“Doza Meryem El-Rikabî doza hemû jina ne”

Çalakger û parêzvanên mafê jinan ên Îraqê dan zanîn ku tevgerên femînîst doza Meryem El-Rikabî dişopînin û dê bêdeng nemînin ger qanûn cezayê sûcdar sivik bike.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda - Doza Meryem El-Rikabî ku bûye yek ji mijarên sereke ya ji aliy raya giştî vet ê şopandin û parêzvanên mafê jinan ji bo darezandina tewanbar daxwaza cezayê herî giran dikin. Jineke ciwan a 20 salî Meryem El-Rikabî ya Îraqî bi dê û bavê xwe re derket ser televizyonê û behsa tawaneke şewata bi asîda sulfurîk dike, ku ew bi destê tawanbarekî ku çend caran xwest bi keçikê re bizewice û wê jî ew red kir hatiye pêkanîn kirin. Ev bûyera hovane li ser torên civakî rastî nerazîbûnê hat û piştî çend rojan li ser tora civakî ya Twitterê de haştaga "Jiyana dotmîr Meryem rizgar bikin" hat belavkirin. Ev mijar bû mijara raya giştî bandor kir ku daxwaza cezayê herî giran ji bo sûcdar kirin. Di gel kampanya alîkariya darayî ji bo pêkanîna emeliyatên plastîk ên neştergerî û vegerandina şeklê Meryem wek berê daxwaza piştevaniyê jî hat kirin.
Meryem El-Rikabî ya 20 salî ku bi xwe ji Îraqê ye berî 6 mehan ji aliyê mêrekê ve rastî êrîşeke hovane bi asîda sulfurîkê hat. Ji ber teklîfa zewacê nepejirand dema li mala xwe razayî bû rasît êrîşê hat. Di encama wê êrîşê de di rûyê wê de deformasyonek mezin çêbû. Jêderekî taybet ê ewlekariyê ji ajansa me re tekez kir ku dosya ya Meryem rastî eleqeyeke mezin a ewlehiyê hatiye û lêkolîn berdewam in ku belge jî tên komkirin ji bo eşkerekirina sûcdar. Çavkaniyê her wiha got: "Kamerayan nasnameya sûcdar eşkere nekir, ji ber ku ew bi maske bû lê hûrgiliyên li ser tevger û gavên sûcdar hene ku dişibin tohmetbarên ku Meryem û malbata wê li dijî wî gilî kirine. Ji ber ku di lingekî tewanbar de kurtî heye û rêçûna wî ne rast e."
Di heman demê de çavkaniyê eşkere kir ku tometbar li xwe mikur hatiye ku bi kuştinê gef li Meryem xwariye, lê bi cîbicîkirina wê tawanê qebûl nekiriye.
“Pêdiviya Meryem bi piştevaniyê heye”
Cemiyeta Rojnamevanên Jin ên Iraqê bi daxuyaniyekê hemû cureyên tundiya li ser jinan li Iraqê şermezar kir. Cîgira Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Iraqî Îsera Tariq ji ajansa me re tekez kir ku divê êrîşa li ser Meryem hatî kirin ronî bibe û got: "Meryem ji bo bihêzkirina biryardariya di jiyanê de pêwîstiya xwe bi piştevaniya derûnî û manewî heye û her wiha alîkariya madî ji bo serastkirinê taybetmendiyên wê yên bi emeliyatên neştergeriyê hewce dike." Îsra Tariq tekez kir ku pêwîst e cezayê herî giran li ser tawanbar were sepandin da ku bibe îbret ji her kesê tundûtûjî dike û tawanbaran re. Îsra Tariq da zanîn ku amadekarî ya pêngaveke ji bo piştevaniya Meryem tê kirin ku daxwaza eşkerekirina rewşên tawanê û cezakirina sûcdar e.
“Jin rastî her cure şidetê tên”
Aktîvîst Yasemîn Muhammad Saeed jî got ku her cure tundî li ser jinan tê kirin û wiha dom kir: "Di çarçoveya zagoneke lawaz de, şîdeta devkî, zayendî, fîzîkî û derûnî li ser jinan bê astengî tê kirin." Yasemîn Muhammad Saeed da zanîn ku divê mafê jinê hebe bi daxwaza xwe bizewice, ne her ku ji teklîfa mêrekê ya zewacê re bersiva na bide rastî tehdîd û şidetê bê. Yasemîn bal kişand ser wê yekê ku tevgerên jinan li Iraqê doza Meryem dişopînin û dê bêdeng nemînin eger qanûn li ser hesabê qurbaniyan tawanbar bê ceza bimîne.
“Meryem xwendekarek jîr û heskiriye”
Yek ji encamên piştgiriya civakê jî organîzekirina resepsiyona Meryem El-Rikabî ya li peymangeha hunerên bedew a ku tê de dixwîne ye. Berpirsê beşa hunerên muzîk ê li Enstîtuyê Tahrîr Casim El-Etabî ji ajansa me re li ser atmosfera pêşwaziyê û sedemên wê, axivî û got: "Meryem xwedan behremendî û çandek cuda ye. Ez di komîteya testa pejirandinê de bûm, Meryem El-Rikabî xwendekarek jîr û dengê wê jî gelek xweş bû. Bûyera hovane ya Meryem bandorek li ser me kir. Weke mamosteyê Meryem ez bi vê bûyerê gelek xemgînbûm. Ew xwendevanek hêja ya di nava heval û mamostayên xwe de heskirîbû. Meryem erêkirina pêwendiyê ji bo qedandina xwendina xwe di dema niha de bi beşdarbûna îmtîhanên sê mehane ji bo pesindana rewşa xwe stend. Me hewl da ku Meryem evîna me û hevrêyên me yên jin ji xwe re bibîne, ku çend caran zêde bû û kêm nebû û jê re bibêjin ku em te di her demê de bedew û bihêz dibînin."
Hêjayî gotinê ye ku doza Meryem El-Rikabî gihişt çapemeniya navneteweyî û îhtîmal e ku şansê Meryem ji bo wergirtina alîkariyên bizîşkî ji bo temamkirina qonaxên dermankirinê zêdetir bibe.