bijîm, min dest bi pirtûk xwendinê kir. Bi awayekê, min cîhana xwe ya taybet ava kir. Ez li benda kesekî nebûm ku ji bo min nasnameyekê dest nîşan bike. Bi hişmendiyek vekirî, min xwendin berdewam kir, ji ber ez li pey ramanên cûda digeriyam.
Bi malbatî Enfala 1987’an bandorek çawa ser we kir û taybet jî weke jin we ew pêvajo çawa peşwazî kir?
Sala 1987’an dema rejîma Îraqê operasiyonên Enfalê destpê kirin, niştecihên Kurd yên ku hatine qelem dan wekî "dijber" hatin binçav kirin û veguhestin. Herêm bi çekên kîmyawî ji aliyê Artêşa Îraqê ve di hat bombebaran kirin. Ez li gel dayik û bavên xwe em jî li ser wê lîstê bûn, me kêliyên zor jiya heya ku karîn ji mirin, darizandin û winda kirinê xilas bibin.
Her wiha di biyografiya xwe de we gotina: ‘guhertina çarenûse, jiyana heta hetayê guhertin e’ bi kar anîna ev gotin gelek bi heybete. Taybet ji bo jinên Kurd hevokek gelek watedare. Hûn dikarin bibêjin min ev bi giştî serxistiye nexwe hê maye û rêwîtî berdewam dike?
Belê, dikarim bêjim min bi serxistiye. Birastî jî guhertina çarenûsê di destê mirovan de ye. Mirov çawan bixwaze wiha dijî. Dema ku min jî weke zarokên pola xwe serê xwe li ber mêrê beden mezin danîba û weke baasiyekê êdî jiyabama dê çarenûsa min bêgûman cudaba. Li gel wî temenê xwe yê zarok jî min zanî ew sepandineke û divê li hember derkevim. Bêgûman ev tenê nimûneyeke gelek pêvajoyên wiha zor min derbaskirin. Lê ya girîng min li ber tu zilmkaran serî nedanî û weke gotina wan nejiyam. Ji ber wê min hemû astengiyên li pêşiya xwe derbaskirine û biserketime.
Enfal jî di navê de hûn bi gelek êrîşên qirkirinê re rû bi rû man, di nava wan êrîşan de jî we belge didan hev, ev karek têra xwe zor û gelek jî giring e. We çawa belge kom kir?
Di rewşa tunekirinê de, pir girînge ku belge li ser jenosayda etnîkî hebin. Her wisa bandorên lezgîn yên çekên kîmyawî ser qurbaniyan û jîngehê jî hene. Me çalakiyên xwe yên veşartî xurtir kirin. Di êrişên bi gaza xerdel û nervan de hejmarek mezin ya sivîlan jin û zarok jî di nav de bûn qurban. Me çarçoveya jenosaydê diyar kir û belge li ser qonaxan kom kirin. 
Piştî van hemû zoriyan jî hûn çûn Ewropa, zoriyên di warê ziman, çand û jiyana wê ya cuda de we çawan bandor kir?
Adapte bûyîn ne zehmet bû, demek pir kurt ez fêrî ziman bûm. Min gelek ezmûn qedandin û ez çûm zanîngehê. Min xwe di aliyê akademî, siyasî, aborî û civakî de ji nû ve avakir. Lê min bêriya dê, bav, dost û hevalên xwe dikir. Herî zêde jî min bêriya bêhina axa Kurdlandê dikir. Jiyana min, xeun û xeyalên min timî li Kurdistana dayik û bavên min, heval û dostên min lê dijiyan bû. Ez bi ax û dîroka welatê xwe ve girêdayî bûm.
Salên 1990’î amûrên peywendiyê sînordar bûn, mubaîl nebûn. Hizra bikaranîna teknolojiyê ji bo peyweniyên civakî nehatîbû pêşxistin. Bi telefonê li gel Başûr peyîwendî danîn pir zehmet bû. Weke encam pir zehmetbû ku li gel malbat û hevalên xwe yên welat peyîwendî danîn. 
We di derbarê pêşketin û guhertinên jiyanê de perwerdeyên cur be cur dîtine. Piranî kesayetên derdikevin pêş di beşekê de pispor dibin, we di gelek qadan de statoya pisporiyê bidest xistiye Weke jin ev banoriyek çawa li jiyana we kiriye?
Min gelek mijarên xwendinê hilbijartine, lê armanca min her tim çawa dikarim xizmeta mirovahiyê bikim bûye. Weke jinek Kurd ev ji bo min pir girînge. Endezyariya avakirinê beşek ji şoreşa min a kesanî bû di temenê 16 saliyê de. Min Endezyarî hilbijart ji ber min xwest nîşan bidim ku jin wê bikaribin biçin karsaziyên nêrî-serdes û karkeriyek baş bikin.
Di destpêka salên 1990'î de, min biryar da ku genetîk û tendûrûstiyê bixwînim. Ji ber qurbaniyên Enfalê hê di hizra min de bûn, xemgîniya wan, neheqiya li wan hatiye kirin li ber çavê min bû. Min xwest mutasyon û guhertinên kîmyawî di bedenên wan da fêm bikim. Lewma min fakulteya xwe ya akademîk guherand ji pisporiya endezyariyê ji bo zanistên bijîşkî serlêdan kir.
Her wiha min yasayên mafên mirovan û qanûnên mirovatiyê xwend, ji bo bikaribim mafê kes û komên ku tuşî tundûtujiyî û zordariyê dibin biparêz im.
We pirtûkek di derbarê jiyana xwe de nivisiye. Ji bo jinên Kurd ev gelek giring e. Bi peyvekê ger hûn vê pirtûka xwe bidin nasîn hûnê çi bêjin?
Eger bi peyvekê ez pirtûka xwe bidim naskirin, ez ê bêjim "Kurdland" ji ber pirtûk ne tenê ser jiyana min e, ew ser zordarî û êşa tevahî Kurdane di tevahiya dîrokê de. Min girîng rola jinên Kurd û têkoşîna wan a ji bo dest xistina dadweriya civakî û wekheviyê. Heke bi du peyvan pirtûkê pêşkêş bikim, ez ê bibêjim “Keça Kurdlandê” ji ber ku ev nasnameya min e…
We xelata “The 2017 Pacem in Terris Peace and Freedom Award” a girtî  diyarî Şengal û Kobanê kir. Ev helwesta we gelek deng veda. Niha jî ji bo jinên Şengal û Kobanê hewldanên we hene gelo?
Belê, ji sala 2014’an heya niha hewldanên me ew in ku sivîl û qurbanî neyên ji bîr kirin û bi awayekî qanûnî bên parastin. Min xelata xwe ya Aşîtî ya Navnetewî ji bo gelê me ya li Şengal û Kobanê diyarî kir. Me belgeyên bikaranîna şîdeta cinsî wekî çekên şer belav kirin. Rêxistina me yekemîn NGO bû, stratejiyek berfireh destîşan kir û kampaniya gerdûnî belav kir. Me jî tê de ji bo rêberên cîhanê bang kir ku bi lezginî têkoşînê bikin, ji bo dawî anîna tengahî û jenosaydê.
Ji destpêkê ve, me atmosferek baş çêkir. Me pêngavên ji bo tedbîrên berbiçav bêne girtin diyar kirin. Me gengeşe li ser parastina jin û zarokan kir, li dijî zextên şer û bandorên fîzîkî, cinsî û derûnî li hemberî trarmayên nefretkirinê. Me gavên pêdivî ji bû rêgirtina li êrişan di pêşerojê de bi nav kirin. Ev bû vegera damezrandina saziyên nû yên êzîdiyan.