‘Divê mafên jinan di destûr û zagonan de bên parastin’
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê diyar kir ku divê di avakirina Sûriyeyê de yek ji şertê bingehîn mafên jinan be û da zanîn ku divê mafên wan di destûr û zagonan de bikevin bin temînatê.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû de, pêwîstî bi temînata mafên jinan di destûr û zagonan de her diçe derdikeve pêş. Rêvebera Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîm Idrîs û endama Komîteya Hiqûqî ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Rojîn Ebdilbaqî diyar kirin ku bê beşdariya jinan di hemû qadên jiyanê de, avakirina civakeke azad û dadwer ne gengaz e.
‘Nabe ku jin neyên dîtin’
Rêvebera Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Rîm Idrîs diyar kir ku Meclîsa Jinan a Sûriyeyê her dem ji bo asta jinan bilind bike û wan bigihîjîne ewlehî û aramiyê dxebite, got ku ev yek bi riya hişyarkirin û perwerdeya jinan, hem di warê ramanî de hem jî di warê pîşeyî de, tê pêşxistin.
Rîm Idrîs wiha got: “Armanc ew e ku jin destpêkê ji bo xwe û malbata xwe, paşê ji bo civakeke azad û pêşketî beşdarî xebatan bibin. Divê jin mafên xwe yên rewa û zagonî bi temamî bistînin û ev maf di destûrê de bikevin bin temînatê.”
Rîm Idrîs bal kişand ser pêwîstiya beşdariya jinan di hemû qadên siyasî, aborî, îdarî û çandî de û got ku jin beşek bingehîn a civakê ne nabe werin paşguhkirin û wiha berdewam kir: “Avakirina Sûriyeya nû bê beşdariya jinan nabe.”
Rîm Idrîs destnîşan kir ku di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû de pêwîst e bend û madeyên zagonî yên ku mafên jinan diparêzin û beşdariya wan di hemû qadên jiyanê de digrin bin temînatê hebin û wiha anî ziman: “Jin ji bo civakê tenê endameke alîkar nîn in, beşek bingehîn a avakirina civakê ne. Jin bi salan bi gelek hincetan hatin paşguhkirin lê êdî divê ev hincet biqedin û jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe bigrin.”
Rîm Idrîs al kişand ser pêwîstiya hesabdayîna rast û guherandina hinek zagonên heyî û got: “Hinek zagon carna dikarin ji bo zexta li ser jinan, bêparastin an jî bêparhiştina ji mafên wan bên bikaranîn.”
Pêşnûmeya zagona li dijî tundiya navmalî
Rîm Idrîs behsa pêşnûmeya zagona li dijî tundiya navmalî jî kir û diyar kir ku ev mijar tenê jinan nagire nava xwe, hemû endamên malbatê digre nava xwe û got: “Jin û mêr, zarok û kesên temenê wan mezin hemû dibin hedefa tundiya navê malbatê û ji ber vê yekê pêwîst e ku zagonek hemû endamên malbatê biparêze were derxsitin. Pêşnûmeya zagonê divê bi riya lihevhatinê bê pêşxistin, di nava civakê de bê naskirin û belavkirin, ji ber ku ew êdî bûye pêdiviyeke bingehîn.”
Rîm Idrîs bang li jinan kir ku mafên xwe nas bikin û ji bo parastinê erî li dezgeh û saziyên rast bidin û got ku divê li hemberî binpêkirinên mafên jinan çareserî û hesabdayîna rast hebe.
‘Welatek bê beşdariya jinan nabe’
Endama Komîteya Hiqûqê ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Rojîn Ebdulqadir diyar kir ku gelek jin hê jî mafên xwe bi temamî nizanin û pêwîst e der barê mafên xwe de werin hişyarkirin.
Rojîn Ebdulqadir mafên bingehîn ên jinan bi vî awayî rêz kir: “Mafê wekheviya li ber zagonê, jiyan û ewlehiya fizîkî, perwerde, azadî û rûmetê, mûçeya dadwer, lênêrîna tenduristiyê, beşdariya siyasî, xwendin, girtina kar û wezîfeyan, milkiyet, hemwelatîbûn û mafê azadiya raman û derbirînê.”
Her wiha diyar kir ku mafê jinan ê parastina li hemberî tundî, cudakarî û îstîsmarê wekî yek ji mafên bingehîn ên jinan e û wiha got: “Welatek bê beşdariya jinan nikare were avakirin. Jin bingeha civakê
‘Divê mafên jinan di destûrê de bikevin bin temînatê’
Rojîn Ebdulqadir diyar kir ku temînata mafên jinan di destûrê de dê bingeheke zagonî ji bo parastina mafên wan ava bike û got: “Dema mafên jinan di destûrê de bikevin bin temînatê dê jin di hemû qadên jiyanê de xwedî temînateke zagonî bin. Pêwîst e di navbera jin û mêr de wekhevî hebe bêcudakarî tunebe, bi taybetî di warê kar, girtina astên berpirsiyariyê û beşdariya siyasî de.”
Rojîn Ebdulqadir diyar kir ku ew weke çalakvaneke mafên mirovan û civakî dê ji bo mafên jinan bixebite, da ku jin di pêvajoya yekbûnê de, di dewleta nû de û di hemû qadên jiyanê de mafên xwe bi temamî bistînin.
‘Divê jin bê tirs mafên xwe bixwazin’
Rojîn Ebdulqadir di dawiyê de bang li jinan kir ku xwe bihêz bibînin û got ku jinên îro neviyên jinên xwedawend in, di dîroka Sûriyeyê de gelek guhertinan çêkirine û got: “Bê beşdariya jinan a hemû qadên jiyanê, siyaset û biryargirtin,, avakirina Sûriyeya azad û dadwer ne pêkan e; lewre divê mafên wan di destûr û zagonan de bikevin bin temînatê û werin parastin.”